Dayika Selma Irmak: Pêkanîna daxwazan ne tiştekî zehmet e

  • rojane
  • 09:17 12 Sibat 2019
  • |
img
MÊRDÎN - Emîne Irmak, dayika Parlementera HDP'ê ya berê Selma Irmak ku ji 15'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye, got: "Ketina greva birçîbûnê ne tiştekê rihet e. Lê pêkanîna daxwazan ne tiştekî zehmet e." 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 97'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê didome. Li Hewlêrê çalakiya greva birçîbûnê ya Nasir Yagiz di roja 84'an û li Strasboûrgê jî çalakiya greva birçîbûnê di roja 58'an de didome. 
 
DI SALA 2012'AN DE 60 ROJÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE MA 
 
Parlementera HDP'ê ya berê û Hevseroka KCD'ê ya berê Selma Irmak jî ji 15'ê Çileyê ve jî li girtîgehê di greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger de ye. Irmak, di sala 2012'an de jî 60 roj î di greva birçîbûnê de mabû. Dayika wê Emîne Irmak, destnîşan kir ku wan tu carî keça xwe bi tenê nehiştiye û ew her tim piştgiriyê didin wê. Dayik Irmak, bang kir ku divê demildest daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bên qebûlkirin. 
 
‘PÊKANÎNA DAXWAZAN NE ZEHMET E' 
 
Dayik Irmak, diyar kir ku ew bi telefonê bi keça xwe re axiviye û got: "Got, ew nikare bêje rewşa girtiyan pir baş e. Got, çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven didome û heta tecrîd ji holê neyê rakirin wê çalakiya wan jî dewam bike." Dayik Irmak, xwest hikûmet ji bo daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê xwe li bêdengiyê daneyne, mafên mirovan esas bên girtin da mirov bêtir neêş in. 
 
Dayik Irmak, diyar kir ku keça wê gotiye heta ev tecrîd bi dawî nebe wê zarokên wan tim di xetereyê de bin û got: "Ketina greva birçîbûnê ne tiştekî rihet e. Ne ji bo girtiyan rihet e, ne jî ji bo me malbatan. Lê belê bidawîkirina tecrîdê, pêkanîna daxwazan ne zehmet e. Daxwaza me ew e ku daxwaza wan bê qebûlkirin." 
 
Dayik Irmak ku got "Em li pişt zarokên xwe ne. Heta daxwaza wan bê qebûlkirin em ê piştgiriyê bidin wan" û got: "Dibe em carinan li ber bikevin, lê divê em moral bidin wan. Dixwazim gelê me ji bo vê bi hesasiyet tev bigere. Divê mirov li derdora xwe binerin ka çi heye çi tune ye. Divê em belav bikin ku zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Em dengê wan ragihînin. Em li benda mirinan nesekinin." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

17/08/2019
21:37 Dengbêjên Ciwan şev geş kirin
16:51 Gelek baroyan dawetiya dadgeha bilind red kirin
16:44 Başak Demîrtaş, Selvî Kiliçdaroglû û Dîlek Îmamoglû hatin gelhev
16:21 Dozger binçavkirina Nûçegîhanê me Ergîn Çaglar 2 rojan dirêj kir
16:10 Di kongreya HDP’ê de banga yekitiya Kurdan hat kirin
15:41 Di nava 2 sal û nîvê de 73 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
15:35 Dayikên Şemiyê: Em dest ji lêgerîna Mehmet Ertak bernadin
15:20 'Rûniştina F' vê carê ji bo Rojnameger Ziya Ataman li dar xistin
15:10 'Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan berdin'
15:04 Guven: Bi polîtîkayên şer pirsgirêk çareser nabin
14:56 Xizmên windayan: Em guh bidin dengê dayikan ên aştiyê
14:48 Li Lîcê qezaya trafîkê : 4 jê zarok 7 kes birîndar bûn
14:41 Şewata li Lîcê rû dabû hat vemirandin
14:27 NY: Nêviyên girtiyên siyasî yên Îranê Kurd in
14:05 Platforma Şaxan a KESK'ê ya Edenê: Emê bi hevre têbikoşin
14:01 Turgut ji ber cezayê wî qediya ye û nayê berdan ketiye rojiya mirinê
13:07 Dadgeha Bilind mafê karkera jina ducanî parast
12:52 Adsiz ê li Girtigeha Xarpêtê di rojiya mirinê de bû dawî li çalakiya xwe anî
12:18 Baroya Enqerê jî wê beşdarî vekirina sala edlî nebe
11:59 Der barê îşkenceya li Girtîgeha Osmaniyê de serlêdana sûc
11:40 Dozger di destûrê de ye cenaze 28 rojin li morgê ye
11:12 Rojnameya Newjîn a jinên ciwan çap dike dibe hêvî
10:49 Aîr Hava ya Kaliforniyayî: Bila talankirina xwezayê bi dawî bibe
10:33 Hinceta qedexeyên walîtiyê : Sersala damezrandina TKEP/L, MLKP û MKP'ê ne
10:18 Polîsan li Rihayê 25 kes binçav kirin
10:15 'Divê ji bo biryarên erênî AYM bê teşwîqkirin’
10:02 1000 rojin Wan di bin pergala OHAL'ê de dijî
09:35 Hunermendên li Çiyayên Kazê: Zimanê hemû berxwedanan hevpare
09:20 Girtiyê nexweş ê 75 salî êdî malbata xwe nas nake
09:19 Akademîsyenên Zanîngeha Artûklûyê: Enstîtu tê tasfiyekirin
09:19 Girtiyên hatin derbkirin: Em ê dest bi rojiya mirinê bikin
09:18 DÎSK û KESK: Turk-Îş îmze danî bin belengaziyê
09:14 Marmara ji bo erdhejê ne amade ye
09:14 'Ocalan, li dijî pergala xirabiyê ya sed salî derdikeve'
09:13 Li Colemêrgê derxistina hingiv dest pê kir
09:12 Dozger derbarê gardiyanên îşkencekar û bijîşkan de lêpirsînê venake!
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2019'AN
16/08/2019
21:26 Li Licê agir bi daristanekê ket
18:21 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
16:48 Baroya Amedê: Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyên rastî îşkenceyê hatin rastî lêpirsînê hatin
15:37 Girtina Enstîtuya Zimanên Dijîn birin Meclîsê
15:23 Li Navenda Ambulansê xistin: 3 xebatkarên tenduristiyê kuştin
13:42 Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Ergin Çaglar li Edliyê binçav kirin
12:57 ÎHD: Pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li Girtîgeha Osmaniyeyê lêkolîn bikin
12:51 Pêkanînên Girtîgeha Xarpêtê careke din ketin rojeva Meclisê
12:01 Çerxa di pîşesaziyê de giran bûye
10:54 Wezîrê Parastinê Akar çû Rihayê
10:21 Ocalan: Em her dem ji aştiyê re amade ne
09:11 Gumuştaş: Rêya bingehîn ewe ku em rêya Tirkiye û têkoşîna azadiya kurd bikin yek
09:10 'Em li Sûriyeyê ji mirinê û li Tirkiyeyê jî ji dervesînorkirinê direvin'