HDK: Ji bo aştî û demokrasiyê teqez divê tecrîd rabe

img

STENBOL -  HDK'ê encamnameya civîna Meclîsa Giştî ya 10'ê Sibatê bi raya giştî re parve kir. HDK'ê di encamnameyê de diyar kir ku ji bo aştî û demokrasî pêş bikeve divê teqez tecrîd bi dawî bibe û wiha got: "Ji ber ku ne tenê kesek, vîna hemû civakê di bin tecrîdê de ye." 

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), di 10'ê Sibatê de li Stenbolê 1'emin Civina Meclîsa Giştî ya Serdema 9’emîn pêk anî. HDK'ê encamnameya civînê bi daxuyaniyek nivîskî bi raya giştî re parve kir. HDK'ê Rêveberiya Lijneyê hilbijart û diyar kir ku wan di çarçoveya xebatê de komîsyonên meclîsê ji nûve amade kirine. HDK'ê di encamnameyê de wiha got: "Pergala Kapîtalîst a Cîhanê di nava krîzekê de ye. efnaseya liberal-demokrasî ku di salên 1990'an de xistin piyaseyê êdî têk diçe. Niha pêla faşîzmê li ser hemû cîhanê belav dike. Li Tirkiye jî faşîzm di sêgoşeya Qesr-AKP-MHP'ê de xwe bi rêxistin dike û êrîşî keda gelên herêmê û welat dike. Di qada çand, civak û siyasî de li ser gelan yek milet, yek ol û yek mezhebî ferz dike. Mafê hemû gelan xezp dike. Tifaqa AKP-MHP'ê niha xwe di bin gotinên bekâya welat  de diparêze. Dîsa xwe bi polîtîkayên şer ve girê dide. Kesên ku aştî xwestin bi KHK'ê îxrac kirin. Akademisyenên Aştiyê yên ji ber daxwaza aştiyê hatin îxrackirin mînaka faşîzmê ya herî şênber e. Parlamenterên ku vîna milyonan kesên aştî û demokrasî dixwazin, girtin û avêtin zindanan. Rastî tecrîda mutlaq hatin. Dîsa di serî de Leyla Guven û girtiyên siyasî yên dest bi greva biçîbûnê kirine, encama van polîtîkayan e. Ji bo vê rêya tarî ronî bike bedena xwe dane ber birçîbûnê. Em wan silav dikin." 
 
'HEMÛ CIVAK DI BIN TECRÎDÊ DE YE' 
 
HDK'ê dirêjî da encamnameyê û wiha berdewam kir: "Encama polîtiekayên şer û bandora tecrîdê xwe li ser hemû civakê dide der. Îktîdar bi van polîtîkayên xwe dixwaze hemû jiyana me dorpêç bike. Ji bo aştî û demokrasî pêş bikeve divê teqez tecrîd bi dawî bibe. Ji bo tecrid bi dawî bibe têkoşîna aştî û demokrasiyê ferz e. Ji ber ku tecrîd ne tenê li ser kesekî tê meşandin. Li ser hemû civakan tê meşandin. Ji bo bêdengiya li hemberî daxwazên kesên ketine greva birçîbûnê divê hewldan dest pê bikin. Nerazîbûn û bilindkirina dengan her roj bêtir bi lez ferz dibe. Rojên borî Erdogan der barê buhabûna jiyanê û zêdebûna enflasyonê de got ‘Îsot û bacan çi dibêje; Bifikirin buhayê guleyekê çiqas e?' Ev gotina wî nîşanî me dide ku sedema em li dijî şer derdikevin çiqas mafdar e. Di şertên şer de çavkanî ne ji bo gel ji bo çekan tê xerçkirin. Ger ku şer tune be pere li çekan jî nayê xerçkirin. Dema mijar dibe şer hemû nakokiyên civakî, bêzarî, nerazibûn, eciqandin, cudakarî dibin ‘teferruat’. 
 
DIVÊ LI SÛRIYE ÇARESERÎ LI GORÎ DAXWAZÊN GEL PÊŞ BIKEVE'
 
Îro li Sûriye di şerê çekdarî de rawestînek heye. Ji bo çareseriya siyasî hin gav tên avêtin. Kongreya Demokratik a Gelan, bê guman, çareseriya siyasî ku armanc dike hemû gelên li Sûriye bi hevre di nava aştiyê de bijîn esas digire. Li aliyê din îtîfaqa Qesr-AKP-MHP'ê gefên li ser axa gelê Sûriyeyê berdewam dike. Bazara xwe ya li ser herêma tampon berdewam dike. Ev nîşan dide ku şer ne li gorî berjewendiyên gelê herêmê ye. Ji ber ku êdî şerê li Sûriye bûye amûra mutlaqiyeta Îktîdarê. " 
 
TIRYIYE JI BO KOÇBERAN BÛYE DÎWARÊ APARTHEÎTÊ'
 
HKD'ê di encamnameyê de bal kişand ser biryara DMME'ê ya der barê Cizîrê de jî û wiha pêde çû: "Di mînaka biryara DMME ya der barê Cizîrê de jî tê dîtin ku êşa koçberiyê ku DMMEi jî eleqeder dike, derketiye astek pir mezin. Ewropa û Cîhan li hemberî vê êşa koçberiyê bêdeng dimîne. Bi destê îtîfaqa Qesr-AKP-MHP'ê Tirkiye ji bo koçberên Suriyeyê diwarê Apartheitê. Ev encaa rewşa Tirkiye ya bîrdozî û polîtîk e. 
 
