AFYON - Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Mehmet Akarca, daxuyand ku wan der barê girtina Partiya Azadiya Kurdistanê, Partiya Kurdistanê ya Tirkiyeyê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê û Partiya Komunîst a Kurdistanê de doza girtinê vekiriye.
Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Mehmet Akarca, li Afyonê di civîna nirxandina sala 2018'an a Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind de axivî û diyar kir ku wan der barê 4 partiyên kurdî de doza girtinê vekiriye.
Akarca, di axaftina xwe de got, wan bi hinceta "fealiyetên derî Qanûna Bingehîn de" der barê Partiya Azadiya Kurdistanê, Partiya Kurdistanê ya Tirkiyeyê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê û Partiya Komunîst a Kurdistanê de doza girtinê vekiriye.