Oluç: Tecrîda girankirî bi dawî bikin

  • rojane
  • 15:00 6 Kanûn 2018
  • |
img
STENBOL – Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç li Stenbolê axivî û got: “Divê Leyla Guven demildest bê berdan. Pêwîste tecrîda girankirî û li dijî mirovahiyê ya li dijî Birêz Abdullah Ocalan bi lezgînî bê bidawî”irin". 
 
Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Huda Kaya, Dilşat Canbaz, Saruhan Oluç û Alî Kenanoglu bi boneya piştgiriya çalakiya Leyla Guven 3 roj in li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajar a Stenbolê di greva birçîbûnê de ne. Çalakiya 4 wekîl dê êvarê saet di 17.00’an çalakiya xwe bi dawî bikin. Bi boneya armanca piştgiriya çalakiyê gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl wekîlan ziyaret kirin. 
 
‘3 SAL Û NÎV E TECRÎD HEYE’ 
 
Di serdanê de Parlamenter Alî Kenanoglu axaftine kurt kir û got: “Ev tecrîd di serî de li dijî gelê kurd e. 3 sal û nîv e tecrîd didome. Polîtîkaya şer bi tecrîdê re dest pê kir. Heke ev tecrîd rabe dê axa Rojhilata Navîn veguhere pêvajoya aştiyê. Ji ber vê sedemê Guven bedena xwe da ber mirinê, em jî ji bo dengê çalakiya Guven ragihînin ketin greve.” 
 
Piştî serdanê Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç jî têkildarî geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek kes beşdarî civînê bûn. 
 
Oluç çalakiya wan 3 rojan bi bîr xist û got: “Di nava van sê rojan de hemû kesên piştgirî û dil dan me em malovaniya wan dikin. Ev têkoşîna têkoşîma me hemûyan e.” 
 
‘TU MAFEK WAN TUNE YE GUVEN BIGIRIN’ 
 
Oluç bal kişand ser berdewamiya girtina Leyla Guven û got: “Ev rehîn girtin li dijî hemû peyman û dadgehên hiqûqê ye. Tu mafê wan ê tahakûmiyek wiha nîne. Serokê Meclîsê bi tu awayî xwedî li endama Meclîsê derneket. Hikûm tune ye. Leyla Guven rehîneya dadgeha herêmî ye. Em carek din bang dikin û mînaka Enîs Berberoglu bibîr dixin. Hevala me Leyla Guven berdin.” 
 
‘TU KURD BÎ EDALET NÎNE’ 
 
Oluç bal kişand ser cezakirina Demîrtaş, Onder û Baluken û got: “Hiqûq û dadgehên li Tirkiyeyê ji bo ceza ji kurdan re bibirin dixebitin. Heke tu kurd bî edalet jî ji bo te nîne. Ev biryar û cezakirin ji Qesrê derdikeve. Qesr ferman dide û daraz biryarê pêk tîne.” 
 
‘ÎKTÎDAR JI NÛ VE KETIYE PEY DOZA GEZIYÊ’ 
 
Oluç destpêkirina lêpirsînên bûyerên Geziyê jî bi bîr xist û got: Desthilatdarî ji nû ve ketiye pey amadekirina dozên Geziyê. Wê di hilbijartinê de bersiva van hemû pêkanînan bê dayîn.” 
 
‘DIVÊ TECRÎDA GIRANKIRÎ BI DAWÎ BIBE’ 
 
Oluç di dawiya axaftina xwe wiha got: “Divê Leyla Guven demildest bê berdan. Pêwîste tecrîda girankirî û li dijî mirovahiyê ya li dijî Birêz Abdullah Ocalan bi lezgînî bê bidawîkirin". 
 
Civîn bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zîndana” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû. 