REJÎM BI KODÊN HIŞMENDIYA MÊR HATIYE HÛNANDIN
 
HDK'ê herî dawî destnîşan kir ku îtîfaqa AKP/MHP'ê polîtîka tundiyê pêş xistiye û bi polîtikayên ku kesên tundiyê dike diparêze rê li pêş tundiyali ser jin, zarok, LGBTİ+ û hemû beşên civakê pêş dixe. 
 
 
EM BANG LI HEMÛ HÊZÊN MUXALÎF DIKIN KU BI HEVRE TÊBIKOŞIN
 
Li pêş me hilbijartina 31'ê Adarê heye. Di vê hilbijartinê de divê em bersîvek xurt bidin qeyûman ku vîna gel xezp kiriye. Em wekî HDK'ê bang li hemû hêzên muxalif dikin ku li dijî vê hişmendiya desthilatdar û şer bi hevre têbikoşin." 
 
 

Sernavên din

17:54 Fîncanci ku Leyla Guven muayene kir: Bila tecrîd bi dawî bibe, mirov nemirin
17:05 Îdîanameya derbarê Osman Kavala de hat amadekirin pêşkêşî dadgehê hat kirin
16:58 Temellî Leyla Guven ziyaret kir: Bila hikûmet li gorî zagonên xwe tev bigere
16:11 Li Derazorê bi sedan DAIŞ’î teslîm bûn
16:10 100 kes li Dêrikê ketin grevê
15:34 Dolmîşa karkeran qelibî: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:30 Malbatên xizmên wan di greva birçûbûnê dene: Piştgiriyê bidin vê berxwedanê
15:30 16 girtî ji Tarsûsê sewqî Mereşê hatin kirin
14:32 Bertek nîşanî tacîza polîs dan: Nêrîna dewletê ya ji bo jinan diyar dike
14:31 Baroya Wanê: EGM faîlên îşkencekar diparêz e
14:24 Wekîlê HDP’ê Bilgen: Hûn nikarin bi sembolên al û welat gemara xwe veşêrin
14:10 Serokê AKP'ê yê navçeyê îstîfa kir
14:02 Leyla Guven ji Konferansa Ciwanan a Kobanê re peyam şand
13:39 Belgefîlma 'Şeva Xîzê' li Êlihê hat pêşandan
12:59 HDP şerh danî: Pêşnûmeya Torbe xizmeta gel û wîcdanê gel nakin
12:49 DBP: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
12:43 Di konferansê de biryara avakirina Weqfa Demokrasiyê ya Abdullah Ocalan dan
12:23 Jinên ciwan ên HDP'yî: Em ê bi berxwedanê ji pêvajoyê re bibin bersiv
12:22 Xebatên HDP’ê yên hilbijartinê berdewam dikin
11:32 Gergerlîoglu: Dîmena tacîza polîsan kêliya derewên hikûmetê dibişkivin e
11:13 Martîna Anderson: Leyla dixwaze li Îmraliyê qanûn pêk werin
11:04 Ev jî dora edaletê ye!
10:24 Li Osmaniyê binçavkirinên meday civakî
10:21 Namzetên bajarê Qedîm Mîdyadê dê tûrîzma çand û baweriyê pêş bixin
10:20 Girtiyê 66 rojin di grevê deye peyam şand: Em ê berxwedanê di asta herî jor de bidomînin
09:45 Ji bo standartkirina kurmanciyê gavek mezin: Rêbera Rastnivîsînê
09:45 'Bêdengiya me dê wan bikuje'
09:45 Bi kampanyaya 'bila zarok neqefilin' pêdiviyên 800 zarokî peyda kirin
09:41 Namzetên bajaroka Bûlamê: Bi çiyayên xwe, bi deşta xwe, bi tûtina xwe Bûlam a me ye
09:40 Namzetên bajaroka Periyê: Em ê şaredariyê radestî gel bikin
09:39 Girtiyê 67 roj in di greva birçîbûnê de ye: Em ê tecrîdê bişikînin
09:38 'Nêviyê nifûsê Tirkiyeyê wek ku devokeke tirkî be nêzî zimanê lazî dibin'
09:37 'Ji bo aştî pêk bê, divê tecrîd bi dawî bibe'
09:36 Girtiyê nexweş xistin hucreyê, bi mehan e malbat wî nabîne
09:32 'Bi JES'an bihiştê vediguherînin dojehê'
09:31 Halê Bazara Rûsê ne tu hal e
09:30 Kedkarên hatin îxrackirin: Em ê di hilbijartinê de bersivê bidin
09:27 Tan: Kurd li Rojhilata Navîn pêşengiya 21'ê Sibatê dikin
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2019'AN
08:06 Berxwedana Leyla Guven di roja 105'an de berdewam dike
19/02/2019
18:50 Hunermendên jin Guven ziyaret kirin: Berxwedana wê berxwedana me ye
16:55 AKP’ê li Îdir û Qersê li hemberî HDP’ê namzetên xwe bi paş ve kişandin
16:32 Hevseroka DBP'ê ya Şirnexê Altay şandin girtîgehê
16:27 Anderson a Guven ziyaret kir: Ez di rewşek bi kelecan û îlham girtî de veqetiyam
16:17 Namzetên HDP'ê buroyên hilbijartinê vedikin: Wê li pey xwe nenêrin û biçin
16:13 Merve Demirel der barê polîs de glî kir
15:57 Rêxistinên Civaka Demokratîk ên Wanê: Demildest bikevin nava tevgerê
15:08 Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê Girtîgeha Bakirkoy ziyaret kir
14:52 Demîrtaş ji bo Guven ji PE û MPKE’yê re name şand
14:31 ÎHD: Di sala 2018’an de 41 zarokan jiyana xwe ji dest dan