Gefa 'Tu carek din biçe HDP'ê em ê te bikujin' li HDP'î xwar'

  • rojane
  • 16:12 12 Sibat 2019
  • |
img
STENBOL -  Hevserokê HDP'ê yê berê yê Navçeya Sultanbeylî Muhlîs Bozdemîr, diyar kir ku kesên xwe wekî îstîxbarat pênase kirin ew tacîz kirin û xwestin bibin sîxur û wiha got: "Kesên gef li min xwarin gotin “Em carek din bibînin ku tu biçe HDP’ê emê gule berdin serê te." 
 
Gef û tundiyên li ser endam û rêveberên HDP'ê zêde dibin. Niha jî kesên xwe wekî îstîxbarat dan naskirin û gef li Hevserokê HDP'ê yê berê yê Navçeya Sultanbeylî Muhlîs Bozdemîr xwarin. Rêveberê Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan a Marmarayê û Hevserokê HDP'ê yê berê yê Sultanbey Muhlis Bozdemir (Koçer) ku rastî gefan hat, serî li Şaxa ÎHD'ê da û li avahiya ÎHD'ê daxuyanî da çapemeniyê. Di civînê de Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û gelek kesên din amade bûn. Yolerî, di civînê de diyar kir ku ew di serlêdan de dibînin ku kesên rastî gefên sîxuriyê tên, ji nêzîk ve tên şopandin û wiha got: "Hem kes û hem jî endamên malbata wan tên şopandin. Di serlêdanekê de mexdûr diyar kir ku gefa 'Em dizanin keça te li kijan polê û li kijan dibistanê dixwîne. Dîsa kijan bûrsê distîne dizanin' û gef xwarine. Di serlêdanan de hem kes û hem jî malbatên wan rastî gefan tên. Wan bi malbatê wan tehdît dikin." Yolerî xwest hemû kesên rastî van pêkanînan tên serî li wan bidin. 
 
 
Muhlis Bozdemîr jî diyar kir ku wî têkildarî mijarê serlêdana sûc kiriye û wiha got: "Zextên pir mezin li ser me hene. 4 meh berê van zextên li ser min dest pê kir. Min hêj wekî Hevserokê navçeyê dizanin. 4 meh berê maşîneyek hat li cem min rawestiya û got: "Başkan tu hêj difikire ku destê xwe li ba bike û li kolanên Sultanbey bigere?' Mehek şûnde dîsa 3 kesan saet di 20.00-21.00'an de pêşiya min birî. Wan gefa 'Carek din tu biçe HDP'ê emê gule berdin serê te' Ji ber ku me ew nas nekir me serlêdana sûc nekir. Mehek şûnde dîsa li nêzî avahiya HDP'ê ya Sultanbey, 3 ciwanan pêşiya maşîna min birîn û hatin cem min û gotin 'Me 2 caran peyam ji tere şand. Te peyama me negirt? Tu carek din here HDP'ê em dê gule berdin serê te? Min got Hûn kî ne? Wan jî got 'Tu baş dizane em kîne?' " 
 
Muhlis Bozdemîr, da zanîn ku hefteyek şûnde saet di 11.00'an de beriya ji malê derkeve maşîneyek şîn li çapraza mala wan sekinî û wiha got: "Hevjîna min maşîne nîşanî min da û got 'Ev kîne? Min got dibe mêvanê yekî bin. Piştî ku ji malê derketim 2 kolan li jêra malê 3 kesan pêşiya min birî. Bi kurdî axivîn. Xwestin bi min re bi axivin. Min got hûn kî ne, lê xwe nedan naskirin. Piştre gotin gotin 'Em ji MÎT'ê tên. Dewlet bi birêz Ocalan re hevdîtin dike, ma nikare bi tere hevditin bike. Min xwest min bibin qereqolê, lê ez nebirim qereqolê û ji wir çûn. Niha ewlehiya malbata min tune ye. Rojek şûnde bi telefonê gef li min xwarin. Ewlehiya malbata min di talûkeyê de ye. Bi maşîneyan me dişopînin. Çûn mala biraziyê min lêgerîn kirin û piştre gotin 'Pardon' û çûn." 
 
Rêveberê Komeleya Malbatê Girtiyan a Marmarayê Hasan Demir jî anî ziman ku hevalên wan ên di saziyan de dixebitin di bin gefan de dijîn û wekî salên 1990’an dixwazin dîsa her tiştî dubare bikin. Demîr, da zanîn ku ew dê heta dawî bi şopa vê yekê bikevin.
 

