'Di 2018'an de 22 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan'

  • rojane
  • 15:45 12 Çile 2019
  • |
img

STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di hefteya 355'an de çalakiya "Rûniştina F" berdewam kirin. Komîsyonê diyar kir ku di sala 2018'an de herî kêm 22 girtiyan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. Komîsyonê destnîşan kir ku wan ji Wezareta Dadê dane xwestine, lê wezaretê agahî bi wan re parve nekirine. 

 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di hefteya 355'an de çalakiya "Rûniştina F" berdewam kirin. Komîsyonê xwestin çalakiya xwe li Qada Galatasarayê pêk bînin, lê polîsan destûr neda ku li qadê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Li ser vê yekê komîsyonê li Şaxa ÎHD'ê daxuyanî dan. Parlamenterê HDP'ê Musa Piroglu û gelek parazvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Komîsyonê wêneyên girtiyên nexweş û pankarta “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" û pankarta "Rûniştina F a 355. Di 2018'an de girtiyên jiyana xwe ji dest dan" Endama Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD ya Stenbolê Hatice Onaran, der barê rewşa girtiyên jiyana xwe ji dest dan agahi dan. Onaran anî ziman ku wan ji Wezareta Dadê der barê rewşa girtiyên nexweş û jiyana xwe ji dest dane de agahî xwestiye, lê Wezaretê agahî nedane wan. Onaran da zanîn ku wan ev agahî bi rêya parêzer û çapemeniyê kom kiriye. Başaran diyar kir ku di sala 2018'an de herî kêm 22 girtiyan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan û wiha got: "Em dibêjin tecrîdê rakin û bila mirin çê nebin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di 8'ê mijdarê de li Girtîgeha tîpa E ya Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiyê kiriye. Guven 66 rojin di çalakiyê de ye. Dîsa di 16'ê kanûnê de li gelek girtîgehan girtiyan dest bi çayakiya bêdawi û bêdorveger kirin.  Pêdiviyên girtiyan ên şekir, xwê, av û vîtamîna B12 nadin wan. Tecrîd îşkence û sûcê mirovahiyê ye." 
 
'JI BER NEXWEŞIYAN JIYANA XWE JI DEST DAN'
 
Onaran, destnîşan kir ku piraniya girtiyan ji ber nexweşiyan ji yana xwe ji dest dane û wiha bi dawî kir: "Di sala 2018'an de li girtîgehan ji ber nexweşiyan 22 girtiyan ji yana xwe ji dest dan. 22 girtiyên di 2018'an de jiyana xwe ji dest dan wiha ne: 
 
"* Îbrahim Akbaba ê 70 salî li Girtîgeha Tîpa F a Edirne. 
 
* Koçer Ozdal ê 70 salî piştî rakirin nexweşxaneyê 10 roj şunde li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Celal Şeker, di 19'ê Çile de krîz derbas kir û di 3'ê Çile de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Emre Kambur'un, di 20'ê Çile de li Girtigeha Tîpa E a Bahçeçîk a Trabzonê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Burhan Karatay, di 7'ê mijdarê de li Girtîgeha tîpa E ya Giresunê 
 
* Îbrahim Yılmaz ê 77 sali di 11'ê Cotmeha 2018'de de li Girtîgeha Tipa E ya Erziromê, 
 
* Huseyin Bozyigit, di 7'ê Cotmehê de li Girtîgeha tîpa M a Êlihê, 
 
* Sabri Çolak, di 24'ê Tebaxê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, 
 
* Davut Demirkale, di 14'ê Tîrmehê de li Girtîgeha tîpa E ya Mêrsinê, 
 
* Nesrin Gençosman, di 11'ê Tîrmehê de li Girtîgeha Ordu, 
 
* Zeki Guven, di 1'ê hezîranê di li Girtîgeha Eskişehirê 
 
* Îbrahim Halîl Ozyavuz, di 1'ê Hezîrê de li Girtîgeha Sîlîvrî. 
 
* Ugur Kart, di 28'ê Nîsanê li Girtîgeha Tîpa E ya Konyayê, 
 
* Halime Gulsu, di 27'ê Nîsanê de li Girtîgeha Jinan a Tarsusê 
 
* Cemal Gurer, di 25'ê Nîsanê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtdê, 
 
* Îsmail Arslan, di 7'ê Nîsanê li Girtîgeha tîpa T a Hêjmar 1 a Bandırmayê, 
 
* Teoman Gokçe, di 2'ê Nîsanê de li Girtîgeha Sîncanê, 
 
* Sefer Çaglar, di 20'ê Adarê de li Girtîgeha tipa F a Wanê, 
 
* Ahmet Încir, di 16'ê Adarê de li Girtîgeha tîpa E a Amedê, 
 
* Ahmet Turan Ozcerit, di 12'ê Sibatê de li Girtigeha tîpa T a Bandırma, 
 
* Vahyettin Yahya Bayat, di 9'ê Sibatê de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, 
 
* Abdullah Gulle, di 22'ê Çile de li Girtîgeha Tîpa E a Giresun ê 
 
* Lokman Ersoy, di 8'ê Çileya 2018'an de li Girtîgeha Tîpa L a Kepsutê ya Balikesirê jiyana xwe ji dest dan. 
 

Sernavên din

17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN