‘Çawa HADEP'ê qezenç kir dê HDP jî qezenç bike'

  • rojane
  • 10:06 19 Kanûn 2018
  • |
img

ÎZMÎR – Şêniyên bajaroka Asarlik a Menemena Îzmirê diyar kir ku di sala 1999'an de HADEP'ê çawa şaredariya Bajarokê qezenç kir, dê HDP jî di hilbijartina 31'ê ya Rêveberiya Herêmî de li vir qezenç bike. 

Xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartina 31'ê Adarê ji bo diyarkirina namzetan didome. Piştî serlêdanên ji bo bernamzetan bi dawî bû, niha ji bo diyarkirina namzetan xebat tê meşandin. Hêj navê namzetan diyar nebûye, lê endam û rêveberên Pariya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe yên hilbijartinê dane destpêkirin. Li bajaroka Asarlik a Menemena Îzmirê ku piranî ji kurdên koçber pêk tên jî dest bi xebatan kir. Welatiyên Bajaroka Asarlik ku di salên 1990'an de gund û warên wan hat xerakirin û şewitandin koçî vê bajarokê kirin û li vir bi cih bûn. Bajaroka Asarlik û navçeya Menemenê bi zêdebûna kurdan û siyaseta kurd tê zanîn. Piştî zagonên der barê şaredariyê de hatin guhertin û Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê hat avakirin, bajarok tev ketin statuya gund û taxan. Bajaroka Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP) di hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 18'ê Nîsana 1999'an de bi dest xist, piştî babarok kirin tax, şaredarî ji destê HADEP'ê derket. Kurdan yekem car Şaredariya Bajaroka Asarlik a Îzmîrê qezenç kirin û li Rojavayê Tirkiye bûbûn xwedî vîna herêmî. Niha jî HDP armanc dike ku di vê hilbijartina 31'ê Adarê de dîsa dengekî zêde ji wir derxe. Rêxistina HDP'ê ya Menemenê  armanc dike ku li Navçeya Menemenê dengekî zêde bistîne û şaredariyê bi dest bixe. Rêveberên HDP'ê bawer dikin ku dê li Asarlik dîsa dengê zêde derxin û hilbijartinê li vê herêmê qezenç bikin. 
 
YÊN DENG DANE AKP'Ê JÎ POŞMAN BÛNE 
 
Şêniyê Asarlik Şerîf Saatçi ku 30 sal berê ji Mûşê koç kir û hat li vir bi cih bû, ji hilbijartina rêveberiyên herêmî bi hêvî ye. Saatçi, destnîşan kir ku HDP dê ji sedî sed hilbijartinê li navçeya Menemenê qezenç bike û wiha got: “Li vir her kes hev nas dike. Zextên dewletê her roj zêde dibin. Mirov ji ber fikrên xwe tên binçavkirin û bi ser malên wan de tên girtin. Niha azadiya ramanê bi sînor bûye. Dixwazin gel bêdeng bikin û bihilînin. Nina yên berê dengê xwe dane AKP’ê ji li dijî AKP'ê bi bertek  û poşman bûne. " 
 
Saatçi, da zanîn ku çawa di serdema HADEP'ê de şaredarî bi dest xistin dê niha jî şaredariya navçeyê bi dest bixin. Saatçi, anî ziman ku ciwan ji 15 saliya xwe de ketine nava tiryakê û wiha got: "Em dixwazin wekî welatiyan bijîn. Mafê me yê azadiya raman, mafên mirovan bê parastin. Em dixwazin azad û wekhev di nava aştiyê de li vî qelatî bijîn. Me çawa di serdema HADEP'ê de qezenç kir em dê di serdema HDP’ê de jî qezenç bikin. 
 
‘DEM DEMA JIN VÎNA XWE NÎŞAN BIDIN E' 
 
Şêniya Bajarokê Seval Bozkurt jî xwest ku kurd qeyûmên tayînî şaredaryên DBP'ê hatine kirin li ber çavan bigirin û li gorî wê tev li xebatên hilbijartinê bibin. Bozkurt, destnîşan kir ku herî zêde jin tên binçavkirin, rastî tundî û zextan tên û xwest herî zêde jin vîna xwe nîşan bidin û bêtir têbikoşin.
 
