Onûr Hamzaoglû: HDK rêxistina pêşerojê ye

  • rojane
  • 09:15 12 Çile 2019
  • |
img

STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû, der barê Desteya Giştî ya 9'an a HDK'ê de axivî û got: "HDK, tenê ne divêtiyeke, her wiha rêxistina pêşerojê ye jî." 

Wê Desteya Giştî ya 9'an a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), îro li Enqereyê li Akar Otelê dest pê bike û wê du rojan bidome. Wê di roja ewil de bi dirûşmeya "Li kuçeyê, li malê, li kar, jin li dijî faşîzmê li ber xwe didin" konferasnsa jinan û wê roja dudoyan jî bi dirûşmeya "Ked, Aştî, Azadî' Li dijî faşîzmê berxwedana civakiyî" desteya giştî bê lidarxistin. 
 
Hamzaoglû diyar kir ku HDK'ê bi kîjan armancê hatibe avakirin niha jî heman tiştî didomîne û got: "Wexta hat avakirin li ser esasên têkoşîna hevpar a muxalefeta civakiyî ketibû rê. Niha jî li ser van esasan tev digere." 
 
Hamzaoglû, wexta HDK hat avakirin hin hedefên wê hebûn lê belê ew hedef pêk neanîne û got: "Niha em pir li paş van ehdefan e. Divê em navbera 2007-2011'an bi hev re binirxînin. Bi hev re kevirên hîmên têkoşînê hatin bicihkirin û ev yek heta 2011'an dewam kir. Piştî hilbijartina giştî ya 2011'an bendewariya ku dê sosyalîst û tevgera azadiyê ya Tirkiyeyê bi hev re li ser esasên têkoşîna civakiyî bitêkoşe peyda bibû. Li gor feraseta ku dê kesî li der nehêle, wê ji bo civakeke nû, wekhev tev bigeriyana. Loma divê li gor wê hêviya ku li civakê peyda kiribû bê nirxandinç Lê belê bi demê re ji ber hin geşedanan ev yek tam pêk nehat. Eger tevî hemû şert û emrcan jî ew vîn bihatana parastin, wê niha hebûna muxalefeta civakiyî ya Tirkiyeyê, asta wê ya rêxistinbûyînê û pozîsyona HDK'ê tiştekî cuda bûna." 
 
'ÎKTÎDAR EHLÊ ŞER IN' 
 
Hamzaoglû, bilêv kir ku forma herî pêşketî ya têkoşîneke yekpare kongre ye û got: "Ji bo her avanî xweseriya xwe biparêze û li dor armanc û çalakiyên hevpar bernameyên xwe pêk bînin, modela herî guncav kongre ye. HDK, tenê ne divêtiyeke, her wiha rêxistina pêşerojê ye jî. Ev xak ji ber pirsgirêka kurd bi salan e di nav pevçûn û şer de ye. Gel dixwazin pirsgirêka kurd bi awayekî wekhev bê çareserkirin, lê belê îktîdar jî bereksê vê tev digerin û dixwazin pirsgirêkê bi şer çareser bikin." 
 
'JI BO TIRKIYEYÊ AVANTAJEKE MEZIN E' 
 
Hamzaoglû, anî ziman ku li Tirkiyeyê ji bo jiyan veguhere jiyaneke asayî pêdivî bi avaniyeke wekî HDK'ê heye û got: "Gel û hemû kêmar di bin banê HDK'ê de ne. HDK, di warê baweriyan, ked, tenduristî, perwerdehiyê de numûneyên vê yekê pêk tîne. Pêkanîna vê yekê ji bo Tirkiyeyê avantajeke pir girîng e. Tenê ji bo vê be jî divê HDK esas bê girtin." 
 
Hamzaoglû got: "HDK, di warê faşîmzê de pir zelal e. Jixwe dirûşmeya kongreya me ya 9'an 'Ked, Aştî, Azadî! Li Dijî Faşîzmê Berxwedana Civakiyî! ye. HDK, dê hewl bide di 2019'an de li dijî faşîzmê berxwedana civakiyî birêxistin bike û zêdetir bike." 
 
Hamzaoglû herî dawî got: "Wê HDK avaniyên xwe yên heyî pêşvetir bibe û wê meclîsên xwe yên heyî jî xurtir bike. Em nabêjin tev li HDK'ê bibin, em dibêjin werin em bi hev re vê têkoşînê bi rê ve bibin." 
 
