ŞIRNEX – DEDAŞ’ê li 8 gund û mezrayên navçeya Basayê ceryana dînamoyan birî û ji ber vê yekê 9 roj e welatî bêav in.
Li 8 gund û mezrayên girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê bi rojane hezaran welatî bêav dijîn. Şirketa Lêkolîna Belevkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ceryana dînamoyê 8 gund û mezrayan birî. Ji ber ceryan nîne jî 9 roj in welatî ji ber av tune ye şerpeze bûne. Ceryana dînamoyên gundên Hêtma, Cêlekê, Dilopkê, Kaniya Hêjîrê, Şikefta Spî, Tahrûnî, Şehrika û mezraya wê Şevê hatiye birîn. Welatiyên gundan ji ber av tune ye, diçin ji navenda navçeyê ya 7 kîlometre dûr avê bi traktoran tînin.
Ji ber bêaviyê welatî nikarin pêdiviyên xwe yên paqijiyê jî pêk bînin. Ji bo pirsgirêk bê çareserkirin heta niha hewldanên çareseriyê encam nedaye.
Keyayê gundê Cêlekê Ahmet Erdem (60) ku 400 hezar TL deyna wan ceryanê heye li dijî bêdengiya rayedaran bi bertek e.
‘YA HÛNÊ DEYNÊ XWE RAZÎNIN YA JÎ EM AVA WER BERNADIN’
Erdem diyar kir ji 300 kesî zêdetir nifûsa gund heye û got: “Me bi rayedarên DEDAŞ’ê re hevdîtin kir. Rayedaran bo me got ‘Ya hûnê deynê xwe razînin, ya jî em ceryana we bernadin.’ Ev rewşa em têde ne nayê qebûlkirin. Ji me çi dixwazin. Bi çi aqilî vê zilmê dikin. Tenê ji bo pereyê av nayê birîn. Li gundê me nexweş, extiyar û zarok hene, heyf e. Wek berê kanî jî tune ne. Ez bang li rayedaran dikim. Ya ceryana me berdin ya jî werin me ji gund derxin.”
Li gel welatiyan sewalên wan jî tî mane. Erdem got ji ber av nîne ew sewalên xwe li ser lîçên baranê av didin.