ENQERE - Hrant Dînk, di salvegera 12'an a qetilkirina xwe de li Enqereyê li ber Navenda Giştî ya ÎHD'ê hat bibîranîn.
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk, di salvegera 12'an a qetilkirina xwe de li ber Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hat bibîranîn. Kesên hatin ber avahiyê di dest wan de pankartên li ser "Em hemû Hrant in, em hemû ermen in", "Ji bo Hrant edalet", "Jibîrkirin ne mimkun e" nivîsandî hebûn.
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, nivîskar Îsmaîl Beşîkçî û Parlementerê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz jî tev li bîranînê bûn.
Pêşî rêz hat girtin û paşê aktivîst Mahmût Konûk axivî. Konûk destnîşan kir ku di cinayeta Dînk de bi qasî serê derziyê jî pêşketinek rû nedaye.
Parlementerê HDP'ê Pekoz jî got: "Ev ne cinayeta siyasî ay ewil bû û wê ne ya dawî ye jî." Pekoz, bi bîr xist ku ji bo zelalkirina vê cinayetê wan pêşnûmepirs berpêşî meclîsê kiriye lê belê hatiye redkirin û got: "Ji niha û şûn ve çi dikin bila bikin wê nikaribin ji hevkariyê vê kuştinê xelas bibin." Her wiha Pekoz bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê jî û got: "Niha li girtîgehan nêzî 200 mirov bi pêşengiya Guvenê di greva birçîbûnê de ne. Ji bo tecrîda li Îmraliyê ji holê bê rakirin, ji bo rê li ber hevdîtinê di çarçoveya demokrasiyê de bên vekirin, ji bo aştî çêbibe têdikoşin."
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan jî got: "Li Tirkiyeyê polîtîkaya bêcezatiyê didome. Bêedaletî rizandin e. Ev rizandin ji bo me hemûyan talûke ye."