Girtiyên di greva birçîbûnê de: Divê em di vê pêvajoya dîrokî de cih bigirin

  • rojane
  • 09:11 19 Sibat 2019
  • |
img

STENBOL - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê, diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wan agreva birçîbûnê dewam bike û gotin: "Divê gelê me êdî dev ji vê bêdengiyê berde û bedêlên di vê rêyê de hatine dayîn ji bîr neke." 

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin, di roja 104'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger jî ji 16'ê Kanûna 2018'an ve didome. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê di greva birçîbûnê de ne, destnîşan kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike. 
 
‘TECRÎD BI DAWÎ BIBE, EZ Ê DEV JI GREVA BIRÇÎBÛNÊ BERDIM' 
 
Sînan Gokçe ku ji 16'ê Çileya 2019'an ve di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku cara ewil û ew ketiye greveke birçîbûnê û got: "Ji roja ketime greva birçîbûnê, xwe pir baş hîs dikim. Tansiyon û kîlo tên kontrolkirin. Xwê, şekr û vîtamîna B12 tê dayîn." Gokçe, anî ziman ku tecrîd sûc e û got: "Di hiqûqê de herkes wekhev e. Eger tecrîd bi dawî bibe û muzakere dest pê bikin, ez ê dev ji greva birçîbûnê berdim. Mirov bi aştiyê dikarin bi hev re bijîn." 
 
‘PIR BAŞ IM' 
 
Mehmet Yalçinkaya ku ji 28'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye got: "Di vê pêvajoyê de, ji ber berpirsiyariya xwe bi cih tînim wijdanê min rihet e û pir kêfxweş im. Coşa û nêzkatiya gelê me û piştgiriya hevaln, min baştir dikin û moralê min xurtir dikin. Cihgirtina di vê pêvajoyê de ji bo min cihê hebûneke nû ye." Yalçinkaya, bi bîr xist ku Leyla Guven çalakiyeke dîrokî daye destpêkirin. Yalçinkaya, destnîşan kir li di vê pêvajoyê de tenê di dest wan de berxwedan maye û got: "Pêşenga vê pêvajoyê jî Leyla Guven e. Afirînerê jiyana azad Serok e. Ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, ez jî tev li greva birçîbûnê bûm. Ji ber jiyaneke bêyî rêber qebûl nakim, min di vê pêvajoyê de cih girt." 
 
‘GER CANEK ME HEBE BILA EW JÎ FEDAYÊ GELÊ ME BE' 
 
Yalçinkaya, anî ziman ku heta tecrda li Îmraliyê bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike û got: "Ev pêk bên ez ê dev ji greva birçîbûnê berdim. Li her derê cîhanê, di dîroka hemû neteweyan de têkoşînên ji bo hebûnê çêbûne. Û divê em jî xwedî li rastsiya xwe yî ku em afirandine derkevin. Me bi Kemal Pîran kelehên zilmê rûxandin ku digot 'Em parêzvanên jiyana azad in û bi qasî di rêça wê de bimirin ji jiyanê hez dikin.' Gotin 'mirin tê jî, bila bi xêr bê.' Ez jî dixwazim bêjim; ji bo jiyaneke azad û yekîtiya gelen, ez ji mirinê natirsim. ger canek min hebe bila ew jî fedayê gelê me be. Silav û hezkirin." 
 
‘GEL TÊN TECRÎDKIRIN' 
 
Mehmet Şîrîn Baycû ku ji 28'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye got: "Ji bo hay ji hebûna xw ehebim daxilî vê çalakiyê bûm. Ev nêzîkatî jî nêîkatiyeke cihê serbilindî û rûmetê ye. Tecrîd sûc e. Tecrîda li Îmraliyê, tecrîdkirina gelê me û hemû gelan e. Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe, ji bo aştî, demokrasî, wekhevî çêbibe ketim greva birçîbûnê. Çimkî tecrîda li Îmraliyê rê li ber evana digire." 
 
