NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezaran welatiyên Bakur û Rojavayê Sûriyê, bi minasebeta 1'emîn salvegera 20'ê Çile ya operasyona li dijî Efrînê, li Kobanê, Şahba, Qamişlo û gelek navendên din daketin kolanan. Girseyên daketin kolanan meş û mitîng li dar xistin daxwazên xwe anîn ziman.
Di 20`ê Çileyê 2018`an de 73 balafirên şer ên TSK'ê ji hewayî û li dijî Efrînê operasyon dan destpêkirin. Di heman wextê de bi sedan tang û top ji bejayî ve ketin axa Efrinê. Operasyona li dijî Efrînê 58 rojan berdewam kir. Gel li dijî vê operasyonê berxwedanek dîrokî nîşan da. Malên sivîlan, cihên şûnwarî û navendên gelerî kirin hedef. Di encam de bi sedan jin, mêr, zarok, kal û pîr jiyana xwe ji dest dan. bi sedan jî birîndar bûn. Bi wesîleya vê rojê bi deh hezaran welatiyên Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê li Qamişlo, Şehba, Kobanê û gelek navendên din bi armanca şermezarkirina êrîşên Tirkiye, daketin kolanan. Girseyên ku daketin kolanan meşên girseyî pêk anîn û li qadên mitîngan gihiştin hev. Li Şehbayê bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê bi durşmeya "Em ê bi rihê Berxwedana Serdemê Efrînê rizgar bikin û dagirkeriya Tirkiyê biqewitînin" meşiyan û tev li mîtîngê bûn. Hemû dukanên bazirganiyê hatin girtin, tevgera çûn û hatin hate sekinandin. Her kes ji bo şermezarkirina operasyona Tirkiye ya li dijî Efrînê tev li meşê bûn û daxwaza xwe ya vegera Efrînê anîn ziman. Meş li navçeya Ehdas a Şehbayê pêk hat. Hemû beşên civakê tevlî meşê bûn. Girseya tev li meşê bû wêneyên ciwanên di şer de jiyana xwe ji dest dan û kesên birîndar bûn rakirin. Wêneyên rûxandin û hilweşandina Efrînê û wêneyên Barîn, Avesta, Îlan, Karker, Qehreman û Sîpan ku li Efrînê çalakiyên fedayî pêk anîn, bilind kirin. Girsê dîsa di meşê de pankartên "Na ji dagirkerî û komkjiyên Tirkiyê re", "Na ji kuştina zarok û jinan re" û şaxên zeytûnan hildan. Girsê bê navber dirşmeyên "Em ê li Efrînê vegerin" berz kirin û hatin qada mîtîngê ya gundê Marata Mislemiyê. Mîtingê piştî rêzgirtinê niha bi axaftinê berdewam dike.
KOBANÊ
Li Bajarê Kobanê jî bi heman armancê bi deh hezaran welatî kom bûn û dagirkirina Efrînê şermezar kirin. Li Kobanê jî, girseya ku daketin kolanan pankart, dowîz û wêneyên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane bilind kirin û bê navber dirûşme berz kirin. Girse piştî meşê li qada mîtîngê kom bûn. Mîtîng bi axaftinan didome.
QAMIŞLO
Li Bajarê Qamişlo jî bi heman armancê bi deh hezaran welatî piştî meşên girseyî kom bûn û operasyona Tirkiye ya li dijî Efrînê şermezar kirin. Girseya ku piştî mleşê li qada mitîngê kom bûn, pankart, dowîz û wêneyên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane bilind kirin û bê navber dirûşme berz kirin. Mîtîng bi axaftinan didome.