Nasir Yagiz: Bi saya berxwedana li Îmraliyê li ser piya me

  • rojane
  • 09:15 12 Sibat 2019
  • |
img
HEWLÊR - Endamê Nûnertiya HDP'ê ya HDP'ê Nasir Yagiz ku li dijî tecrîdê 84 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, destnîşan kir ku a wî li ser piya dihêle felsefe û berxwedana 20 salan a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 97'an de didome. Bi heman daxwazê li Hewlêrê jî çalakiya greva birçîbûnê ya Endamê Nûnertiya HDP'ê Nasir Yagiz jî di roja 84'an de didome. Yagiz, destnîşan kir ku daxwaza wî ew e ku êdî mirov nemirin û tecrîd bi dawî bibe. 
 
'JI BO HER TIŞTÎ AMADE ME' 
 
Yagiz, destnîşan kir ku çend roj berê ew nerihet bûye û wî rakirine nexweşxaneyê, lê belê wî dîsa dev ji çalakiya xwe bernedaye û got: "Bila kes min nefikire, ez ji bo her tiştî amade me. Ji bo min, tu daxwaziyeke min tune ye. Kêfxweş im ku ez ji bo vî gelê berxwedêr berpirsiyariya xwe pêk tînim û niha dijîm. Heta çalakiya min bi ser nekeve wê dewam bike. Ji roja min dest bi çalakiyê kiriye heta niha biryara min heman biryar e. Bi tu awayî baweriya min neleqiyaye, bereksê wê bi serwextbûneke hîn bêtir çalakiya xwe didomînim." 
 
Yagiz, bilêv kir ku bi saya têkoşînê hîn bêtir wî malbata xwe û dostên xwe nas kiriye û got: "Bi taybetî jî silavên hemşeriyên min ên êlihî tên. Cihê kêfxweşiyê ye ku ev gel em texdîr dikin. Loma careke din dibêjim ji bo xwe doza tiştekî nakim." 
 
'MIN TEDAWÎKIRIN QEBÛL NEKIR' 
 
Yagiz, anî ziman ku hem li ser medyaya civakî hem jî bi rêya telefonê gelek kes der barê etnduristiyê de pirsa wî dikin û got: "Eger ji bo pêşeroja vê civakê, peywirek ketibe ser milê min, ez niha wê peywirê bi cih tînim. Di 1'ê Sibatê de nerihet bûm, min rakirin nexweşxaneyê. Lê min tedawîkirin qebûl nekir. Ji bo xwe doza tiştekî nakim. Daxwaza min tenê daxwaza gelê min e. Bi saya vê daxwazê jî moralê min baş dibe. Tevî ev qas birçîbûnê jî, ya min li ser piya dihêle felsefe û berxwedana 20 salan a Rêber Apo ye. Felsefeya wî, felesefeya jiyana bi hev re ye." 
 
RUHÊ ZINDANA AMEDÊ 
 
Yagiz, bilêv kir ku ew car carinan bi Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û çalakgerên din re diaxive û got: "Wexta Leyla Guven hat berdan, em axivîn. Ji min re got 'Te baş ji ruhê berxwedana zindana Amedê fêm kiriye. Loma careke din dibînim ku em ê bi ser bikevin.' Ruhê têkoşîna ji Mazlûm û Akîfan heta niha didome, em li ser piya dihêlin." 
 
‘DIVÊ DENG BILIND BIBE' 
 
Yagiz, destnîşan kir ku gel xwedî li berxwedana wan deerdikeve, lê belê ev yek têr nake û got: "Bi hezaran mirov tên girtin û bi hezaran mirov dimirin. Lê divê em hînî tiştên wisa nebin û li dijî van pêkanînan deng derxînin." Yagiz got: "Divê li gor îroka Êlihê berxwedan rû bidin, divê gelê Amedê Leyla Guven bi tenê nehêle. Divê dakeve kuçeyan û bibêje Leyla Guven ne bi tenê ye." 
 
Yagiz, anî ziman ku ger mirin çêbibe wê herkes poşman bibe û got: "Lê binerin ji ber gelê me yên li jêrzemînên Cizîrê hat qetilkirin, ji bo Mehmet Tûnç poşmanî li me hemûyan peyda bû û ew poşmanî hîn jî didome. Careke din dipirsim, ji bo çi me helw neda ku ew bijîn. Ji bo sibê hin poşmaniyên din jî peyda nebin, divê têkoşîn bê bilindkirin." 
 
