Malbatên xizmên wan di greva birçûbûnê dene: Piştgiriyê bidin vê berxwedanê

  • rojane
  • 15:30 20 Sibat 2019
  • |
img
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîr û Sîlopî, malbatên girtiyên wan ên di greva birçîbûnê dene daxuyaniyek piştgirê dan û got: “Em piştgiriyê didin vê berxwedana mirovî. Daxwazên wan daxwazên mene.”
 
Li navçeyên Sîlopî û Cizîrê yên Şirnexê, malbatên xizmên wan di girtîgehan dene, bi armanca balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan bi tevlîbûna bi sedan girtiyan destpê kir û berdewam dikin, civîna çapemeniyê li dar xistin. 
 
Malbat li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Sîlopî kom bûn û parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr piştgirî da malbatan. 
 
Hevseroka HDP’ê ya Sîlopî Fatma Gunduz, di civînê de axivî û wiha got: “Greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 105’an û ya 300 girtiyan jî di roja 67’an de berdewam dikin. Girtiyên binavê Omer Kabûl, Hakan Kûtlûk, Salîh Kûtlûk û Hamza Arzûman ên li Sîlopiyê jî di greva birçîbûnê dene. Em piştgiriyê didin vê berxwedana mirovî ya hevalên me destpê kirin. Daxwazên wan daxwazên mene. Em bang li Komîsyona Mafê Mirovan a Ewropayê û CPT’ê dikin ku demildest balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûne. Divê zextê li Tirkiyeyê bikin ku berpirsiyartiya xwe bîne cih. Ji bo ku di girtîgehan de mirin çênebin, divê ev daxwazên wîjdanî û mirovî bên bi cih anîn.”
 
'EM LI PIŞT RAMANÊN ZAROKÊN XWE NE'
 
Dûre, dayika Omer Kabûl ê di greva birçîbûnê de Fadîle Kabûl, axivî û wiha got: “Em li pişt raman û doza zarokên xwe ne. Em li pişt daxwazên zarok û gelê xwe ne.”
 
ÎMÎR A HDP'Î: LINGEKÊ VÊ BERXWEDANÊ GELE
 
Piştî axaftina Fadîle Kabûl, parlementer Îmîr, bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha axivî: “Ziman û çanda gelê Kurd dibin zextan deye. Sedema van zextan, pêkanîna tecrîdê ya li Îmraliyê berdewam dikeye. Hevalên me yên di greva birçîbûnê de, hewl didin ji tarîtiya heyî re bibin ronahî. Xwedî li wan derketin, di heman demê de xwedî çand û nasnameya xwe derketine. Rewşa girtiyan di asta krîtîk deye. Ji bo ku em bedelên hîn mezintir nedin, divê em hîn zêdetir bibin dengên wan û vê tecrîd bi hevre bişkînin. Divê rojeva me ya sereke şikandina tecrîdê be. Em dizanin ku ger tecrîd bişike, emê qezenc bikin, ger tecrîd bişike dê demokrasî pêş bike. Lingekê vê berxwedanê gel bi xwe ye. Divê em dengên di greva birçîbûnê de bilindtir bikin. Divê em vî barî tenê li ser pişta girtiyan ne hêlin. Werin em bi têkoşînek hevpar vê tecrîdê bişkînin û em bibin dengê wan.” 
 
‘HÊZÊN NAVNETEWEYÎ ROLÊ SÊ MEYMÛNAN DILÎZIN’
 
Li avahiya HDP’ê ya navçeya Cizîrê jî, bi heman armancê civîn hat lidarxistin. Malbatên zarokên wan di greva birçîbûnê de, gelek endam û rêveberên partiyê beşdarî civînê bûn. Rêvebera HDP’ê Guler Tûnç di civînê de daxuyanî da û wiha got: “Zindan qadên herî girîng ên berxwedanê ne. Tecrîda li girtîgehan êdî hemû sînorên tehemûla exlaqî derbas kirine. Hêzên navneteweyî li dijî tecrîda li ser Ocalan rolê sê meymûnan dilîzin. Em weke malbatên girtiyan vê zilmê şermezar dikin. Em berxwedana mafdar a xizmên xwe diparêzin û em banga hestiyariyê li raya giştî dikin.”
 
Piştî daxuyaniyê dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin.

Sernavên din

09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin