AMED - Li gorî daneyên Midûriyeta Îdareya Koçberiyê di sala 2018'an de 230 hezar û 566 koçberên bênîzam hatin girtin.
Li gorî daneyên Midûriyeta Îdarî ya Koçberiyê ya Wezareta Karên Hundir, di 20187an de 230 hezar û 566 kes hatin girtin. 89 hezar ji wan ji Afganistanê, 42 hezar ji Pakistanê, 32 hezar ji Suriyeyê û 16 hezar jî ji Irakê ne. Li gorî
Li gorî daneyan li Tirkiye 4.5 milyon mirovên biyanî heye. Ev hêjmar di sala 2018'an de 102 hezar û 221 Tirkiye vize da wan. Di nava kesên ji Sûriye jî 43 hezar û 371 kes in. Koçbera bi nîzam 787 hezar û 227 kes in. Koçberî piştî salên 2014'an û şûnde zêdebûn heye. Di sala 2014'an de 379 hezar û 804 kes, di sala 2015'an de 422 hezar û 895 kes, di sala 2016'an de 461 hezar û 217 kes, di sala 2017'an de 593 hezar û 151 kes û di sala 2018'an de jî 787 hezar û 227 kes koç kirin. 230 hezar koçberên bê nîzam hatin girtin. Li gorî raporê di sala 2018'an de li Tirkiye 230 hezar û 566 koçberên bê nîzam hatin girtin.
LI DERVÊ KAMPAN 3 MÎLYON Û 438 HEZAR SÛRIYEYÎ HENE
Di sala 2018'an de hêjmara kesên serî li parastina navneteweyî dane, bi giştî 104 hezar û 333 kesin. Hêjmara koçberên Sûriyeyî yên ji bo demborî serî li parastinê dane, 3 milyon û 594 hezar û 232 kes in. Ji vê hêjmarê 155 hezar û 410 kesên li kampan dijîn û 3 milyon û 438 hezar û 822 kes jî li dervê kampan dijîn. Koçberên Sûriyeyî yên li dervî kampan dijîn jê 43 hezar û 870 kes li Rihayê, 26 hezar û 674 kes, li Edeneyê, 24 hezar û 23 kes jî li Kilîsê dijîn.