STENBOL – Midûra Karê Nivîsan a rojnameya Ozgur Gundemê Rehyan Çapan ku cezayê pereyan der barê wê de hatibû teqezkirin nedihat tahliyekirin. Çapan duh bi şev hat berdan.
Midûra Karê Nivîsan a rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin di 10’ê gulana 2018’an de hat girtin. Çapan li girtîgeha Erzurumê dihat ragirin. Parêzerên Çapan bi boneya ceza ketiye bin salekê û di çarçoveya serbestiya bi kontrol de bê berdan serî li dozgeriya hepsê da.
Di encama hewldana parêzerên Çapan de duh biryara berdanê hat dayîn. Der barê Çapan de bi boneya 55 hezar û 660 TL cezayê pereyan hatibû teqezkirin û dema razandinê bihûrîbû nedihat berdan. Çapan duh bi şev di çarçoveya serbestiya bi kontrol hat berdan.