MA / Metin Yoksu 

Sernavên din

17/08/2019
21:37 Dengbêjên Ciwan şev geş kirin
16:51 Gelek baroyan dawetiya dadgeha bilind red kirin
16:44 Başak Demîrtaş, Selvî Kiliçdaroglû û Dîlek Îmamoglû hatin gelhev
16:21 Dozger binçavkirina Nûçegîhanê me Ergîn Çaglar 2 rojan dirêj kir
16:10 Di kongreya HDP’ê de banga yekitiya Kurdan hat kirin
15:41 Di nava 2 sal û nîvê de 73 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
15:35 Dayikên Şemiyê: Em dest ji lêgerîna Mehmet Ertak bernadin
15:20 'Rûniştina F' vê carê ji bo Rojnameger Ziya Ataman li dar xistin
15:10 'Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan berdin'
15:04 Guven: Bi polîtîkayên şer pirsgirêk çareser nabin
14:56 Xizmên windayan: Em guh bidin dengê dayikan ên aştiyê
14:48 Li Lîcê qezaya trafîkê : 4 jê zarok 7 kes birîndar bûn
14:41 Şewata li Lîcê rû dabû hat vemirandin
14:27 NY: Nêviyên girtiyên siyasî yên Îranê Kurd in
14:05 Platforma Şaxan a KESK'ê ya Edenê: Emê bi hevre têbikoşin
14:01 Turgut ji ber cezayê wî qediya ye û nayê berdan ketiye rojiya mirinê
13:07 Dadgeha Bilind mafê karkera jina ducanî parast
12:52 Adsiz ê li Girtigeha Xarpêtê di rojiya mirinê de bû dawî li çalakiya xwe anî
12:18 Baroya Enqerê jî wê beşdarî vekirina sala edlî nebe
11:59 Der barê îşkenceya li Girtîgeha Osmaniyê de serlêdana sûc
11:40 Dozger di destûrê de ye cenaze 28 rojin li morgê ye
11:12 Rojnameya Newjîn a jinên ciwan çap dike dibe hêvî
10:49 Aîr Hava ya Kaliforniyayî: Bila talankirina xwezayê bi dawî bibe
10:33 Hinceta qedexeyên walîtiyê : Sersala damezrandina TKEP/L, MLKP û MKP'ê ne
10:18 Polîsan li Rihayê 25 kes binçav kirin
10:15 'Divê ji bo biryarên erênî AYM bê teşwîqkirin’
10:02 1000 rojin Wan di bin pergala OHAL'ê de dijî
09:35 Hunermendên li Çiyayên Kazê: Zimanê hemû berxwedanan hevpare
09:20 Girtiyê nexweş ê 75 salî êdî malbata xwe nas nake
09:19 Akademîsyenên Zanîngeha Artûklûyê: Enstîtu tê tasfiyekirin
09:19 Girtiyên hatin derbkirin: Em ê dest bi rojiya mirinê bikin
09:18 DÎSK û KESK: Turk-Îş îmze danî bin belengaziyê
09:14 Marmara ji bo erdhejê ne amade ye
09:14 'Ocalan, li dijî pergala xirabiyê ya sed salî derdikeve'
09:13 Li Colemêrgê derxistina hingiv dest pê kir
09:12 Dozger derbarê gardiyanên îşkencekar û bijîşkan de lêpirsînê venake!
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2019'AN
16/08/2019
21:26 Li Licê agir bi daristanekê ket
18:21 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
16:48 Baroya Amedê: Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyên rastî îşkenceyê hatin rastî lêpirsînê hatin
15:37 Girtina Enstîtuya Zimanên Dijîn birin Meclîsê
15:23 Li Navenda Ambulansê xistin: 3 xebatkarên tenduristiyê kuştin
13:42 Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Ergin Çaglar li Edliyê binçav kirin
12:57 ÎHD: Pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li Girtîgeha Osmaniyeyê lêkolîn bikin
12:51 Pêkanînên Girtîgeha Xarpêtê careke din ketin rojeva Meclisê
12:01 Çerxa di pîşesaziyê de giran bûye
10:54 Wezîrê Parastinê Akar çû Rihayê
10:21 Ocalan: Em her dem ji aştiyê re amade ne
09:11 Gumuştaş: Rêya bingehîn ewe ku em rêya Tirkiye û têkoşîna azadiya kurd bikin yek
09:10 'Em li Sûriyeyê ji mirinê û li Tirkiyeyê jî ji dervesînorkirinê direvin'