Ji Leyla Guven name: Ez dilopek ji behrê me

  • rojane
  • 16:51 3 Kanûn 2018
  • |
img
AMED – Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ji bo girtiyên TKP/ML ên piştgiriyê dan çalakiya wê name şand û got: “Ez jî dilopek behrê me. Tiştên we di nameya xwe de diyar kir îşareta mezinbûna vê dilopê ye.” 
 
Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji 8’ê mijdarê ve ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Girtiyên Lenînîst-Marksîst ên Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP/ML) jî bi boneya piştgiriya çalakiya Guven dest bi greva birçîbûnê kirin. Guven bi rêya parêzerên xwe name ji bo girtiyên TKP/ML şand.
 
Nameya Guven wiha ye: 
 
"Ev nameya vekirî ya ji bo girtiyên TKP/ML ye
 
Ji bo welatek demorkatîk bê afirandin bi salane bênavber şoreşger, demokrat, sosyalîst, welatpêrêz ên têdikoşin û li ber xwe didin bi vê riyê de bi biryardarî meşa me didome. Bêguman ev yek qet ne hêsan e. Em ji şoreşgerên pêşiya xwe dizanin. Tevî hemû ferzkirina faşîzmê jî dema hevrê Denîz birin darvekirinê digot ‘bijî biratiya Tirk û Kurdan.’ Hevrê Îbrahîm li dijî her cûre îşkenceyê li ber xwe da, serê xwe da lê sir neda. Sakîneyan, Kemalan û Mezlûman bi lehengî li ber xwe dan û ji bo em layîqî wan bibin tişta dikeve ser milê helwest e. 
 
Di qonaxa em gihîştinê de dema dîktatoriya yek zilamî ye. Li dijî vê divê hin bêtir em bi rêxistin û kolektîf bin. Lazim e em berxwedana hevgirtinê derxin holê. Ev yek ji Şoreşa Rojava pêkan e û me li wir dît. Hemû dînamîkên şoreşger bi ruhek enternasyonalîst xweprastina xwe li pêş xistin û di gel de cihê xwe girtin. Çeteyên DAIŞ’ê li dijî vî ruhê hevpar têk çû. 
 
BERPIRSÊ ALOZIYÊ EMPERYALÎST IN 
 
Pir aşkere ye ku sedemê alozî û krîza li Rojhilata Navîn hêzên emperyalîst in. Birêz Ocalan li ser esasê hevpariya jiyana gelan çareseriyê ya Rojhilata Navîn datîne holê. Birêz Ocalan derxist holê ku medela herî guncav a ji bo Rohilata Navîn konfederalîzma demokratîk û netewa demokratîk e. AKP ji vê ramanê aciz e. Ji ber vê yekê jî tecîdkirina Ocalan kûr dike. Dixwaze ku dengê vê ramanê di nav çar dîwaran de bimîne. 
 
PARADÎGMAYA AZADÎXWAZ BÛ CIVAKΠ
 
Halbukî Birêz Ocalan bi paradîdmaya xwe ya azadîxwaz zû ve dîwarên Zîndana Îmraliyê hilweşand û civakî bû. 
 
Helbet em dizanin di serî de CPT û hemû sazî û dezgehên dizanin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye jî çima helwesta xwe nîşan dan. Ancak ev mijar mijarek wisa girîng e divê ku nebe qurbana berjwendî û çavsoriya desthilatdariyê. Mijarek jiyanî, ehlaqî û mirovî ye. 
 
 ÇALAKIYA WE WATEDAR E
 
Hevrêyên hêja; ez vê tecrîdê wek sûcê mirovahiyê dibînim û ji bo ez bêdengiya li dijî tecrîdê bişkênim min dest bi çalakiyê kir. Ez di wê ferqê de me ku dilopek a behrê me. Ancak tiştên we di daxuyaniya xwe de diyar kir jî îşareta mezinbûna vê dilopê ye. Ji ber vê sedemê çalakiya we ya greva birçîbûnê ya 3 rojan gelek watedar e. 
 
Ez bi bawer û hêvî me dê ev çalakî bigîhîje armanca xwe û ez silavên xwe ji hemû hevrêyên li qada we ne re rêdikim. 
 
Bi hêviya rojên azad… 
 
Silav û rêz
 
Leyla Guven” 
 

Sernavên din

13:34 Însiyatîfa Piştevaniya Girtiyan: Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin
13:23 Dadgehê 1 sal 10 meh û 15 roj ceza li Rojnameger Yasul birî
12:48 Erdogan: Me li Sîncar û Mexmûrê operasyona xwe pêk anî
12:29 Li Rihayê 2 welatî hatin binçavkirin
12:28 Di hevdîtina malbatan de lêgerîna tezî ferzî girtiyan kirin
12:05 Doza Nisêbînê: 53 girtî dê di danişîna bê de amade bin
11:58 Parlamenterê Parlamentoya Konseya Ewropa: Pêkanînên li Îmraliyê binpêkirina mafan e
11:57 Nasnameya kesên li Mexmûrê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
11:20 Mehmet Ocalan: Ji bo şikandina tecrîdê dem dema berpirsyariyê ye
11:13 Çemê Dîcle 6 metran bilind bû, welatiyan malên xwe terk kirin
10:45 HDP’ê dema serlêdanên bernamzetan dirêj kir
10:37 'Tişta ku dar jibîr nake, dê mirov çawan ji bîr bike’
09:50 Qeyyûmê ku şaredariyê kir bin deyn dest bi firotina mal û milkên şaredariyê kir
09:48 Di niqaşên butçeyê de bêtehamuliya ‘Kurdistan’ê
09:17 Hevserokê KESK'ê: Ji bilî têkoşînê tu rê tune ye
09:16 Midûrê girtîgehê gef xwar: 'Hîna we 12'ê Îlonê nedîtiye'
09:15 ‘Em ê bitêkoşin, di 16'ê Kanûnê de li Amedê ne'
09:14 Rojnamevan Parlak ji ber 'lêpirsîneke dubarekirî' 8 meh in girtî ye
09:12 Wexta çêkirina tihîna navdar a Çelê dest pê kir
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2018'AN
08:38 Li Wanê 11 kesên di greva birçîbûnê de hatin binçavkirin
07:04 2 deriyên Bendava Kral Kizi teqiyan: Şêniyên Geliyê Dîcle malên xwe terk kirin
06:46 TSK'ê Mexmûr bombe kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
13/12/2018
19:25 Girtiyên li Antalyayê: Heta tecrîd neşikê wê têkoşîna me dewam bike
18:33 Bûldan: Daxwaza Leyla Guven daxwaza milyona ye
17:36 Dadgehê der barê Demîrtaş de biryara domandina girtinê da
17:14 Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gefan daketin qadan
17:06 Prz. Balsak: Guven kîlo winda dike
16:25 Operasyona leşkerî ya Lîcê, Pasûr û Farqînê didome
15:49 HDP’ê ji Meclîsê xwest ji bo Cizîr û Silopî lêkolînê bike
14:53 Mînîbusa karkeran qeza kir: 25 karker birîndar bûn
14:47 Derbarê qezaya trenê de 3 kes hatin binçavkirin,
14:38 Li Girtîgeha Bunyanê koma sêyem greva birçîbûnê dewr girt
14:31 Bertekên li dijî operasyonên binçavkirinan zêde dibin
14:26 Navenda Wanê hat qedexekirin
13:28 Parêzerên Ocalan cara 772’emîn serlêdan kirin
13:21 Buldan û Temellî: Ne qeza ye cinayet e
13:19 Zumrut a HDP’î: Êrîş sûc in, ne grevên birçîbûnê
13:18 Demîrtaş: Heke min serî bitewanda niha ez jî li Qesrê bûm
13:02 Partiyên Rojava: Em li dijî erîşan bibin yek
12:57 Li dijî gefên operasyonê 'seferber' bûn
12:36 Di qezaya trênê de Bernamzetê HDP’ê jiyana xwe ji dest da
12:34 Aktîvîsta 87 salî ya Îngîltereyî ji bo piştgirî bide çalakiya Guven dest bi greva birçîbûn dike
12:14 Togrul: Desthilatdarî ditirse ku çirûska Guven wan jî bişewitîne
12:12 Mirina mêşên hingiv zêde dibe
11:44 'Emê wan rojan tu carî jî nekin'
11:06 Alîkarê Midurê Emniyeta Antalya Alî Karaslan întîxar kir
10:42 Ceza li Serokê DDKD'ê birîn
10:27 Hevdîtinên telefonê weke ‘delîlên sûc’ hat dîtin
10:22 Hêjmara rêwiyên di Trênê de mirin derket 9'an