WAN - Ligel ku 26 sal bi ser kuştina belavkarê Ozgur Gundemê Orhan Karaagar re derbas bûn jî, faîlên wî nehatin dîtin. Xwişka Karaagar Şengul Aci diyar kir ku birayê wê digot, “Ger ez bimirim jî, ezê vê rojnameyê bigihîm gel.”
26 sal bi ser kuştina belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar ê di dema rojname li Wanê belav dikir di 19’ê Çileya 1993’an de li kolanê hat kuştin re derbas bûn. Karaagar gava ji cadeya Cûmhûriyetê diçû mala xwe, li înşaetekê nêzî cadeya 2 Nîsanê ji aliyê kesên sivîl bi çekê hat kuştin. Ligel ku 26 sal bi ser kuştina Karaagar re derbas bûn jî, faîlên wî hîna jî nehatin dîtin
ROJA HAT KUŞTIN KU ROJNAME BELAV KIR
Karaagar ê di darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de, 2 sal û nîvê di Girtîgeha Amedê ma, di avakirina Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê ya Wanê de jî peywir girt. Karaagar di salal 1991’an de dest bi belavkariya Ozgur Gundemê kir û di dema belavkiriyê de gelek caran hat binçavkirin û rastî gefan hat. Karaagar bi van gotinên xwe tim bersiv da hemû gefan: “Heya ku ez hebim, ezê rojnamê belav bikim. Ger ez bimirim jî, ezê vê rojnamê bigihînim gel.” Karaagar xwedî van gotinên xwe derket û roja ku hat kuştin jî, rojname belav kirin.
'TIM DIHAT TEHDÎTKIRIN'
Xwişka Karaagar Şengul Aci, diyar kir ku dema rojname belav dikir çend çaran hat binçavkirin û wiha axivî: “Gefa ‘Ger tu di rojnameyê de bixebitî emê te bikuştin’ li Orhan dixwarin. Şevê dema hat malê, helkehelk pê ketibû. Dayika min pirsa ‘kurê min çi ji te hatiye? jê kir. Orhatin jî got ‘3 kesan bera min dan.’ Dayika min dûre jêre got ‘Dê te bikujin, dest ji rojnamê berde.’ Tê bîra min wê demê Orhan gotibû ‘Dayê ger ez nekim, ew nekin, dê kî vî karî bike. Gelo xwîna min ji kî sortire? Ez dixwazim dê min bi kujin, lê ezê dîsan jî rojnamê belav bikim.’”
‘TİŞTEK NEHATIYE GUHERTIN'
Xwişk Aci, roja ku Karaagar hat kuştin vegot û wiha bilêv kir: “Orhan serê sibê dê biçûya Elbakê û rojname belav bikira. Emê jî çûban Bazîde gel bavê min. Berî ji malê derkevim, min Orhan maç kir. Min dizanî dê wê rojê tiştek çêbe. Orhan di şeva Qendîla Beraatê de hat qetilkirin. Wê rojê bi hezaran mirov hatin ber deriyê nexweşxanê. Dewletê wê demê kuştina Orhan înkar kir. Dûre endamên JÎTEM’ê Mûrat Demîr û Mûrat Îpek ên tetîkêş di rojnameyan de, darbarê cînayetê de daxuyanî dabûn. Ji wê rojê û vir ve di dozê de tu pêşketin çênebû. Faîl nehatin dîtin û darizandin.”