Şêniya Asarlikê Dilan Karakoç jî anî ziman ku gelê Menemenê ji şaredariya heyî ne razî ye û wiha got: "Kargeriyên ku jinan lê xebat dikirin hatin girtin. Der û dor nayê paqijkirin. Gelê Menemenê vê xizmetê qebûl nake. Gelê menemenê dê vê şaredariyê biguherînni. Em dixwazin ji bo jin û ciwanan xizmet bê kirin. Divê di nava kurd û tirkan de cûdahî neyê kirin. Di serdema HADEP'ê de şaredariyê xizmeta bajarokê dikir. Wê demê tişta ku zerarê dide sinc û nirxên civakê kêm bûn. Lê niha ji ber ku piraniya hilbijêran kurd û HDP’î ne, dest ji xizmeta tax û navçeyê berdane. Em bawer dikin ku HDP dê li navçeyê bi dengekî zêde hilbijartinê qezenç bike." 
 
 
 

Sernavên din

17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang lI CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan | NÛÇEYA LEZGÎN
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
09:00 ROJEVE 16'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Qilebanê qeza çêbû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 DAIŞ’ê 100 pezên welatiyan dizîn
08:22 91 sazî û kesan ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şand
15/04/2024
22:08 Li ber Konseya Ewropayê mîtînga ji bo Abdullah Ocalan: Em bêdengiyê qebûl nakin!
20:07 Li Şemzînanê leşkeran bi kuştinê gef li gel xwarın
17:17 DEDAŞ ji avahiyê vala re 34 hezar lîre qer derxist!
16:54 Her sê deriyên Wezareta Dadê jî ji Emîne Şenyaşarê re girtî ne
16:54 TJA: Em ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin
16:47 BES-AR: Sînorê xizaniyê gihişt 66 hezarî
16:29 Giliyê êrişa li dijî gora Medet Serhat kirin
15:57 Tirkiye gundekî Minbicê bembebaran dike
15:34 Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî birîndar kir
15:16 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest daxwazên dosyeya Denîz Poyrazê werin redkirin
14:33 DEM Partiyê parêzer Akalin bi bîr anî
14:14 Pirtûka akoran a berhemên hilbijartî yên ji 13 salên dawî yên muzîka kurdî derket
13:57 Qeyûmê Sêrtê li pey xwe 456 milyon lîre qer hişt
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
12:47 ‘Dîwana Wezîran a Şer’ a Îsraîlê îro dicive
12:46 ‘Têkoşîna me ya mezin dibe dê tecrîdê rake’
12:01 DÎB’ê ji bo Doza Kobanê bang kir: Li dijî bêhiqûqiyê helwestê bigirin
12:00 Îranê, 2 kolberên kurd qetil kirin
11:48 Têkildarî qedexeya bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê, teklîfa qanûnê hate dayîn
11:28 Bankaya Navendî bi rêjeyekî mezin zirar kir
10:57 Di salekê de ji sedî 113 zem li benzînê hatekirin
10:46 Li Panosê tundiya zilam: Jinek hate qetilkirin, jinek jî bi giranî birîndar bû
10:34 Rêjeya bêkariyê ya TUÎK’ê ya meha sibatê: Ji sedî 8,7
10:24 Grama zêr ji 2 hezar û 455 lîreyan derbas bû
10:23 Çalakiya Nobeta Edaletê wê veguhêzin qonaxeke cuda
09:56 Tirkiye gundên Biradostê bombebaran kir
09:54 Girtiyê di çalakiyê de: Dengê me ji herkesê re ragihînin
09:47 Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî
09:06 Rojnameger Silêman Ehmed 174 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 141 roj in di çalakiyê de ne
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2024'AN
08:16 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadiya Ocalan bixwazin’ derket
14/04/2024
23:00 Têkildarî qezaya teleferîkê 5 kes hatin girtin