STENBOL – Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê ji bo pîrozbahiya Newroza Stenbolê ya dê di 24’ê adarê de li Bakirkoyê pêk were belavokên beşdariya pîrozbahiyê belav kir.
Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê bi boneya beşdariya Newroza Stenbolê ya dê di 24’ê adarê de li Bazara Gel a Bakirkoyê pêk were belavokan belav kir. Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş jî di nav de rêveberên HDP’ê û endamên Komîteya Amadekar a Newrozê ji Qada Tunelê ya Taksîmê heta ber Navenda Çandê ya Fransiz belavok belav kirin. Welatiyan eleqe nîşanî belavokan da û gel hat vexwendin. HDP’iyan dema belavok belav kirin vê bangê kirin: “Newroz aştî, biratî, wekhevî û demokrasiye. Newroz pîroz be. Roja yekşemê em li benda her kesî ne ku beşdarî Newroza li Bakirkoyê bibin. Em li benda we ne.”