AMED - Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin di çalakiya heftane ya ji bo Tahîr Elçî de li dar xistin axivî û bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê xwest dayik û bavên kurd bi zarokên xwe re kurdî biaxivin.
Baroya Amedê bi daxwaza faîlên cînayeta Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê di 28'ê mijdara 2015'an de li Sûrê hat kuştin bê dîtin di hefteya 164'emîn de li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xist. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, zimanzan Samî Tan, siyasetmedar Şîrîn Tunç û gelek parêzer beşdarî çalakiyê bûn û pankarta "Em te ji bîr nakin" hildan. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê vê hefteyê bi kurmancî axivî.
Daxuyaniya ji aliyê Aydin ve hat xwendin wiha ye:
'HEZAR Û 181 ROJ IN FAÎLÊN WÎ NEHATINE DÎTIN'
"Ligel ku di ser qetilkirina serokê baroya me Tahîr Elçî ra 1181 roj derbas bûne jî, faîllên wî hîna nehatine dîtin. Li gel ku şaîbeyên bihêz yên derbarê bûyerê da di destê me da hene. Me di 14ê Berfanbara 2018an da, daxwaznameya xwe da Serdozgerê Cumhurîyetê yê Amedê ku derbarê şaîbeyan da kar di derbarê wan da were kirin, lê derbarê faîlan da heta niha lêpirsîn nehatîye kirin. Hîna ku dereng nebûye divê dozgerî di derbarê faîlan da dest bi lêpirsînê bike. Em di çalakîya xwe ya di hefteya 164an da careka din bi dengê bilind dibêjin ku “ Failên Tahir Elçî bila bên dîtin” û ji bo Tahir Elçî edaletê dixwazin. Em careka din dibêjin heta ku failên Tahir Elçî neyên dîtin û di derbarê wan da kiryarek neyê kirin, em dest ji vî karî bernadin û em dê nehêlin ku ev dosya wergere dosyayeka faîlên nedîyar.
WINDABÛNA ZIMAN WINDABÛNA MIROVAHIYÊ YE
Bi xeml û rewş e, Şîrîn û xweş e, Bi xweş awaz e, Letîf û naz e, Zimanê kurdî.
Îro ji bona Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê em li vir civîyane. Ev roj ji alîyê Rêxistina Perwerde Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve di sala 1999an da weku 21ê sibatê hat pejirandin. Ji sala 2000î û vir da ev roj yanî 21ê Sibatê wekî ‘Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê bi nêrîneka pir zimanî û pir çandî tê pirozkirin.
Axaftina zimanê dayikê ji bo hemû gelên cîhanê mafekî herî bingehîn e. Ger zarokên cîhanê zimanê dayikê bi kar bînin, wê zêdetir serkeftî û bextewar bibin. Ev serkeftin û bextewarî di alîyê zanistî , çandî, wêje û hwd da wê bidome. Zarokên kurd, di nava zarokên cîhanê da, ji wan zarokan in ku herî zêdetir ji zimanê dayika xwe dûr ketine. Zarokên kurd sêwîyên zimanê xwe ne. Berê, navê zarokên me; bi Tırkî, Erebî û Farisî bû. Zarokên me yên bi van zimanan hemûyan bi kurdî dizanibûn. Lê îro navê zarokên me bi Kurdî ne mixabin bi zimanê Zikmakî-Kurdî nizanin biaxivin. Ev tişt şerm e, ev tişt guneh e.
Bangewazîya me ji hemû civakê ra heye, ji kalan heta pîran, ji bava heta dayikan, ji malbat heta sazgeh, ji komelên kurdî heta tevî partîyên sîyasî û dewletê ra heye, ji rêxistinên navneteweyî ra heye; bila zimanê dayikê ên hemû cihanê û bi taybet zimanên li Tirkîyeyê wenda nebin. Wendabûna zimanekî ji desthilatdara ra nabe serkeftinek li dijî wî zimanî. Wendabûna ziman, wendabûna mirovahîyê ye. Werin nebin şirîkê mirina zimanê dayikê û nebin şirîkê paşketina zimanê kurdî.
Wekî ku em hemû dizanin dewleta Tirkîyeyê Peymana Mafên Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî, tenê ji bo zimanê dayikê bi şerhî mor kirîye. Bila dewlet vê şerha xwe li ser vê peymanê rake.
Bangewazîya me ji dewletê ra ev e ; werin qedexeya li ser hemû zimanên li Tirkîyeyê rakin!!! Hemû zimanên dayikê bila bibe zimanê perwerdehîyê û çandî. Werin piştgirî û alîgirî bidin hemû xebatên li ser zimanê dayikê yên vî welatî. Werin piştgirî bidin sazgeh û dezgehên ku li ser zimanê çerkez, laz, suryanî û kurdî dixebitin. Ev piştgirî û alîgirî nabe sedema parçebûna welêt, wê bibe sedema mezin bûyîn, biratî û ji hev heskirina navbera temamî gelê Tirkîyeyê û bibe mînak. Bila di sazgeh û dezgehên fermî da zimanê kurdî jî bê bikaranin. Bila pêşî li zimanê dayikê neyê girtin.
GER ZIMANÊ ME TUNE BIBE EM Ê JÎ TUNE BIBIN
Bangewazîya me ji hemû dê û bavên zarokên kurd ev e; bi zarokên xwe ra bi kurdî biaxivin. Bila stranên gelêrî guhdar bikin. Zarokên xwe bi stranên Şakiro, Meyrem Xan, Karapetê Xaço û Eyşe Şan mezin bikin. Bi dengê dahola Şeroyê Biro û bi bilûra Egîdê Cimo wan mezin bikin. Çîrok û serpêhatîyên kurdî ji zarokên xwe ra bibêjin bila zarokên me zimanê dayika xwe ji bîr nekin. Ji ber ku ziman hebûn e .Ger zimanê me tune be em jî dê tune bibin.
Bangewazîya me ji hemû sazîyan ra ev e; zimanê dayikê bikin zimanê jîyanê, di her kar û barê xwe da zimanê kurdî jî bi kar bînin.
Bangewazîya me ji hemû bazirganan ra ev e; di jîyana xwe ya rojane da zimanê kurdî bi kar bînin. Dayîn û standina xwe bi zimanê kurdî bikin.
Wekî ku hûn dizanin di dema serokatîya Şehit Tahir Elçi da Baroya Amedê bi alîkarîya Weqfa Mezopotamyayê dest bi xebata ferhenga hiqûqê ya bi kurdî kiribû. Ev xebat di bin serokatîya Tahir Elçi û Rêvebirîya Baroya Amedê ya wê demê hatibû destpêkirin. Em ji bo vê biryar û xebatê spasdarê Şehit Tahir Elçi û temamê kedkarên vê xebatê ne. Ev xebat hêj didome û bi ber qedandinê ve diçe.
Ev bangewazîya me wê bibe bingeh ji bûna pêşveçûna zimanê kurdî.
Dar li ser koka xwe şîn dibe, mirov li ser zimanê xwe şîn (jîn) dibe."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan pêk hat û dû re dawî li çalakiya xwe anîn.