Rojnameger Kîbriye Evren nehat berdan

  • rojane
  • 15:59 6 Kanûn 2018
  • |
img

AMED - Danişîna ewil a doza rojnamegera girtî Kîbriye Evren ku bi îdiayên cuda tê darizandin hat dîtin û nehat berdan. 

Di di operasyona ku navenda wê Amed bû de di 9'ê Cotmehê de bi ser mala rojnameger Kîbriye Evren de hatibû girtin û Kîbriye hatibû binçavkirin û gitin. Daneşîna yekem a doza ku Kîbriye jê girtî tê darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di daneşîna hat kirin de Endamên Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê, parlamenterên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosun, Semara Guzel, Hevserokên HDP û DBP'ê, Nunerê TGS'ê Mahmut Oral ê Amedê, rojnamgerên jin û malbata  Evren beşdar bûn. Evren ya ku bi îdiayên "Endama rêxistinê ye" û "Propagandya rêxistinê kiriye" tê darizandin, nûçeyên ku çêkirine jî wekî delîlên suc hatin dîtin. 
 
'Ez rojnameger im pîşeyê min tê darizandin'
 
Evren parastina xwe bi kurdî kir û got ew rojnameger e û ji ber pîşeyê xwe tê darizandin.  Evren ya ku peywira rojnamegeran bi bîra dadgeh anî û wiha got: "Karê rojnamgeran şopandin nûçeyan e, ragihandina rastiyan e. Ji bo pîşeyê xwe derketim dervê welêt jî û li cihê ku ez çûmê min nûçe şopandin. Îfadeya ku şahidinê veşarî derbarê min de dane qebûl nakim, ji ber ku derew e.  Kesên derbarê min de îfade dane xwestine pîşeyên min xirb nîşan bidin. Pîşeyê min wekî karekî îlegal nîşan didin. Lê karê ku dikim ne îlegal legal e.  Ez li saziyeke fermî dixebitim. Li ajansa nûçeyan a jinê dixebitim. Bi her partî û saziyan re têkiliyê datînim û nûçeyên wan çêdikim .TJA jî saziyeke jinan e û ez nûçeya wê jî çêdikim. Ez sucdariyan qebûl nakim û tehliyeya xwe dixwazim. Nûçeyên ku min di medyaya civakî de parvekirine nûçeyên ajansên din in."
 
DOZGER DEWAMA GIRTINÊ DA 
 
Piştî parastina Evren dozger xwest ku Evren girtî bê darizandin û ev tişt got: "Divê ku tedbîra gitinê bi pîvan be û hukmên kontirola edlî ku wê ne bes bin li ber çav bên girtin û ez berdewamiya girtina wê dixwazim."
 
'JI BER XEBATÊN ROJNAMEGERIYÊ TÊ DARIZANDIN' 
 
Parêzera Evren, Pîrozxan Karali a ku parastin kir, diyar kir ku muwekîla wê li ser îfadeyên şahidê nepen, derketina xwe ya dervê welêt û ji ber parvekirinên li ser medya civakî tê darizandin û Evren di çarçoveyek qanûnî de karê xwe yê rojnamgeriyê kiriye. Karali wiha berdewam kir: "Muwekîla min ji bo çêkirina nûçeyê çûye dervê welêt û nûçeyên ku çêkirine jî di dosyayê de cih digirin. Parvekirinên li ser medya civakî jî ne qedexe ne. Muwekîla min nûçeyên ku hatine çêkirin parve kirine. Ger ku ev nûçe qedexe bin çima xwediyên wan nayên darizandin. Daneyên di flaşa ku di 2010'an de hatiye gitin de jî tu qeyda deng û dîmen tune ye. Kesekî ku ji vê dosyayê tê darizandin jî tune ye. Divê ku ev jî li ber çav bê girtin."
 
DOZ HAT TALOQKIRIN 
 
Piştî navberê dadgehê biryar da ku şahidên nepen  "Ezhel, Firar û Cesur Yurek" careke din îdiayên wan bê dîtin û ji bo vê ji Muduriyeta Parastina Şahidan re muzakere bê kirin. Heyeta dadgehê biryara ku Evren gitî bê darizandin da  û daneşîn taloqî 10'ê Çileya 2019'an kir. 
 

