ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik, di niqaşên butçeyê de axivî. Şik hikûmet şiband “Nazi”, ji ber piştgiriya daraz û medya ya hikûmetê jî ew şibandin “Kapoyan”. Şik, li dijî bertekên AKP'îyan got: “Dest ji şopandina nûçeyên A Haberê berdin. Dest ji xwendina Akitê berdin."
Parlanenterê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik, di niqaşên butçeya Navendî ya 2019'an de axivî. Şik bêtir li ser helwesta darazê axivî û destnîşan kir ku daraz di bin kontrola îktîdara siyasî de ye. Şik, ani ziman ku daraz ji hiqûqê dûr ketiye û bûye tetîkêşê îktidarê. Şik, da zanîn ku ji ber dijberê xwe dijmin dibînin 'Hiquqa mutlak' a ji bo xwe ava dikin. Ji ber ku her dem xwe îktîdar dibînin dixwazin ‘bêcezakirina mutlak" ava bikin. Ji ber vê yekê jî butçeyaava dikin di bin navê edaletê de vedişêrin. Bê edaletî pir pêş ketiye. Îktîdar şertê hebûna xwe li ser "Nenaskirina hiqûqê û bê edaletiyê" ava dike. Qet nebe rast û durist tev bigere. Bila fikr û zikrên we yek bin. Bila kirina we wekî navê we edalet be. Lê wekî nav û şanê xwe yê bê edaletî ye Wezaret ava kirine. Her çend navê partiya we 'adalet' be jî Îktîdara we li dijî edaletê ye. Mînaka herî şênber biryara der barê Selahattin Demirtaş de ye. Li dijî biryara DMME'ê biryar hatiye dayîn. We li vir hiqûq û mafê Qanûna Bingehîn tune hesibandin. Dîsa wekî mînaka Leyla Guven heye. Hûn zilmê hasimên xwe yên siyasî dikin. Hûn siyaseta dijberî xwe wekî dijminê xwe dibînin û planan çê dikin. Karkerên li dijî cînayetên kar, birçîbûn û neheqiyê li mafê xwe digerin hûn wan davêjin girtîgehê. Hûn xwediyê pergala qirêj in. We piraniya civakê bi sedema neheqî li serokomar kiriye tawanbar û ceza kir. Jinên ku rastî tacîz, êrîş û kuşitnê tên û li dijî vê yekê pertekên xwe tînin ziman rastî lêdana bi copan tên. Ji bo hûn emrê îktidara talankirin, wêrankirinê zêde bikin her tiştê li gorî xwe rewa dibînin. Hûn jahrê li her derê belav dikin. Ev nexweşiya we herî zêde li daraz û medya belav bûye. Hûn dixwazin bi destê medya û darazê çonga yên hemberî xwe bitewînin. "
Şik, da zanîn ku di serdema Faşizmê de bi qasî Naziyan, Kapo li dijî gardiyanên li kampên dîlan jî dihatin axaftin. Kapo ji bo bêtir têkevin çavên Sûbayên Naziyan, ji bo bêtir xwarin bixwin û hindik rastî îşkenceyê bên, li mirovên wekî xwe dîl hatine girtin îşkence dikirin. Ji bo mirina xwe taloq bikin ji rûmet û nirxên xwe berdidan. Ji bo menfaetê xwe dest ji rûmeta xwe berdan û bûn şirîkê sûc. Kapo piştî şer bi gotina ‘Ji bo em bijîn em neçar bûn' xwe parastin. Niha li Tirkiye jî medya û daraza Tirkiye dişibe Kapoyan."