WAN - 11 zarokên hatin binçavkirin û 3 jê ji wan di dema binçavkirin û li Midûriyeta Polîsan a Wanê rastî îşkenceya polîsan hatin, îfade didin dozger.
Li taxa Xaçortê ya Rêya Armuşê ya Wanê 11 zarokên di 15'ê Sibatê de hatin binçavkirin û ji 11 zarokan 3 jê ji wan di dema binçavkirin û birin Midûriyeta Asayişê ya Wanê rastî îşkenceya giran polîsan hatin îfade didin dozger. Zarokên ji 15’ê Sibatê ve li Şaxa Midûriyeta Polîsan a Wanê tên girtin, di saetên pêş de sewqî Edliya Wanê hatin kirin.
Zarokên dinava wan de li ser bedena wan şopên derp û îşkenceyê heyîn, O.D. ê 17 salî, Ş.Y. ê 16 salî û O.S. ê 14 salî, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” îfade dan dozger.