NAVENDA NÛÇEYAN – Sefaretxaneya DYA’yê xwest akademîsyen û rewşenbîrên di çarçoveya lêpirsîna Osman Kavala de hatin binaçvkirin bên berdan.
Sefaretxaneya Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) têkildarî binçavkirina akademîsyenên di çarçoveya lêpirsîna Osman Kavala de bi sûcdariya “Çalakiyên Parka Geziyê” hatin binçavkirin daxuyanî da. Sefaretxaneya DYA’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Divê Tirkiye ji bo azadiya ramanê û azadiya avakirina komele û civînan rêzdar be. DYA ji ber binçavkirina lîderên têkildarî Çanda Andadoluyê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve bi endîşe ye. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku demildest binçavkirinan berde.”