Malbata sûriyeyî: Em rojê 12 saetan ji bo 48 lîreyî dixebitin

img

EDENE – Li Çûkûrovayê, malbata Dexfak ya sûriyeyî ku rojê 12 saetan di şert û mercên zehmet de li nav erdan bi 48 lîreyî dixebite. Hamîd Dexfak, anî ziman kir ku ew di konan de dimînin û got: "Ji bo em jiyana xwe bidomînin em mecbûr in." 

Li gor daneyên Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê, li Edeneyê 150 hezar û 108 penaberên sûriyeyî li Edeneyê dijîn. Piraniya van penaberan li nav erdan, li ser înşeatan dixebitin. Penaber, an di konan de an jî di xaniyên bi kirê de dijîn. Ji ber vê di warê hijyenîkê de şert û mercên wan nebaş in. Yek ji van malbatan jî malbata Dexfak  e ku 5 sal berê ji Reqayê hatin li gundê Karagoçer ê navçeya Karataş a Edeneyê bi cih bû. Malbata Dexfak bi eslê xwe ji Hebeşîstanê ye. 30 sal berê ji ber xizaniyê ji Hebeşîstanê berê xwe da Reqayê. Lê belê piştî DAIŞ'ê Reqa dagir kir, careke din ket rêya penaberiyê û di sala 2014'an de berê xwe da Tirkiyeyê. Malbata Dexfak, pêşî hat Mêrdînê û paşê çû herêma Çûkûrovayê. Li Çûkûrovayê, ji bo domandina jiyana xwe li nav erdan bi erzanî dixebite. Ferdên malbatê rojê 12 saetan bi 48 lîreyî dixebitin. 
 
‘ŞERT ZEHMET IN' 
 
3 zarokên malbata Dexfak, li vir hatin dinê. Ferdên malbatê bilêv dikin ku dewlet bi tu awayî piştgiriyê nade wan û ew jî ji mecbûrî rojê 12 saetan li nav erdan bixebitin. 
 
Hamîd Dexfak, destnîşan kir ku ew mecbûr man e ku koç bikin. Dexfak, diyar kir ku ew li Reqayê ajovanê TIR'ê bûye û jiyana wan baş bûye. Dexfak, bilêv kir ku mala wî ya li Reqayê hatiye bombekirin û ew niha bixwazin vegerin jî wê jiyan ji bo wan ne wekî berê be. 
 
‘XEBATA LI NAV ERDAN ZEHMET E' 
 
Dexfak, bilêv kir ku ji bo jiyana wan bidome ew ji mecbûrî di konan de dijîn û got: "Helbet, xebata li nav erdan zehmet e. Zarokekî min ê 15 salî berasteng e. Ew jî li nav erd dixebite. Wexta kar hebe em dixebitin. 3 zarokên min hene. Bi zorê debara wan dikim. Jiyan zehmet be, lê dîsa jî şikir. Kon sar e û em hewl didin bi sobeyê xwe germ bikin. Di kon de em 8 kes dimînin. Heta niha dewletê tu piştgirî nedaye me. Em bi derfetên xwe li ber xwe didin." 
 
MA / Hamdullah Kesen 
 
 