Sernavên din

18:57 Serlêdana parêzeran a ji bo Îmraliyê careke din jî hat redkirin
17:27 Şik ê HDP'î: Hikûmet dişibe Nazî û medya û daraz jî dişibe Kapoyan
17:04 Li Colemêrgê berî hilbijartina herêmî civana gel
16:38 Li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu îşkenceya feleqê!
16:27 Polîsan li Erxenî maşîneyek gulebaran kir: Ajokar jiyana xwe ji dest da
15:58 Polîsan dest danî ser kompûtera serlêdanên namzetiyê
15:56 Midûrê Polîsan ê Rîze di êrîşa bi çek de jiyana xwe ji dest da
15:20 TJA: Têkoşîna me heta şikandina tecrîdê dê berdewam bike
15:15 Li rojnameger Adnan Bîlen ceza hat birîn
15:13 Endamên ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş kart şandin
15:00 Bertek nîşanî binçavkirinên Wanê dan: Daxwazên Guven daxwazên me ne
14:54 Doza Nisêbînê: Divê sûcên mîlîtarîst bên darizandin
14:46 Doza rêveberên OHD û TUHAD-FED’ê hat taloqkirin
14:33 Walîtiay Edeneyê konsera NÇM’ê qedexe kir
14:10 Mîdûra Nûçeyan a Jinnewsê hat darizandin: Çêkirina nûçeyan ne sûce e
13:48 Parêzerên Ocalan cara 771’emîn serlêdan kirin
12:43 Meclisa Jinan a HDP'ê: Emê li dijî tecridê têkoşînê bilind bikin
12:34 Koma Meclîsa Jinan a HDP'ê: Emê li tijî tecrîdê têkoşînê xurt bikin
12:10 Hevşaredarê Xelfetî nehat berdan
11:46 Li Farqînê 4 zarok hatin binçavkirin
11:37 Girtiyên li Girtîgeha Tokatê hatin derpkirin
11:05 Li Nevşehirê jinek hat kuştin
10:57 4 kesên îfade dan hatin berdan
10:30 Li Wanê 30 girtî di greva birçîbûnê de ne
10:25 Girtiyên MKP’ê li dijî tecrîdê ketin greva birçîbûnê
10:15 Beştaş: 300 polîsan bi ser avahiya me de girtin: Dayik bi erdê re kişandin
10:00 Erdogan rexneyan tehemil nake: Di 3 salan de ji bo 68 hezar û 827 kesan doz vekirin
09:13 Li Wanê jî 14 Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê hatin binçavkirin
09:12 'Operasyona Îdlîbê wê ji bo Tirkiyeyê bibe cihê windahiyên pir mezin'
09:11 Eleqeya ji bo kursên kurdî zêde dibe: Zimanê me hebûna me ye
09:10 Amedî: Daxwaza Guvenê daxwaza me ye
09:09 Kinc jî bîra bedenê ne: Pêşangeha Bişkifî
09:09 'Telefona çi, ma telefona miriyan heye?'
09:08 ‘Divê endamên Komîsyona Lêkolînkirina Karên Rewşa Awarte bên darizandin!'
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2018'AN
10/12/2018
21:11 Polîsan avêt ser HDP'a Êlihê jî: 29 kes hatin binçavkirin
18:35 3 girtiyên Girtîgeha Tîpa H a Erziromê di hucreyê de digirin
18:19 Binçavkirina aktîvîstên TJA'ê bi tundî şermezar kirin: Dayika 80 salî pêxwaz binçav kirin
17:12 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt: 25 aktîvîstên TJA’yê binçav kirin
Aktîvîstên TJA'yê bi tilîlîyan bersîv da polîsan
17:07 Buldan: Tişta ku parlamentoyê nekir, Guven dike
16:43 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de girt
16:24 Şaxên ÎHD'ê: Mafê Jiyanê di bin talûyeke mezin de ye
15:27 Jinan li ber Girtîgeha Bakirkoyê xwestin daxwazên Guven bên qebûl kirin
15:23 KCDP: Di 19 mehên dayî de 652 jin hatin kuştin
14:42 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîd divê em xwedî çalakiya Guven derbikevin
14:33 Esnafên Ceylan Karavîlê yên dikan girtin: Gefan li me dixwin
14:20 Di doza Nisêbînê de peyama piştgiriyê ji bo çalakiya Guven hat dayîn
14:18 30 kes dubare binçav kirin
13:58 Li Sîlîvrî grev bi koma 2'yemîn didome
13:25 Ocalan: Polîsan bi kîjan heqî bi ser avahiya HDP'ê de girtin