Siyasetmedar: Ji bo Ocalan rola xwe bilîze divê tecrîd rabe

img

AMED - Hevserokê DBP'a Amedê Îbrahîm Çîçek, bêdengiya hikûmetê ya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê rexne kir û çalakiyên greva birçîbûnê yên di sala 2012'an de bi bîr xist. Çîçek got: "Em di destpêka pêvajoya 2012'an de ne. Ji bo îro Birêz Ocalan rola xwe bilîze, divê dawî li tecrîdê bê." 

Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 42'yan de ye. Hevserokên HDP û DBP'a Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Guvenê nirxandin û bêndegiya hikûmetê jî rexne kirin. 
 
Hevseroka HDP'a Amedê Fîlîz Bûlûttekîn, bi bîr xist ku çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê di roja 42'yan de ye û bêdengiya hikûmetê ya li hemberî vê rexne kir. Bûlûttekîn anî ziman ku ger hikûmet vê helwesta xwe dewam bike wê çalakî berbelav bibin û wê ev jî bibe sedema encamênc idî. Bûlûttekîn destnîşan kir ku divê parêzer û malbat bikaribin hevdîtinê bi Ocalan re çêbikin û got: "Tecrîd bi tu awayî nayê qebûlkirin. Pêdiviya sereke ya welat aramî ye û ji bo vê jî divê dawî li tecrîdê bê." 
 
‘DI HER HILBIJARTINÊ DE EM BI ŞER RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN' 
 
Bûlûttekîn, hikûmet tevî bêdengiya xwe ya li hemberî greva birçîbûnê, bi gefên xwe yên der barê Sûriyeyê de jî dixwaze beriya hilbijartinê neçareseriyê kûrtir bike. Bûlûttekîn got: "Hikûmetê ev yek ji xwe re kiriye polîtîka û bi vî awayî xwe bi rê ve dibe. Beriya her hilbijartinê em bi şer re rû bi rû dimînin." 
 
'HER KU ÇALAKÎ BELAV DIBIN ÊRÎŞ JÎ ZÊDE DIBIN' 
 
Hevseroka DBP'a Amedê Naşîde Toprak jî, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê daye destpêkirin li nav civakê berbelav dibe û got: "Her ku çalakî berbelav dibin êrîş jî zêde dibin. Divê em li hemberî van êrîşan bertekeke civakiyî bidin. Divê partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl bertek nîşanî hikûmeta AKP'ê bidin. Her diçe çalakî berbelav dibin û êdî asta krîtîk derbas kiriye. Berî encamên neyînî rû bidin divê em bi awayekî civakiyî bertek nîşan bidin." 
 
‘HETA DAWÎ LI TECRÎDÊ BÊ' 
 
Toprak, bang li hikûmetê kir ku divê dawî li tecrîdkirina Ocalan bê û ji bo raya giştî jî got divê bêdeng nebe. Toprak got: "Ji bo aştî bê welat û Rojhilata Navîn divê em xwedî li çalakiya Leyla Guvenê derkevin. Daxwaza Leyla Guvenê daxwaza me ye. Heta dawî li tecrîdkirina Birêz Ocalan neyê wê çalakiyên me dewam bikin." 
 
'EM DI DESTPÊKA PÊVAJOYA 2012'AN DE NE' 
 
Hevserokê DBP'a Amedê Îbrahîm Çîçek jî, çalakiyên greva birçîbûnê yên sala 2012'an bi bîr xist û got: "Wê demê jî li hemberî çalakiyan xwe li endîtinê datanîn. Piştî çalakî li derve jî belav bûn êdî nikaribûn xwe li endîtinê deynin. Bi xwedîderketina gel çalakî mezin bûn. Îro em di destpêka wê pêvajoyê de ne. Hikûmet, dewlet û partiyên muxalefetê li hemberî vê xwe li nedîtinê datînin." 
 
‘DIVÊ OCALAN ROLA XWE BILÎZE' 
 
Çîçek, destnîşan kir ku divê raya giştî ji bo çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîdkirina Ocalan bi hestiyarî tev bigere û got: "Çalakiya Leyla Guvenê û girtiyên siyasî asta krîtîk derbas kirin.Birêz Ocalan di pêvajoya 2012'an de rola xwe ya girîng lsît. Divê îro jî Birêz Ocalan wê rola xwe bilîze. Ji bo vê jî divê dawî li tecrîdê bê." 
 
MA / Ozgur Paksoy 

Sernavên din

24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin | HATE NÛKIRIN
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin