Parlementerên Şirnexê: Heta encam neyê girtin wê çalakiyên me dewam bikin

  • rojane
  • 09:08 6 Kanûn 2018
  • |
img

ŞIRNEX - Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê ji bo 3 rojan ketin greva birçîbûnê, destnîşan kirin ku heta dwî li tecrîdê neyê wê çalakiyên wan ên bi vî rengî bidomin. 

Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dest bi greva birçîbûnê kir di roja 29'an de ye. Her wiha li gelek bajaran jî ji bo piştevaniyê parlementerên HDP'ê jî di nav de siyasetmedar dest bi çalakiyên greva birçîbûnê kirin. Li Şirnexê jî parlementerên HDP'ê ji bo 3 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya ku li avahiya HDP'ê ya bajêr e, parlementer Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz tev lê bûne. 
 
'HER KU TECRÎD DEWAM DIKE PIRSGIRÊK KÛRTIR DIBIN' 
 
Parlementer Hasan Ozguneş, destnîşan kir ku çalakiya ku Guvenê daye destpêkirin ji bo aştî û demokrasiyê pir girîng e û pevçûnên bi tecrîdê dest pê kirine ancax bi şikandina tecrîdê wê bi dawî bibin. Ozguneş, bilêv kir ku bi milyonana kes Ocalan wekî îradeya xwe dibîne û got: "Ji bo aştî û demokrasiyê Birêz Ocalan xwedî roleke mezin e. Me ev yek di dema pêvajoya çareseriyê de dît. Ev pêvajoyê hêviyên mezin li civakê peyda kiribûn." Ozguneş destnîşan kir ku ger tecrîd dewam bike wê pirsgirêka kurd jî di nav de hemû pirsgirêk kûrtir bibin û got: "Heta deriyên Îmraliyê venebin û dorpêçkirina li dor Ocalan neşikê wê ev pirsgirêk kûrtir bibin. Demildest divê dawî li vê tecrîdê bê." 
 
'WÊ JIN LI DOR GUVENÊ BIBIN XELEK' 
 
Parlementer Nûran Îmîr jî, anî ziman ku di şexsê Guvenê de jinên kurd dîrokê dinivîsînin. Îmîr, destnîşan kir ku şer û rûxandina li herêmê ji ber tecrîdê ye û bi tecrîdê koletî li gelê kurd tê ferzkirin. Îmîr, bilêv kir ku çalakiya Guvenê xwe dispêrê ruhê çalakiya berê ya li hemberî zilmê û got: "Tecrîd tê wateya nenaskirina nasname û zimanê me. Çalakiya hevala me Guvenê da destpêkirin jî li hemberî vê yekê ye." Îmîr, diyar kir ku wê jinên kurd li dor çalakiya Guvenê bibin xelek û got: "Em ê dengê xwe li deng Guvenê zêde bikin. Ev deng ji bo azadiya civaka me ye. Em ê vîna xwe radestî îktîdarê nekin." 
 
'HETA ENCAM NEYÊ GIRTIN WÊ DEWAM BIKE' 
 
Parlementerê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz jî, destnîşan kir ku tecrîdkirina Ocalan derî hiqûqê navnetewî ye û çîrûska li hemberî vê bêhiqûqîtiyê hat vêxistin her diçe mezintir dibe. Kaçmaz got: "Ev hiqûqa dijminahiyê ye. AKP'ê berê jî ev yek ceriband lê bi ser neket. Ev dibe sedema kûrbûna şer û pirsgirêkan. Berê jî têkoşîna ji bo mafan bi şidet û çewisandinê re rû bi rû ma. Lê belê kurdan dev jê berneda." Kaçmaz, bilêv kir ku heta ew encamê negirin wê têkoşîna wan û çalakiyên wan dewam bikin û got: "Wê li kuçe û kolanan, li meclîsê çalakiyên me dewam bikin. Heta dawî li vê feraseta bêhiqûqî neyê û encam neyê girtin wê çalakiyên me berdewam bin." 
 

Sernavên din

10:18 Civanan li Edeneyê çalakiya dengderxistin li dar xistin
09:48 Surme yê di greva birçîbûnê de: Dayik şoreşgerên demê ne
09:11 Bi hinceta 'pêwendiya xwe bi rêxistinê re nebiriye' nehat berdan
09:10 ZMO: Îsal berê genim ji sedî 10-15 kêm e
09:09 Şaredarê ku YSK'ê ew tayînkir kesên nêzî xwe li şaredariyê bi cih dike
09:09 Li 13 parêzerên xwestin balê bikişînin ser grevên birçîbûnê lêpirsîneke din
09:08 Hasass ê greva xwe li malê didomîne: Divê her kes bi berpirsiyarî tev bigere
09:07 Keyayên ji peywirê hatin girtin: Vîna gel hatiye xespkirin
09:07 Qeyûm 33 milyon TL ji bo avê xerc kir, lê av tune
09:06 Parêzerê Ocalan Koklu: Divê CPT encamên serdanê aşkere bike
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2019'AN
08:38 Leyla Guven 198 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
Rojiya mirinê di roja 25'an de didome
23/05/2019
17:15 Îşkenceya Xalfetiyê li Parlamentoyê Îngilistanê bû rojev
16:47 Endamên meclisa şaredariyê: Li dijî bêhiqûqiyê deng derxin
16:33 Li 3 girtîgehên Çukurova rewşa dawî
16:02 Tabeleya Dersimê Bahçelî aciz kir
16:01 Kaya: Têkoşîna dayikan ji bo hemû Tirkiye ye
15:34 Ji rojnameger Demîr re ceza hat xwestin
15:28 Dayikên li Enqere di çalakiyê de: Em ji zarokên xwe fêrî berxwedanê dibin
15:00 Di doza TÛAD û OHD'ê de klasor derketin 150'yî
14:17 'Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li qadan bin'
14:13 Saziyên Jinan li dijî bersûcên îstîsmara zarokan serlêdana sûc kirin
13:45 Dê li Amedê 'Ceribandinên Afrîkaya Başûr' bê axaftin
12:55 Ji baroyên herêmê daxuyaniya Xalfetiyê: Kesên îşkence kirin dê hesab bidin darazê
12:15 Xwişka Leyla Guven: Leylê jinek wêrek e
12:06 Serdozgeriya Stenbolê ji Kaftancıoglû re 11 sal ceza xwest
11:27 Welatiyên Amedê: Heke em biaxivin em nizanin dê çi bê serê me
11:14 Bazara Tirkiye ya li ser Idlibê didome
10:47 Hêjmara kesên li Mersînê hatin binavçirîn zêde bûn
10:23 Baş: Ji bo qadek fireh deng bide Îmamoglu emê xebatê bimeşînin
10:04 Gardiyanan pirtûk û radyoyên çalakgerên greva birçîbûnê desteser kirin
09:41 Wezîr li Wanê 2 keya ji peywirê girtin
09:21 Bariş: Kîjan namzet nêzî demokrasiyê be em ê dengê xwe bidin wî
09:20 'Gef û zextên polîsan çi dibin bila bibin ez ê tim dakevim qadan'
09:19 3 birayên di greva birçîbûnê de: Tecrîd wê bi berxwedanê bişkê
09:18 Piştî ew û keça xwe bi KHK'ê îxrac bûn, hevjîna wî bi pençeşêrê ket
09:17 Xizmên windayan êdî wê di bin banê ANYAKAY-DER'ê de li edaletê bigerin
09:17 Kadîfekaleyê xera dikin Em naxwazin dev ji Mêrdîna biçûk berdin
09:16 Krîzê pişta Çarşiya Kemeraltiyê şikand
09:14 Rênas Jiyan: Dayik in helbest in, mafdar in, wê bi ser bikevin
09:11 Leyla Guven 197 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
Rojiya mirinê di roja 24'an de didome
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2018'AN
08:39 Li Antalyayê welatiyan çalakiya deng li dar xist
07:52 Dadgehê Çawîşe pispor M.T. yê şivan kuşt serbest berda
22/05/2019
18:53 Eskeran Velî Encu binçavkirin
18:21 Dayikên Laçik Spî li Bedlîs, Mêrdîn û Mêrsînê li qadan bûn
17:29 Waliyê Riha: Bi şiklê neyê kuştin gule berdane karkeran!
16:58 Parêzerên Ocalan ji Îmraliyê vegeriyan
16:37 Çalakiya dayikan a li Dîlok û Riha didome
16:18 Heyeta ÎHD'ê ji bo lêkolînkirina angaştên Îskenceyê li Rihayê ye