Sernavên din

17:54 Fîncanci ku Leyla Guven muayene kir: Bila tecrîd bi dawî bibe, mirov nemirin
17:05 Îdîanameya derbarê Osman Kavala de hat amadekirin pêşkêşî dadgehê hat kirin
16:58 Temellî Leyla Guven ziyaret kir: Bila hikûmet li gorî zagonên xwe tev bigere
16:11 Li Derazorê bi sedan DAIŞ’î teslîm bûn
16:10 100 kes li Dêrikê ketin grevê
15:34 Dolmîşa karkeran qelibî: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:30 Malbatên xizmên wan di greva birçûbûnê dene: Piştgiriyê bidin vê berxwedanê
15:30 16 girtî ji Tarsûsê sewqî Mereşê hatin kirin
14:32 Bertek nîşanî tacîza polîs dan: Nêrîna dewletê ya ji bo jinan diyar dike
14:31 Baroya Wanê: EGM faîlên îşkencekar diparêz e
14:24 Wekîlê HDP’ê Bilgen: Hûn nikarin bi sembolên al û welat gemara xwe veşêrin
14:10 Serokê AKP'ê yê navçeyê îstîfa kir
14:02 Leyla Guven ji Konferansa Ciwanan a Kobanê re peyam şand
13:39 Belgefîlma 'Şeva Xîzê' li Êlihê hat pêşandan
12:59 HDP şerh danî: Pêşnûmeya Torbe xizmeta gel û wîcdanê gel nakin
12:49 DBP: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
12:43 Di konferansê de biryara avakirina Weqfa Demokrasiyê ya Abdullah Ocalan dan
12:23 Jinên ciwan ên HDP'yî: Em ê bi berxwedanê ji pêvajoyê re bibin bersiv
12:22 Xebatên HDP’ê yên hilbijartinê berdewam dikin
11:32 Gergerlîoglu: Dîmena tacîza polîsan kêliya derewên hikûmetê dibişkivin e
11:13 Martîna Anderson: Leyla dixwaze li Îmraliyê qanûn pêk werin
11:04 Ev jî dora edaletê ye!
10:24 Li Osmaniyê binçavkirinên meday civakî
10:21 Namzetên bajarê Qedîm Mîdyadê dê tûrîzma çand û baweriyê pêş bixin
10:20 Girtiyê 66 rojin di grevê deye peyam şand: Em ê berxwedanê di asta herî jor de bidomînin
09:45 Ji bo standartkirina kurmanciyê gavek mezin: Rêbera Rastnivîsînê
09:45 'Bêdengiya me dê wan bikuje'
09:45 Bi kampanyaya 'bila zarok neqefilin' pêdiviyên 800 zarokî peyda kirin
09:41 Namzetên bajaroka Bûlamê: Bi çiyayên xwe, bi deşta xwe, bi tûtina xwe Bûlam a me ye
09:40 Namzetên bajaroka Periyê: Em ê şaredariyê radestî gel bikin
09:39 Girtiyê 67 roj in di greva birçîbûnê de ye: Em ê tecrîdê bişikînin
09:38 'Nêviyê nifûsê Tirkiyeyê wek ku devokeke tirkî be nêzî zimanê lazî dibin'
09:37 'Ji bo aştî pêk bê, divê tecrîd bi dawî bibe'
09:36 Girtiyê nexweş xistin hucreyê, bi mehan e malbat wî nabîne
09:32 'Bi JES'an bihiştê vediguherînin dojehê'
09:31 Halê Bazara Rûsê ne tu hal e
09:30 Kedkarên hatin îxrackirin: Em ê di hilbijartinê de bersivê bidin
09:27 Tan: Kurd li Rojhilata Navîn pêşengiya 21'ê Sibatê dikin
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2019'AN
08:06 Berxwedana Leyla Guven di roja 105'an de berdewam dike
19/02/2019
18:50 Hunermendên jin Guven ziyaret kirin: Berxwedana wê berxwedana me ye
16:55 AKP’ê li Îdir û Qersê li hemberî HDP’ê namzetên xwe bi paş ve kişandin
16:32 Hevseroka DBP'ê ya Şirnexê Altay şandin girtîgehê
16:27 Anderson a Guven ziyaret kir: Ez di rewşek bi kelecan û îlham girtî de veqetiyam
16:17 Namzetên HDP'ê buroyên hilbijartinê vedikin: Wê li pey xwe nenêrin û biçin
16:13 Merve Demirel der barê polîs de glî kir
15:57 Rêxistinên Civaka Demokratîk ên Wanê: Demildest bikevin nava tevgerê
15:08 Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê Girtîgeha Bakirkoy ziyaret kir
14:52 Demîrtaş ji bo Guven ji PE û MPKE’yê re name şand
14:31 ÎHD: Di sala 2018’an de 41 zarokan jiyana xwe ji dest dan