Aqubeta rojanemger Abayay û Tekdag pirsîn

  • rojane
  • 16:09 16 Sibat 2019
  • |
img
AMED / ÊLIH - Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li Amed û Êlihê dîsa kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Li Amedê aqûbetae Mehmet Tekdag û li Êlihê jî aqûbeta Rojnameger Çetîn Abayay  pirsîn û xwestin Komîsyona  Lêgerîna Heqîqetê bê avakirin. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û Xizmên windayan bi dirûşmeya “Bila Winda Bên Dîtin û Kujer Bên Darizandin" di hefteya 523’an de berdewam kirin. Ji ber dîsa qada Abîdeya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu ji ayilê polîsan ve hat dorpêçkirin û destûr nedan malbat li derve daxuyaniyê bidin, xizmên windayan û ÎHD'ê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê daxuyanî dan. Xizmên windayan, parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û gelek kesên din amade bûn. 
 
TÊKOŞÎNA ME DIDOME 
 
Di çalakiyê de Rêveberê ÎHD'ê Prz. Hasan Yalçin, diyar kir ku ji bo kujer bên darizandin û kesên bi zorê hatine windakirin bên dîtin bi salan e têdikoşin û wiha got: “Ji bo êşa civakê bi salan e li ser hev qat bi qat kom bûye, bi dawî bibe divê heqîqat derkeve holê. Ji bo vê yekê ji dive Komîsyona Lêgerîna Heqîqetê bê avakirin.  Yalçin, anî ziman ku di dosyayên windayan de ligel ku gelek şahid û belge hene tu gavên şênber nehatine avêtin û wiha bi dawî kir: Dewlet û daraz wan paşguh dike û faîlan bê ceza dihêle. Edalet bi ronîkirina heqiqetê pêk tê. Ji bo vê yekê divê dewlet bi rastiya xwe re bê rûqalî hev û Komîsyona Lêgerîna Heqîqetê û Rûqaliyê ava bike." 
 
‘EV TABLO AKP’Ê AVA KIRIYE'
 
Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu  ji anî ziman ku legerîna malbatan a edaletê li Stenbolê di hundirê kolanekê de û li Amedê jî di komeleyê de hatiye asêkirin. Ev wêne nîşan dide ku li Tirkiye demokrasî edalet û mafên mirovan tune ye. Dayikên Şemiyê li Amed, Cizîr û Geverê legerîna edaletê bi awayekî bêdeng 25 salin didomdin. Lê piştî hefteya 700’emîn Li Qada Galatasarayê hat qedexekirin. Li Amedê jî li Parka Koşuyolu hat qedexekirin. AKP'ê ev tablo ava kiriye. 
 
AQÛBETA 2 KESAN NE DIYAR E
 
Tanrikulu, bal kişand ser 2 kesên li Etimesgutê 4 rojin agahî ji wan nayê girtin û wiha got: "Li navçeya Etîmesgut a Enqereyê 2 kesên 41 û 43 salî ku hatin binçavkirin 4 rojin agahî ji wan nayê girtin. Em bang li Serdozger, Wezîrê Karên Hundir dikin. Em dixwazin der barê 2 kesan de cemaweriyê agahdar bikin." 
 
'POLÎS NEBÛNA ASTENG DÊ TEKDAG ÎRO BIJIYA' 
 
Xwişka Mehmet Tekdag Îffet Tekdag bal kişand ser rewşa birayê xwe.  Tekdag, anî ziman ku di sala 1993'an de birayê wê Mehmet Tekdag dema serê sibê ji bo biçe kar ji malê derket, rastî êrîşa çekdarî hat û dema rakirin nexweşxaneyê ji ber ku polîsan destûr neda emeliyat bibe jiyana xwe ji dest da. Tekdag, anî ziman ku ger polîs nebûna asteng dê îro bijiya. 
 
AQÛBETA ABAYAY PIRSÎN 
 
Li Êlihê jî xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê bi heman armancê di hefteya 429’an de li şaxa ÎHD'ê çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiya li ÎHD'ê de Wekîla HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz (OHD) û xizmên windayan amade bûn. Xizmên girtiyan pankarta "Bila Winda Bên Dîtin Kujer Bên Darizandin" vekirin. Di çalakiyêde aqûbeta Nûnerê Kovara Ozgur Halkê Çetîn Abayay ê di Tîrmeha 1992’an de rastî êrîşê hat û jiyana xwe ji dest da pirsîn. Endamê Şaxa ÎHD'ê Zeki Tanguner, anî ziman ku Nûnerê Kovara Ozgur Halkê gelek caran hat binçavkirin û wiha got: “Di 29'ê Tîrmeha 1992'an saet di 19.30'an de dema diçû mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat.  Çetin Abayay bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê. Piştre rakirin Zanîngeha Tipê ya Dîcle ya Amedê. Di 30'ê Tîrmehê saet di 10.00'an de jiyana xwe ji dest da. Heta niha kujerên Abayay nehatine ditin. Em bêdeng namînin. Em dê lêgerîna edalet û heqîqetê berdewm bikin." 
 

Sernavên din

10:43 Bi hinceta ‘heqareta Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin | HATE NÛKIRIN
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
16:54 Gelek rêxistinên pîşeyî serdana Emîne Şenyaşarê kirin
16:28 Li Geverê deynên ji qeyûm mane hatin daliqandin
16:20 Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin
16:10 Der barê Şaredariya Sûrê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:48 ÎHD'ê Ermenên windakirî bi bîr anî û got: Xwedî li mafên zanînê derkevin
15:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Kaya û Guvel bên berdan
15:13 Ji bo bendava Cizîrê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’ a 255 parselan
15:02 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran hatin bahev: Bila faîl bên darizandin
14:58 Civîna Dema Navberê ya KNK’ê dest pê kir
14:25 Mihrîcana Şanoyê ya Amedê: Gotubêja ‘Di şanoyê de dîroka guherînan’
14:02 Aqûbeta Keremoglû yê beriya 29 salan hate windakirin hate pirsîn
12:09 Şaredarê YRP’î bi micirkirina pêşiya avahiyê xwe dest bi kar kir
12:07 Li Colemêrgê hezaz çêbû: Pez di bin axê de man