MÊRDÎN – 10 roj berê li Mêrdînê gelek siyasetmedarên HDP û DBP'î hatin binçavkirin. Heta niha dema binçavkirina wan sê caran hatiye dirêjkirin. Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Tûma Çelîk bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku ew ê di 31'ê Adarê de bersiveke baş bidin vê îktîdara ku dixwaze partiya wan tecrîd bike.
Li Mêrdînê, di 7'ê Sibatê û rojên piştî 7'ê Sibatê polîsan avêt ser gelek malan. Di vê operasyonê de Hevserokên HDP'a Mêrdînê Alî Sancar û Eylem Amak, rêveberên partiyê Abîdîn Ûnay, Adil Başaran, Halîl Yagan, Şehmûz Çalkan û Huseyîn Alper, endamên partiyê Vedat Abûkan, Ferhat Kalkan, Abdulbarî Akalan, Mûsa Bînbîr û Kahraman Samaras û endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Berîtan Onen hatibûn binçavkirin. Heta niha dema binçavkirina wan 3 caran hatiye dirêjkirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, di 30'yê Çileyê de ew hedef girtibûn û paşê siyasetmedar hatin binçavkirin. Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Tûma Çelîk, bertek nîşanî vê rewşê da û destnîşan kir ku ew ê di 31'ê Adarê de bersiveke baş bidin AKP'ê.
'NE SIRÛDEKE QEDEXE YE'
Siyasetmedarên hatin binçavkirin di dema cîvîna danasîna namzetên hevşaredariyê de hedef hatin nîşandan. Çelîk, anî ziman ku di wê bernameyê de ew jî hebû, lê belê ya tê kirin ew e ku xebatên wan ên ji bo hilbijartinê bên astengkirin. Çelîk, bilêv kir ku di civînê de tiştekî bibe sûc nehatiye kirin û got: "Wekî hincet dibêjin di dema rêzgirtinê de sirûda 'Çerxa Şoreşê' hat xwendin. Ê ku ev sirûd diyar kiriye ne komîteya amadekar e. Bi awayekî spontane çêbû û hat xwendin. Jixwe ev sirûd li Tirkiyeyê ne qedexe ye. Li vir, ji bo têkoşîn bê bilindkirin ev sirûd hatiey xwendin. Her wiha em baş dizanin Dadgeha Bilind û dadgehan der barê vê sirûdê de biryara beraetê dane."
‘FERMAN A SOYLÛ YE'
Çelîk, destnîşan kir ku ev operasyon bi saîkên siyasî pêk hatiye û got: "Hevalên me bi fermana Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû hatin binçavkirin. Ji bo di 31'ê Adarê de partiya me lawaz bikin wiha dikin. Eger li vî welatî hiqûq hebe, dê kesên hatine binçavkirin bişînin dadgehê û wê rewşa wan diyar bibe. Cara sisêya ye dema binçavkirina hevalên me tê dirêjkirin. Niha em nizanin rewşa dawî ya hevalên me çî ye. Bi îhtimaleke mezin wê bên berdan. Lê belê sirf ji bo xebatên me yên hilbijartinê asteng bikin dema binçavkirinê dirêj dikin. Lê belê, çi bikin jî wê nikaribin asteng bikin. Jixwe di demên wisa de têkoşîn girîngtir dibe. Em HDP jî em ê vê têkoşînê bilind bikin."
'EM Ê BERSIVA WAN BIDIN'
Çelîk, bi bîr xist ku di dema meşa ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî ew bi heman rewşê re û bi fermanên Soylû re rû bi rû mane. Çelîk got: "Tevî tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan, dixwazin partiya me jî tecrîd bikin. Lê çi dikin bila bikin, em ê bi têkoşînê ji derheqê vê yekê derkevin. Em ê di 31'ê Adarê de bi awayekî herî baş bersiva wan bidin."
MA / Ahmet Kanbal