AMED – Hevserokên DBP’ê yên Bajaran, bi tevlîbûna Hevserokê Giştî Mehmet Arslan, ji bo rojevên tecrîd û hilbijartinê herêmî li Amedê civiyan.
Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê yên bajaran, bi tevlîbûna Hevserokê Giştî Mehmet Arslan, ji bo rojevên tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyan berdewam dikin û hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê, li Amedê civiyan. Civîn li salona civînê ya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Amedê hat lidarxistin.