Sernavên din

19:29 Ceza li rojnamevan Ozturkê hat birîn
19:16 Çalakvanên greva birçîbûnê yên li Êlihê hatin berdan
18:57 Serlêdana parêzeran a ji bo Îmraliyê careke din jî hat redkirin
17:27 Şik ê HDP'î: Hikûmet dişibe Nazî û medya û daraz jî dişibe Kapoyan
17:04 Li Colemêrgê berî hilbijartina herêmî civana gel
16:38 Li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu îşkenceya feleqê!
16:27 Polîsan li Erxenî maşîneyek gulebaran kir: Ajokar jiyana xwe ji dest da
15:58 Polîsan dest danî ser kompûtera serlêdanên namzetiyê
15:56 Midûrê Polîsan ê Rîze di êrîşa bi çek de jiyana xwe ji dest da
15:20 TJA: Têkoşîna me heta şikandina tecrîdê dê berdewam bike
15:15 Li rojnameger Adnan Bîlen ceza hat birîn
15:13 Endamên ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş kart şandin
15:00 Bertek nîşanî binçavkirinên Wanê dan: Daxwazên Guven daxwazên me ne
14:54 Doza Nisêbînê: Divê sûcên mîlîtarîst bên darizandin
14:46 Doza rêveberên OHD û TUHAD-FED’ê hat taloqkirin
14:33 Walîtiay Edeneyê konsera NÇM’ê qedexe kir
14:10 Mîdûra Nûçeyan a Jinnewsê hat darizandin: Çêkirina nûçeyan ne sûce e
13:48 Parêzerên Ocalan cara 771’emîn serlêdan kirin
12:43 Meclisa Jinan a HDP'ê: Emê li dijî tecridê têkoşînê bilind bikin
12:34 Koma Meclîsa Jinan a HDP'ê: Emê li tijî tecrîdê têkoşînê xurt bikin
12:10 Hevşaredarê Xelfetî nehat berdan
11:46 Li Farqînê 4 zarok hatin binçavkirin
11:37 Girtiyên li Girtîgeha Tokatê hatin derpkirin
11:05 Li Nevşehirê jinek hat kuştin
10:57 4 kesên îfade dan hatin berdan
10:30 Li Wanê 30 girtî di greva birçîbûnê de ne
10:25 Girtiyên MKP’ê li dijî tecrîdê ketin greva birçîbûnê
10:15 Beştaş: 300 polîsan bi ser avahiya me de girtin: Dayik bi erdê re kişandin
10:00 Erdogan rexneyan tehemil nake: Di 3 salan de ji bo 68 hezar û 827 kesan doz vekirin
09:13 Li Wanê jî 14 Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê hatin binçavkirin
09:12 'Operasyona Îdlîbê wê ji bo Tirkiyeyê bibe cihê windahiyên pir mezin'
09:11 Eleqeya ji bo kursên kurdî zêde dibe: Zimanê me hebûna me ye
09:10 Amedî: Daxwaza Guvenê daxwaza me ye
09:09 Kinc jî bîra bedenê ne: Pêşangeha Bişkifî
09:09 'Telefona çi, ma telefona miriyan heye?'
09:08 ‘Divê endamên Komîsyona Lêkolînkirina Karên Rewşa Awarte bên darizandin!'
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2018'AN
10/12/2018
21:11 Polîsan avêt ser HDP'a Êlihê jî: 29 kes hatin binçavkirin
18:35 3 girtiyên Girtîgeha Tîpa H a Erziromê di hucreyê de digirin
18:19 Binçavkirina aktîvîstên TJA'ê bi tundî şermezar kirin: Dayika 80 salî pêxwaz binçav kirin
17:12 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt: 25 aktîvîstên TJA’yê binçav kirin
Aktîvîstên TJA'yê bi tilîlîyan bersîv da polîsan
17:07 Buldan: Tişta ku parlamentoyê nekir, Guven dike
16:43 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de girt
16:24 Şaxên ÎHD'ê: Mafê Jiyanê di bin talûyeke mezin de ye
15:27 Jinan li ber Girtîgeha Bakirkoyê xwestin daxwazên Guven bên qebûl kirin
15:23 KCDP: Di 19 mehên dayî de 652 jin hatin kuştin
14:42 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîd divê em xwedî çalakiya Guven derbikevin
14:33 Esnafên Ceylan Karavîlê yên dikan girtin: Gefan li me dixwin
14:20 Di doza Nisêbînê de peyama piştgiriyê ji bo çalakiya Guven hat dayîn
14:18 30 kes dubare binçav kirin