Buldan: Nokteya me ya hevpar tecrîd e

  • rojane
  • 14:12 12 Çile 2019
  • |
img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di Konferansa Jinan a HDK'ê de axivî diyar kir ku aliyê wan ê hevpar tecrîdkirina Ocalan e û wiha got: “Ger ku em destê xwe negînin destê Leyla Guven ev rojên tarî dê bidomin. Dê siyaseta demokratîk tasfiye bibe.  

Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), dest bi konferansa Serdema 9'emîn a Jinan kir.  Konferansa Jinan a HDK'ê li Hotel Akar International  didome. Di konferansê de Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyigit û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan jî di navde nûnerên gelek saziyên jinan amade bûn. Li salona kongreyê Wêne û pankarta mezin a Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 66 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çalakiya grevê de ku li ser “Ji tecrîdê re na, deng bide berxwedana jiyanê diparêze" vekirin. Li salonê pankartên bi Ermenî, Kurdî, Tirkî, Erebî ku berxwedana jinê silav dike vekirin. 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî piştî Hevberdevka HDK'ê Gulistan axivî. Buldan, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 66 rojin didome û wiha got: “Ez li hemberî berxwedêrên zindanan bi hurmetî bejna xwe ditewinim. Ez hezkirin û hurmetên xwe dişînim û wekî deyn dibînim. Guven balê dikişîne ser pirsgirêka civakî. Em niha agahiyê ji Birêz Ocalan nastinin. Birêz Ocalan ji bo pêşeroja vî welatî pêvajoyek da destpêkirin. Ev pevajo 3 sal berê hat bidawîkirin. Di 3 salên dawî de piştî pêvajo hat xerakirin şer û kaos pêş ket. Her kes vê rewşê dizanin." 
 
 
Buldan, destnîşan kir ku heta 3 sal berê li vî welatî kes nedihat kuştin û wiha lê zêde kir: "Em di serdema diyalogê de bûn şahidê aştî demokrasî û azadiyê. Lê piştî 5'ê Nîsana 2015'an û şûnde di şexsê Birêz Ocalan de li ser her kesî tecrîd hat destpêkirin. Ev tecrîd tenê bi Birez Ocalan re bi sinor nema. Tecrîda mutlaq di şexsê Birêz Ocalan de li ser hemû civaka Tirkiye û hêzên muxalif hat meşandin. Li dijî hemû kesên aştî û demokrasiyê diparêzin pêk hat. 
Di 7'ê Hezîranê de me dît HDP wekî heviya demokrasî û aştiyê dîtin û dengê xwe avêtin sindoqan. HDP ji bo pêşeroja vî welatî wekî hevî dîtin. Lê AKP'ê ev yek xera kir. Pirsgirêka herî mezin tecrîd e. Ger ku em hemû jin nebin yek û li dijî tecrîdê dengê xwe bilind nekin. Ger ku em qerîna xwe tev li qerîna Leyla Guven nekin û destê xwe negînin destê Leyla Guven, di van rojên tarî de dê siyaseta demokratîk tasfiye  bibe." 
 
PÊVAJOYA NÛ DÊ BI SEKNA JINÊ BI SER BIKEVE 
 
Buldan,  bal kişand ser hilbijartinên rêveberiyên herêmî jî û wiha got: “Bêguman rêveberiyên herêmî ji bo pêşeroja demokratik a Tirkiye, ji bo gelê kurd û hemû gelên bindest ên Tirkiye girîng e. Em dê bi namzetên xwe yên jin hem ji bo hevşaredaran û hem jî ji bo endamên meclîsên şaredarî û meclîsa bajaran nunertiya wekhev ava bikin. Ev pêvajoya nû dê bi sekna jinê bi ser bikeve û AKP dê têk biçe. Nûnertiya bi hêz ya HDP’ê dê bi pêşengiya jinê pêş bikeve. Em di pêvajoyek dijwar re derbas dibin. Weki her carê vê carê jî dê bi têkoşina jinê ji holê rabe. Di vê pêvajoyê de divê jin bêtir bên cem hev û bêtir xwe bi rêxistin bikin. 
 
 
SYKP: DÊ FAŞİZİM BI SER NEKEVE
 
Hevseroka Partiya Ji Nûve Sosyalist (SYKP) Canan Yuce, jî Leyla Guven û hemû girtiyên li girtîgehan di çalakiyê de silav kir û wiha got: "Ez jinên li Silopî û Parisê hatin qetilkirin bibîr tînim. Di bin van cînayetan de serdestiya mêr heye. Em dê tekoşîna xwe bêtir bilind bikin û berdewam bikin. Wekî tevgera jinê em li dijî kapitalizm, faşizm û feraseta mêrê serdest rawestiyan. Ez bawer dikim ku heta em jin li vir bin û xwe bi rêxistin bikin feminist dê bi ser nekeve. 
 
 
Hevberdevka Partiya Pêşeroja Çep û Keskan Eylem Tuncellî jî diyar kir ku jinan bersîvek xweş daye îktîdarê û dê bersîvên din jî bidin.
 
Sekretera Jinê ya KESK'ê Gulistan Atasoy jî anî ziman ku tekoşîna jinan li her derê mezin dibe û wiha got: "Em dê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê têkoşîn û sekna xwe berdewam bikin. Têkoşîna me dê bidome. 
 
TJA: EM BI HEVRE DÊ BÊTIR XURT BIBIN
 
Aktîvîsta TJA Bedia Akkaya jî çalakiyên grevê silav kir û wiha got: "Li dijî êrîşan ger ku em bibin ye kû xwe bi rêxistin bikin em dê bi hêz bibin. Divê têkoşîna jinan hevpar be. Divê em têkoşîna xwe bi hevre pêş bixin. Em bi hevre dikarin bêtir bibin hêz. " 
 

Sernavên din

17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye! | HATE NÛKIRIN
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin | HATE NÛKIRIN
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne | HATE NÛKIRIN
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin