STENBOL - Li navçeya Bagcilar a Stenbolê karker û modelîsta tekstilê Ronaî Bozan a dema ji kar derket û diçû malê li ser rê 2 maşîneyan lê qeliband û birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Karker û modelîsta tekstîlê Ronaî Bozan a 26 salî ku li fîrmeyek testîlê ya Navçeya Bagcilarê ya Stenbolê kar dikir, di qezaya trafîkê de birîndar bû û jiyana xwe ji dest da. Ronaî Bozan di 1'ê Mijdarê de dema di ser rê de derbasî milê din bû, 2 maşineyan lê qeliband û bi giranî birîndar kiribû. Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM), li ser hesabê twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku Ronaî Bozan di 14'ê mijdarê de li Nexweşxaneya lê dihat derman kirin jiyana xwe ji dest daye.