STENBOL - Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can, di serdegirtina malê de hat binçavkirin.
Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can, li Stenbolê di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Hat diyar kirin ku Can bi hinceta axaftineke li Îzmîrê kirî, derbarê wî de lêpirsîn hatiye dest pê kirin û di çarçoveya lêpirsînê de hat binçavkirin.
Polîsan di lêgerîna malê de, dest danîn ser bîlgîseyara Can a destan û birin emniyeta Polîsan.