AMED – Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin diyar kir ku di rapora ji aliyê Navenda Avahîsaziya Edlî ya Zanîngeha Londrayê ve ji bo dosyeya Tahîr Elçî hat amadekirin de kiryarên muhtemel hatine tespîtkirin.
Baroya Amedê di hefteya 154’emîn de li ber Dadgeha Amedê ji bo ronîkirina kuştina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî çalakiya xwe dewam kir. Gelek parêzer beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan. Hin nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî piştgirî dan çalakiyê.
Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin di Kursiyê Mafên Mirova ya Tahîr Elçî de axivî û got ji bo kujerên Tahîr Elçî bên dîtin 154 hefteye li ber edliyê ne.
‘KIRYARÊN MUHTEMEL HATINE TESPÎTKIRIN’
Aydin bi bîr xist ku rêveberiya baroya wan a serdema beriya wan dosyeyek hemû agahiyên di hundir şandine Navenda Avahîsaziya Edlî ya Zanîngeha Londrayê û piştî lêkolînkirina dosyeyê raporek ku gelek tespîtên girîng ên ji bo kujerên Elçî bên ronîkirin ji wan re hatiye şandin. Aydin got: “Di çarçoveya dosyeya hatiye lêkolînkirin de temamî lêkolînên zanistî ne. Kiryar û gumanbarên muhtemel ên bûne sedema kuştina Birêz Serokê me hatine tespîtkirin. Em ê vê raporê pêşkêşî dozger bikin. Em ê daxwaz bikin ku kesên di raporê de hatine tespîtkirin bila îfadeyên wan bigirin û bên girtin.”
Aydin destnîşan kir ku rapora hatiye amadekirin û 20 deqîqe vîdeoya di raporê de cih digire dê di rojên pêş de bi çapemeniyê re parve bikin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan xelas bû.