Divê êdî ne bangên ji bo hesasiyetê, pratîk hebe

  • rojane
  • 09:02 20 Çile 2019
  • |
img

EDENE – Berdevkê Hewldana Piştevaniya Girtiyên Berê û Nexweşên Wernicke Korsakoffiyan Bekîr Sitki Keçecî destnîşan kir ku divê êdî ne bangên ji bo hesasiyetê, divê ji bo pratîkê gav bên avêtin û daxwazên çalakgeran bên qebûlkirin. 

 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji holê bê rakirin da destpêkirin di roja 74'an de didome. Her wiha li gelek girtîgehan jî bi heman daxwazaê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a bi sedan girtiyî jî didome. 
 
Berdevkê Hewldana Piştevaniya Girtiyên Berê û Nexweşên Wernicke Korsakoffiyan Bekîr Sitki Keçecî ku di sala 2000'î de dest bi rojiya mirinê kir û 273 rojan tê de ma, destnîşan kir ku daxwaza Guven û girtiyan daxwazeke rewa û mafdar e û divê êdî di warê pratîkê de jî xwedî li çalakiyan bê derketin. 
 
‘AWAYÊ VÊ ÇALAKIYÊ RAST E' 
 
Keçecî, bilêv kir ku di dest girtiyan de tenê çalakiyeke pasîf heye ew jî çalakiya greva birçîbûnê ye û got: "Li girtîgehan du rê li ber girtiyan heye. Yek jê berxwedan e; a din jî ew e ku bedena xwe bidin ber birçîbûn û mirinê. Li girtîgehan ji bilî van berxwedanan tu rêyên ji bo doza maf tune ne. Niha Leyla Guven û girtî ji bo maf çalakiya greva birçîbûnê bi kar tînin." Keçecî, destnîşan kir ku divê hem li girtîgehan hem jî li tevahiya civakê tecrîd ji holê bê rakirin û got: "Awayê vê çalakiyê rast e. Wekî din tiştekî bikin tune ye." 
 
‘WERNÎCKE KORSAKOFFÊN NÛ' 
 
Keçecî, anî ziman ku ger daxwazên GUven û girtiyan neyên qebûlkirin dibe ku ji girtîgehan darbest derkevin û got: "Di grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê yên 82, 84 û 96'an de mirin di rojên 63'yan de dest pê kir. Heta 72'yan jî dewam kir. Çimkî wê çaxê vîtamîna B1 nedihat girtin. Bi qasî ez dizanim vîtamîna B1'ê nadin Leyla Guven û girtiyên din. Ev jî tê wateya mirinê. Eger ji niha û şûnde vîtamîna B1'ê bigirin jî wê di kezeb û gurçikên wan de xisarên mezin rû bidin. Eger vîtamîna B1 bigirin, wê ev yek emrê wan dirêj bike. Eger ev çalakî bi dawî bibe jî wê çalakger di warê beden û zihnê de texrîb bibin. Yanî wê daxilî nav Wernicke Korsakoffan bibin." 
 
'DIVÊ DAXWAZÊN WAN BÊN QEBÛLKIRIN' 
 
Keçecî got: "Eger niha der barê çalakiyên greva birçîbûnê de hin tişt neyên kirin, yanî tecrîd ji holê neyê rakirin, girtî neyên cem hevdu, nêvengên destkariyê neyên amadekirin, qedexeya hevdîtina bi malbat û parêzeran re ji holê neyê rakirin, girtiyên nexweş neyên berdan û zarokên tevî dayikên xwe girtîne li derve bi hevalên xwe re nelîzin wê mirin rû bidin. Ev daxwaz daxwazên mirovane û xwezayî ne. Lê belê feraseta ku polîtîkaya çewisandinê esas digire beriya her hilbijartinê seferên leşkerî dixe rojevê û li ber daxwazên girtiyan xwe li endîtinê datîne." 
 
‘EM BIBIN DENGÊ WAN' 
 
Keçecî, destnîşan kir ku ji bo çalakgerên greva birçîbûnê yên niha gihaştine sînorên mirinê nemirin divê herkes piştgiriyê bide çalakiya wan û got: "An jê ev rewş ne xema dewletê ye. Divê êdî ne bangawaziyên ji bo hesasiyetê, divê pratîk rû bide. Divê rêxistinên civaka demokratîk li hemû qadan daxuyaniyan bidin, li bajar û navçeyan daxwaznameyan ji walîtiyan û komîsyonên mafên mirovan re bişînin, biçin ber girtîgehên grevên birçîbûnê lê didomin, divê di çapemeniyê de bernameyan çêbikin û li ser medyaya civakî tev bigerin û ya herî girîng jî li her qadê bibin dengê girtiyan. An jê wê mirin çêbibin." 
 
MA/Hamdullah Kesen
 

Sernavên din

15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogullari di rûniştina taybet a Meclisê de diaxive
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in | HATE NÛKIRIN
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye