ŞIRNEX – Qeyûmê tayînî Şaredariya Hezexê hat kirin, projeya Xeraca Navçeyê ku di dema rêveberiya DBP'î de dest bi çêkirina wê hat kirin û piraniya wê hat çêkirin, kir projeya xwe.
Di 21'ê Îlona 2016'an de qeyûm tayînî şaredariya DBP'î ya Hezexa Şirnexê hat kirin. Qeymeqam Zafer Sag ku bû qeyûmê şaredaiya navçeyê, projeya Xeraca Navçeyê ya di dema rêveberiya DBP'î de dest bi çêkirina wê hat kirin û piraniya wê hat çêkirin, wekî prjeya wî be berpêş kir.
HEVŞAREDAR ASLAN: XERAC LI BER QEDANDINÊ BÛ
Hevşaredarê Hezexê Mehmet Muhdî Aslan ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, diyar kir ku tabeleya kurdî û tirkî ya xeracê hatiye rakirin. Aslan, anî ziman ku wan piştî hilbijartina herêmî ya 2014'an biryara çêkirina xeracê girtine. Aslan, anî ziman ku wan di 2015'an de proje îhale kirine û got: "Piştî xebatên îhaleyê hindik çêkirina xeracê biqede. Me tabelaya wê jî pê ve kiribû. Piraniya erseya xeracê ya şaredariyê bû. Yêm mayî jî me ji cînarên xwe yên suryanî rixa kir. Wan erseyeke aîdî dêrê hîbeyî me kir."
‘PROJEYÊN ME KIRIN ÊN XWE'
Aslan, anî ziman ku wan qulûbeyên xeracê jî hazir kiribû, lê belê wexta seferên ji bo navçeyan dihatin amadekirin qeyûm hat tayînkirin. Aslan, destnîşan kir ku qeyûm gelek projeyên wan kirine ên xwe û got: "Wê çaxê me ji bo şaredariya xwe 4 wesayîtên mezin kirîn. Me bi milyon û 185 lîreyî kirîbûn. Qeyûm ev jî kirin ên xwe. Me yê li ser erdeke 20 donim, parkek çêbikira. Me projeya xwe da Ajansa Pêşvebirinê ya Dîcleyê (DÎKA). DÎKA, projeya me qebûl kir. Heta me navê parkê jî diyar kiribû. Piştî me îhale kir hefteyekêşûn de qeyûm hat tayînkirin û kir malê xwe."
Aslan, anî ziman ku piştî qeyûm hat tayînkirin ew hatiye girtin û ev demeke hatiye berdan. Aslan, bilêv kir ku di dema darizandinê de der barê xerckirinên ji bo şaredariyê de pirsek jî ji wan nehatiye kirin. Aslan, bilêv kir ku wan xizmeta gel dikir û got: "Wexta em hatin ser kar 5 milyon deynê şaredariyê hebû. Me da. Her wiha me bi 3-4 milyonan jî xizmet kir. Lê belê ji roja ku qeyûm hat heta niha tu xizmet nehatiye kirin."