ŞIRNEX - Tora avê ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê kirin û 6 meh berê raxistin teqiya. Piştî boriya avê teqiya 5 xaniyên herêmê hatin valakirin.
Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî Qeyûm tayînî Şaredariyê hat kirin boriya avê ku 6 meh berê li taxa Alîbey raxistibûn teqiya. Piştî tora avê teqiya, avahiya 5 qat qelibî. Li dijî rîska 3 xanî dê xera bibin jî 5 malbat hatin valakirin. Hêj malbatan alavên xwe diguhertin, rayedarên şaredariyê ketin û derketina kolanê girtin. Rawestîna malbat û zabitayan a li cihê bûyerê didome.