Girtiyê 59 roj in di grevê de: Dive her mirov li dijî tecrîdê bisekinin

  • rojane
  • 09:14 12 Sibat 2019
  • |
img

AMED - Nîmetûllah Çinkişiç ku 59 roj in li Girtîgeha Amedê di greva birçîbûnê de ye, destnîşan kir ku têkşikandina tecrîdê peywira hemû kesên ku ji xwe re dibêjin "em mirov in". 

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 97'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger de ne. Yek ji van girtiyan jî Nîmetûllah Çinkiliç e ku 59 roj in li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di greva birçîbûnê de ye. Çinkiliç ku di sala 1993'yan de li Bedlîsê hatiye dinê ji sala 2016'an ve girtiye. Çinkiliç, nameyek şand û di nameya xwe de bal kişand ser sedemên greva birçîbûnê. 
 
Çinkiliç, di nameya xwe de diyar kir ku li heman girtîgehê ew tevî 5 hevalên xwe ji 16'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ne. Çinkiliç, bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên rû didin û got: "Di warê tenduristiyê de zihîfbûn, bêhalî, serêşandin heye. Lê belê moralê me pir baş e." 
 
‘HER KU TECRÎD BÊ PERÇEKIRIN WÊ FAŞÎZM BI PAŞ VE BIÇE' 
 
Çinkiliç, bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: "Ev tecrîd tenê ne li ser Rêberê me ye, li ser hemû hêzên demokrasiyê, ciwan û jina ye. Her ku tecrîd kûr dibe, faşîzm pêş ve diçe. Lê her ku tecrîd bê perçekirin wê faşîzm bi paş ve biçe. Loma ji bo em ji vê faşîzmê xelas bibin, teqez divê tecrîd bê şikandin. Perçekirina tecrîdê jî peywira hemû kesên ku ji xwe re dibêjin 'em mirov in.'" 
 
'PÊŞENGIYEKE RAST DIVÊ' 
 
Çinkiliç, anî ziman ku divê gel, hêzên demokrasiyê û ciwan hemû qadn veguherînin qadên berxwedanê û divê tax, qad û kuçe bibin kelehên berxwedanê. Çinkiliç got: "Bi taybetî jî divê siyasetmedarên me tenê bi saziyan xwe sînrodar nekin, divê bi pêşengtiyeke rast hemû qadan veguherînin qada berxwedanê. Her tişt li ber çava ye. Daxwaza gelê me û hevrêyên me yên çalakger zelal in. Ji bo vê jî pratîk divê." 
 
‘DIVÊ CIWAN PÊŞENGTIYÊ BIKIN' 
 
Çinkiliç, anî ziman ku ev pêvajo pêvajoyeke ku gav bi gav dîroka berxwedanê tê nivîsandin û divê ciwanên kurd bibin pêşengê vê pêvajoyê. Çinkiliç got: "Em xurt in û faşîzm li ber berxwedanameya bihişmet direhile. Rêber Apo, ji bo me sedema hebûnê ye. Ew muhassalaya hemû nirxên me ye. Çalakiya rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê û çalakiyên hûn nikarin roja me tarî bikin, ji bo me referans in. Divê rastiya Kurdistanê jî vê rewşa heyî qebûl neke. Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê birûxînin." 

Sernavên din

17/08/2019
21:37 Dengbêjên Ciwan şev geş kirin
16:51 Gelek baroyan dawetiya dadgeha bilind red kirin
16:44 Başak Demîrtaş, Selvî Kiliçdaroglû û Dîlek Îmamoglû hatin gelhev
16:21 Dozger binçavkirina Nûçegîhanê me Ergîn Çaglar 2 rojan dirêj kir
16:10 Di kongreya HDP’ê de banga yekitiya Kurdan hat kirin
15:41 Di nava 2 sal û nîvê de 73 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
15:35 Dayikên Şemiyê: Em dest ji lêgerîna Mehmet Ertak bernadin
15:20 'Rûniştina F' vê carê ji bo Rojnameger Ziya Ataman li dar xistin
15:10 'Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan berdin'
15:04 Guven: Bi polîtîkayên şer pirsgirêk çareser nabin
14:56 Xizmên windayan: Em guh bidin dengê dayikan ên aştiyê
14:48 Li Lîcê qezaya trafîkê : 4 jê zarok 7 kes birîndar bûn
14:41 Şewata li Lîcê rû dabû hat vemirandin
14:27 NY: Nêviyên girtiyên siyasî yên Îranê Kurd in
14:05 Platforma Şaxan a KESK'ê ya Edenê: Emê bi hevre têbikoşin
14:01 Turgut ji ber cezayê wî qediya ye û nayê berdan ketiye rojiya mirinê
13:07 Dadgeha Bilind mafê karkera jina ducanî parast
12:52 Adsiz ê li Girtigeha Xarpêtê di rojiya mirinê de bû dawî li çalakiya xwe anî
12:18 Baroya Enqerê jî wê beşdarî vekirina sala edlî nebe
11:59 Der barê îşkenceya li Girtîgeha Osmaniyê de serlêdana sûc
11:40 Dozger di destûrê de ye cenaze 28 rojin li morgê ye
11:12 Rojnameya Newjîn a jinên ciwan çap dike dibe hêvî
10:49 Aîr Hava ya Kaliforniyayî: Bila talankirina xwezayê bi dawî bibe
10:33 Hinceta qedexeyên walîtiyê : Sersala damezrandina TKEP/L, MLKP û MKP'ê ne
10:18 Polîsan li Rihayê 25 kes binçav kirin
10:15 'Divê ji bo biryarên erênî AYM bê teşwîqkirin’
10:02 1000 rojin Wan di bin pergala OHAL'ê de dijî
09:35 Hunermendên li Çiyayên Kazê: Zimanê hemû berxwedanan hevpare
09:20 Girtiyê nexweş ê 75 salî êdî malbata xwe nas nake
09:19 Akademîsyenên Zanîngeha Artûklûyê: Enstîtu tê tasfiyekirin
09:19 Girtiyên hatin derbkirin: Em ê dest bi rojiya mirinê bikin
09:18 DÎSK û KESK: Turk-Îş îmze danî bin belengaziyê
09:14 Marmara ji bo erdhejê ne amade ye
09:14 'Ocalan, li dijî pergala xirabiyê ya sed salî derdikeve'
09:13 Li Colemêrgê derxistina hingiv dest pê kir
09:12 Dozger derbarê gardiyanên îşkencekar û bijîşkan de lêpirsînê venake!
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2019'AN
16/08/2019
21:26 Li Licê agir bi daristanekê ket
18:21 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
16:48 Baroya Amedê: Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyên rastî îşkenceyê hatin rastî lêpirsînê hatin
15:37 Girtina Enstîtuya Zimanên Dijîn birin Meclîsê
15:23 Li Navenda Ambulansê xistin: 3 xebatkarên tenduristiyê kuştin
13:42 Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Ergin Çaglar li Edliyê binçav kirin
12:57 ÎHD: Pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li Girtîgeha Osmaniyeyê lêkolîn bikin
12:51 Pêkanînên Girtîgeha Xarpêtê careke din ketin rojeva Meclisê
12:01 Çerxa di pîşesaziyê de giran bûye
10:54 Wezîrê Parastinê Akar çû Rihayê
10:21 Ocalan: Em her dem ji aştiyê re amade ne
09:11 Gumuştaş: Rêya bingehîn ewe ku em rêya Tirkiye û têkoşîna azadiya kurd bikin yek
09:10 'Em li Sûriyeyê ji mirinê û li Tirkiyeyê jî ji dervesînorkirinê direvin'