MA / Yasin Kobulan 
 

Sernavên din

21:25 Esker û polîsan nehişt parlamenter biçin gundê Saglam
20:05 Waliyê Mûşê gundê ku Saglam lê bê definkirin ketin û derketin qedexe kir
18:10 Temellî bang li wezîrê dadê kir: Gunehê van di situyê we de ye
17:10 Şenoglu: Teqez wê tecrîd bê şikandin
Buldan: Em bi coşa Newrozê ders bidin zilmkaran
16:56 Li Wanê welatî ji bo Zehra Saglam meşiyan
16:54 'Tecrîd mirina her roj e'
16:47 Namzetên Şaredariya Colemêrgê projeyên xwe eşkere kirin
16:36 Heyeta Norveç: Qewimandinên li Tirkiyeyê şermê dide me
16:26 Li Paytextê Tirkiyeyê Newroz pîroz kirin: Vî dengî bibihîsin, tecrîdê rakin
15:56 Li Newroza Stenbolê peyama hevpar: Em berxwedana zîndanan girsettir bikin
15:45 Leyla Guven bang li girtiyan kir: Em ne mirinê, jiyanê bixin pêşiya xwe
15:16 Barîkat li ser barîkatê derbas kirin û mala sersaxiyê ziyaret kirin
15:13 ‘Bila tecrîd bi dawî bibe û mirin çênebin’
15:12 Xebatkara Yenî Yaşamê Sirnaç hat binçavkirin
14:11 Malbatên girtiyan Agirê Newroza geş kir: Stenbol li dijî tecrîdê bû yek deng
13:50 Nameya Ayten Beçet di Newrozê de xwendin: Yekem care ez xwe wisan azad hîs dikim
13:18 Temellî: Ev îktîdar mafê definkirinê jî xezp dike
13:17 Li Mûşê ji bo mîtînga fînalê bang hat kirin
13:15 Girtiyek din jî li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî
12:53 Li Sîlopî maşîneya zirxî qulipî: Leşkerek mir
12:32 Bi deh hezaran Stenbolî diherike qada Newrozê: Leyla Guven rûmeta me ye
11:53 3 kes li Edenê hatin girtin
11:33 Sabri Beçet: Em ewqas bira ne ku mala şînê jî nadin me
11:29 Bi çekan êrîşî Partiya Saadetê kirin
11:27 Çalakgerê greva birçîbûnê Malgî: Dawî dê mûhteşem be
11:22 Pîrozbahiya Newroza Bakirkoyê zû dest pê kir
10:47 Hevala Beçet a girtîgehê: Temenê wê biçûk bû lê îradeya wê xurt bû
10:47 YSK'ê li ser daxwaza cendirmeyan cihê sindoq guhert
10:24 Trûmp, Hêzên Sûriyeya Demokratîk pîroz kirin
10:09 Promiyera lîstika ‘Nobedarê Dilên Hêsîr’ a Melayê Cizîrî hat pêşandan
10:06 Leyla Guven 137 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide
09:48 Berdevkê EGEÇEP'ê: Gel dixwaze kesên bibin şaredar xwezayê biparêzin
09:45 Namzetê Dihê: Emê li gelek qadan kooperatîfan ava bikin
09:22 Namzetên Êlihê: Hindik ma gel bigihê şaredariya xwe
09:20 Ciwanê ku polîsan nehişt têkeve qada Newrozê: Hatim derbkirin
09:17 Namzeta HDP'ê ya Meclîsa Şaredariya Sêrtê Şen a 19 salî: Kurd di zarokatiya xwe de siyasetê nas dikin
09:15 Helbestkar Dûman ê 25 sal in girtî: Heta tecrîd bidome çalakî jî dê bidomin
09:13 Namzetên Dara Hênê: Em ê bixebitin, hilberînin û li hev par bikin
09:11 Parêzer: Rewşa girtiyên di grevê de di asteke krîtîk de ye
09:08 Girtîgehê amûrên girtiyên di grevê de desteser kir
09:06 Namzetê CHP'ê yê Yuregîrê: Divê gel firsendê nede kesên civakê perçe dike
09:04 Keskîn: di cinayeta Sakçi de em behsa nîjadperestiyeke ketûberbûyî dikin
09:03 Bi hinceta 'ragihana bişîfre' rojnameyê nadin girtiyan
09:01 ROJEVA 24'Ê ADARA 2019'AN
08:34 Cenazeyê Ayten Beçet di bin dorpêça eskeran de defin kirin
23/03/2019
22:20 Polîsan ji bo cenazeyê Becetê şert danî: Herî zêde 5 kes dikarin tev li merasîmê bibin
20:44 Polîsan dest danî ser cenazeyê Ayten Becet
18:50 Bi sedan kes ji bo Ayten Becet meşiyan
18:13 Îlham Ehmed: Em niha kêliyên dîrokî dijîn
Ebd Hamid El-Mehbaş: EV kêlî wê bi tîpên zêrîn li dîrokê bên nivîsîn
17:43 Malbat wê cenazeyê keça xwe Ayten Beçet li Dîlokê defin bikin