MÛŞ - Parlementera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun û endamên partiyê, li navçeya Milazgirê welatî vexwendin mîtînga “Demokrasî, azadî û edalet” a li dijî tecrîdê ya li Amedê bê lidarxistin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Amedê bi armanca piştgiriyê dayîna çalakiyên greva birçîbûnê û balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê bi dirûşmeya “Demokrasî, Azadî û Edalet" di 19'ê Çile de mîtîngê li dar bixe.
Parlementera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun û endamên partiyê, li navçeya Milazgirê esnaf ziyaret kirin, belavok belav kirin û welatî vexwendin mîtînga “Demokrasî, azadî û edalet” a li dijî tecrîdê ya li Amedê bê lidarxistin.