Namzetên hevşaredariyên HDP'ê bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin

  • rojane
  • 15:04 12 Sibat 2019
  • |
img

 NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê li gelek navendan xebatên hilbijartina herêmî birêve birin. Namzetên hevşaredariyê yên HDP'ê bi kêfxweşî ji aliyê gel û esnafan ve hatin pêşwazîkirin. 

 
Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan(HDP) a Mêrdînê, li navçeya Dêrîkê starta hilbijartinê da. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, namzetên hevşaredarên HDP’ê, rêvebirên HDP û DBP’ê û gelek welatî tevlî bernameya hat lidarxistin, bûn. Girseyê ji avahiya HDP’ê ya navçeyê dest bimeşê kir, esnaf û welatî silav kirin. Girseya ku ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin hat, bi tililî û çepikan meşa xwe berdewam kirin.
 
Piştî meşê, girse vegeriya ber bi avahiya HDP'ê û çalakî bi dawî bû. 
 
ÊLIH
 
Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Uca, Ayşe Acar Başaran, Nejdet Îpekyuz, Namzetên Hevşaredariya Êlihê Songul Korkmaz û Sabrî Ozdemîr li navenda bajêr esnafan ziyaret kirin. Esnaf û gel bi kêfxweşî HDP’yan pêşwazî kirin. HDP’yan belavok li gel û esnafan belav kirin û gel vexwendin vekirina buroya hilbijartinê ya dê di 17’ê sibatê de pêk were. 
 
Balkêş bû ku di kêliya HDP’yan xebata hilbijartinê birêve dibirin polîsan ew bi maşîneyên zirxî şopandin. 
 
HESKÎF 
 
Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Heskîfê Zozan Şîmşek û Mecîd Tokdemîr bi rêveberên HDP’ê re li bazarê esnafan ziyaret kirin. Welatiyan eleqe nîşanî namzetên hevşaredariyê dan û sohbet kirin. 
 
WAN 
 
HDP'ê li navçeya Elbakê ya Wanê bi beşdariya Namzetên Hevşaredariya Wanê Bedîa Ozgokçe û Mustafa Avci, Namzetên Hevşaredariya Elbakê Şengul Polat û Erkan Acar, Hevserokê HDP'a Bajêr a Wanê Umît Dede buroya hilbijartinê vekirin. Gelek welatî beşdarî vekirina buroyê bûn. Di vekirinê de axaftin hatin kirin û namzetan got "Elbak Ya Me Ye" û xwestin gel xwedî li îradeya xwe derkeve. 
 
Piştî axaftinên hatin kirin buro hat vekirin. 
 
QERS
 
Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca jî xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Bîlgen û Alaca li Kolana Ataturkê esnafan ziyaret kirin û guh dan pirsgirêk û daxwazên wan. Esnafan HDP'iyan bi kêfxweşî pêşwazî kirin. Bîlgen û Alaca piştî serdana esnafan çûn taxa Subatan û welatiyan ziyaret kirin. 
 
ERZIROM 
 
Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Qereçobanê Halît Ogun û Remziye Sonmez jî tevî hewa sar jî xebatên hilbijartinê birêve dibin û gel ziyaret dikin. Ogun û Sonmez îro li taxê nnavçeyê gel û nexweşan ziyaret kirin û li pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin. 
 

Sernavên din

17:44 Platforma Rojnamegerên Jin: Rojnamegeran berdin
17:27 Li Mêrdînê 5 li Amedê 3 rojnameger hêj di bin çavan de ne
17:03 Bi hezaran mamosteyên Kobanê û Hesekê gefên Tirkiyê red kirin
16:13 Muxtar: Li Taxê şerê çekdarî heye
Qereqol: Ji ber ewlehiyê em nikarin bên
16:10 Li Licê şerekî dijwar derket
15:42 Temellî: Ev wêneyê darbeyê ye
15:18 Li Rihayê 14 kes hatin girtin
14:30 Wezareta Karên Hundir qeyûm bi kurdî jî aşkera kir
14:21 Li Amedê polisan êrîşî meşê kir
14:09 Ji Leyla Guven banga yekitiyê: Her roj çalakî her roj berxwedan
13:13 Derbarê hunermend Tûnç de biryara girtinê hat derxistin
13:04 'Bila rojnameger bên berdan'
12:44 Qeyûm tayînî şûna endamê meclisa şaredariyê jî kirin
12:24 Koordînasyona TMMOB'ê: Qeyûm darbeya li dijî demokratikbûnê ye
12:11 Qeyûm meclîsa şaredariya Wanê fesih kir
12:00 Li Amedê li dijî dorpêçê çalakiya rûniştinê
11:42 Meclîsa leşkerî ya Girê Spî ji bo ‘Herêma Ewle' amade ye
11:04 Endamên Dadgeha Bilind jî dê tevlî merasîmê nebin
10:49 'Gel wê bersîva pêwist bide'
09:58 Wezîrê Dadê yê Berê Turk: Îktîdarê di Rewşa Asayî de zagonên OHAL'ê bikar anî
09:37 Kiliçdaroglû: Qeyûm bêhurmetiya li vîna gel e
09:14 Li Farqînê cerdevanan bi ser gund de girt: 6 kes kuştin
09:10 ‘Ev çi hale, Kurdno rabin ser piyan'
09:10 ‘Ji ber qeyûman ên zêde zirar digihê wan kedkar in'
09:09 Kurd, ereb, pomak, çerkes, gurcî, hemşînî, suryanî: Guh bidin Ocalan
09:08 Keskîn: Divê dewlet bangawaziya Ocalan esas bigire
09:07 'Turk-Îş'ê xiyanet li karkeran kir'
09:07 Girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nakin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2019'AN
20/08/2019
22:34 Rojnamevanên di binçavan de: Ji bo nûçeyên şermezarkirina qeyûman negihên raya giştî em hatine binçavkirin
17:29 Bi sedan kes li dijî qeyuman meşiyan
Rêxistinên civakî bertek nîşanî qeyûman dan
17:14 Çalakiyan li Wanê bê navber berdewam kir
16:33 Ji rêxistinên civakî yên li Stenbolê banga 'berxwedana demokratîk'
16:05 Polisan mudaxaleyî parêzer û parlamenteran kirin
15:31 Polîsan wekîl birîndar kirin: Wekîl bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê
15:21 Rojnamegerên ku protestoyên li dijî qeyûman dişopandin hatin binçavkirin
15:03 Buldan bang li Kiliçdaroglu kir: Bêdeng nemînin
15:02 Ji Konseya Ewropaye berteka li dijî qeyûm
14:27 Li Wanê jî polisan mudaxaleyî şermezarkirina qeyûm kir
14:25 Li Amedê gel kuçeyan terk nake
13:27 Polîsan li Mêrdîn mudaxaleyî girsê kir: HDP’iyan rê li trafîkê girt
13:10 Rêxistinên Civakî û partiyên siyasî: Divê gelên Tirkiyeyê bertek nîşan bidin
12:51 Polîsan hemû rêyên tên Şaredariya Amedê girtin
12:43 Temellî bang kir: Li her derê deng bilind bikin Jiyanê rawestînin
11:53 Polîsan mudaxaleyî HDP’iyan kir
11:53 Parêzerên Ocalan ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:31 Ji Soylû daxuyaniya qeyûm
11:28 Hevşaredarên Navçeyên Wanê: Em ê li dijî Qeyûman rawestin
11:13 DÎK: Qeyûm darbeya li dijî nirxên hevpar ên mirovahiyê ye
11:12 Polîsan bi ser mala Hevşaredara Qersê Alaca de girtin