‘DIVÊ GELÊ ME DEV JI BÊDENGIYÊ BERDE' 
 
Baycû, destnîşan kir ku heta tecrîd bi dawî nebe ew ê dev ji çalakiya xwe bernede û got: "Bi vê tecrîdê re hemû gelên aştîxwaz, demokrasîxwaz tên tecrîdkirin. Divê hemû kesên ji xwe re dibêjin em mirov in, eniya demokrasiyê ava bikin û li dijî vê derkevin. Berî bi pir bi derengî bikeve divê em xwedî li mirovahiyê û pêşeroja xwe derkevin. Em xwedî li rastiya xwe derkevin. Divê êdî gelê me dev ji vê bêdengiyê berde û kesên di vê rêyê de bedêl dane ji bîr neke. Divê di vê pêvajoya dîrokî de cih bigire. Eger em dibêjin, em berdewamiya kesên gotin 'bi qasî em di rêça wê de bimirin ji jiyanê hez dikin', nexwe divê em wek wan tev bigerin û di vê pêvajoya dîrokî de cih bigirin. Ji bo gelê me, nifşên nû bi awayekî azad bijîn, ez amade me ku di vê rêçê de canê xwe bidim. Divê herkes bi taybetî jî kurd têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê bilind bike. Silav û hezkirin." 
 
MA / Sadiye Eser
 

Sernavên din

17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang lI CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan | NÛÇEYA LEZGÎN
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
09:00 ROJEVE 16'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Qilebanê qeza çêbû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 DAIŞ’ê 100 pezên welatiyan dizîn
08:22 91 sazî û kesan ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şand
15/04/2024
22:08 Li ber Konseya Ewropayê mîtînga ji bo Abdullah Ocalan: Em bêdengiyê qebûl nakin!
20:07 Li Şemzînanê leşkeran bi kuştinê gef li gel xwarın
17:17 DEDAŞ ji avahiyê vala re 34 hezar lîre qer derxist!
16:54 Her sê deriyên Wezareta Dadê jî ji Emîne Şenyaşarê re girtî ne
16:54 TJA: Em ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin
16:47 BES-AR: Sînorê xizaniyê gihişt 66 hezarî
16:29 Giliyê êrişa li dijî gora Medet Serhat kirin
15:57 Tirkiye gundekî Minbicê bembebaran dike
15:34 Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî birîndar kir
15:16 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest daxwazên dosyeya Denîz Poyrazê werin redkirin
14:33 DEM Partiyê parêzer Akalin bi bîr anî
14:14 Pirtûka akoran a berhemên hilbijartî yên ji 13 salên dawî yên muzîka kurdî derket
13:57 Qeyûmê Sêrtê li pey xwe 456 milyon lîre qer hişt
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
12:47 ‘Dîwana Wezîran a Şer’ a Îsraîlê îro dicive
12:46 ‘Têkoşîna me ya mezin dibe dê tecrîdê rake’
12:01 DÎB’ê ji bo Doza Kobanê bang kir: Li dijî bêhiqûqiyê helwestê bigirin
12:00 Îranê, 2 kolberên kurd qetil kirin
11:48 Têkildarî qedexeya bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê, teklîfa qanûnê hate dayîn
11:28 Bankaya Navendî bi rêjeyekî mezin zirar kir
10:57 Di salekê de ji sedî 113 zem li benzînê hatekirin
10:46 Li Panosê tundiya zilam: Jinek hate qetilkirin, jinek jî bi giranî birîndar bû
10:34 Rêjeya bêkariyê ya TUÎK’ê ya meha sibatê: Ji sedî 8,7
10:24 Grama zêr ji 2 hezar û 455 lîreyan derbas bû
10:23 Çalakiya Nobeta Edaletê wê veguhêzin qonaxeke cuda
09:56 Tirkiye gundên Biradostê bombebaran kir
09:54 Girtiyê di çalakiyê de: Dengê me ji herkesê re ragihînin
09:47 Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî
09:06 Rojnameger Silêman Ehmed 174 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 141 roj in di çalakiyê de ne
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2024'AN
08:16 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadiya Ocalan bixwazin’ derket
14/04/2024
23:00 Têkildarî qezaya teleferîkê 5 kes hatin girtin