ENQERE – Rojnamevan Seda Taşkin ku 7 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn hat berdan.
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Seda Taşkin ku Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mûşê di 10'ê Cotmeha 2018'an de bi îdiaya " alîkariya rêxistinê "û propagandaya rêxistinê 7 sal û 7 meh ceza lê birîbû hat berdan. Bi biryara guncandîtin (tensîp) a navberê ya Dadgeha Îstinafê îro Taşkin ji Girtîgeha Jina ya Sîncanê hat berdan.
Taşkin di 20'ê Kanûna 2018'an de li Mûşê hatibû binçavkirin û bi şertê kontrolkirina edlî hatibû berdan. LÊ belê li Enqereyê dîsa hatibû binçavkirin û li ser îtiraza dozgeriyê Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Bedlîsê der barê Taşkinê de biryara girtinê dabû.