Sernavên din

17:44 Platforma Rojnamegerên Jin: Rojnamegeran berdin
17:27 Li Mêrdînê 5 li Amedê 3 rojnameger hêj di bin çavan de ne
17:03 Bi hezaran mamosteyên Kobanê û Hesekê gefên Tirkiyê red kirin
16:13 Muxtar: Li Taxê şerê çekdarî heye
Qereqol: Ji ber ewlehiyê em nikarin bên
16:10 Li Licê şerekî dijwar derket
15:42 Temellî: Ev wêneyê darbeyê ye
15:18 Li Rihayê 14 kes hatin girtin
14:30 Wezareta Karên Hundir qeyûm bi kurdî jî aşkera kir
14:21 Li Amedê polisan êrîşî meşê kir
14:09 Ji Leyla Guven banga yekitiyê: Her roj çalakî her roj berxwedan
13:13 Derbarê hunermend Tûnç de biryara girtinê hat derxistin
13:04 'Bila rojnameger bên berdan'
12:44 Qeyûm tayînî şûna endamê meclisa şaredariyê jî kirin
12:24 Koordînasyona TMMOB'ê: Qeyûm darbeya li dijî demokratikbûnê ye
12:11 Qeyûm meclîsa şaredariya Wanê fesih kir
12:00 Li Amedê li dijî dorpêçê çalakiya rûniştinê
11:42 Meclîsa leşkerî ya Girê Spî ji bo ‘Herêma Ewle' amade ye
11:04 Endamên Dadgeha Bilind jî dê tevlî merasîmê nebin
10:49 'Gel wê bersîva pêwist bide'
09:58 Wezîrê Dadê yê Berê Turk: Îktîdarê di Rewşa Asayî de zagonên OHAL'ê bikar anî
09:37 Kiliçdaroglû: Qeyûm bêhurmetiya li vîna gel e
09:14 Li Farqînê cerdevanan bi ser gund de girt: 6 kes kuştin
09:10 ‘Ev çi hale, Kurdno rabin ser piyan'
09:10 ‘Ji ber qeyûman ên zêde zirar digihê wan kedkar in'
09:09 Kurd, ereb, pomak, çerkes, gurcî, hemşînî, suryanî: Guh bidin Ocalan
09:08 Keskîn: Divê dewlet bangawaziya Ocalan esas bigire
09:07 'Turk-Îş'ê xiyanet li karkeran kir'
09:07 Girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nakin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2019'AN
20/08/2019
22:34 Rojnamevanên di binçavan de: Ji bo nûçeyên şermezarkirina qeyûman negihên raya giştî em hatine binçavkirin
17:29 Bi sedan kes li dijî qeyuman meşiyan
Rêxistinên civakî bertek nîşanî qeyûman dan
17:14 Çalakiyan li Wanê bê navber berdewam kir
16:33 Ji rêxistinên civakî yên li Stenbolê banga 'berxwedana demokratîk'
16:05 Polisan mudaxaleyî parêzer û parlamenteran kirin
15:31 Polîsan wekîl birîndar kirin: Wekîl bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê
15:21 Rojnamegerên ku protestoyên li dijî qeyûman dişopandin hatin binçavkirin
15:03 Buldan bang li Kiliçdaroglu kir: Bêdeng nemînin
15:02 Ji Konseya Ewropaye berteka li dijî qeyûm
14:27 Li Wanê jî polisan mudaxaleyî şermezarkirina qeyûm kir
14:25 Li Amedê gel kuçeyan terk nake
13:27 Polîsan li Mêrdîn mudaxaleyî girsê kir: HDP’iyan rê li trafîkê girt
13:10 Rêxistinên Civakî û partiyên siyasî: Divê gelên Tirkiyeyê bertek nîşan bidin
12:51 Polîsan hemû rêyên tên Şaredariya Amedê girtin
12:43 Temellî bang kir: Li her derê deng bilind bikin Jiyanê rawestînin
11:53 Polîsan mudaxaleyî HDP’iyan kir
11:53 Parêzerên Ocalan ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:31 Ji Soylû daxuyaniya qeyûm
11:28 Hevşaredarên Navçeyên Wanê: Em ê li dijî Qeyûman rawestin
11:13 DÎK: Qeyûm darbeya li dijî nirxên hevpar ên mirovahiyê ye
11:12 Polîsan bi ser mala Hevşaredara Qersê Alaca de girtin