MÊRDÎN – Dadgehê sedema biryara xwe ya der barê rojnamevan Abdulkadîr Tûray de ku 9 sal ceza lê hat birîn daxuyand. Ji ber Tûray pirsên din ji çavkaniya nûçeyê nepirsiya û nûçeya bûyera binçavkirinê çênekiriye, ji aliyê dadgehê ve hat tawanbarkirin.
Di 9'ê Gulana 2016'an de nûçegihanê DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Abdulkadîr Tûray û 9 kesên din li navçeya Stewrê ya Mêrdînê hatibûn girtin. Dadgehê di 27'ê Îlona 2018'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 9 sal ceza li Tûray û 10 sal û 6 meh li Hamdullah Oz û Yalçin Bûlgan, 7 sal û 6 meh li Mevlude Okmen, Nacî Arslan û Davût Tekîn, 3 sal û 9 meh ceza li endamê DBP'ê Yûsûf Erat û 6 sal ceza jî li endamên DBP'ê Şakîr Tûran û Mehmet Saît Tûncer û Alîgirê Hevşaredarê Stewrê Osman Ok birî bû.
Dadgehê sedema biryara cezakirinê daxuyand û ev yek sprat hevdîtinên bi rêya telefonê yên Tûray û kesên li gel wî û beyanên şahidên nepen “Avanos", "Gerçek 1", "Arif" û "Vatan”.
Tûray, di îfadeya xwe de diyar kiribû ku 13 sal in ew rojnamevan e û hevdîtinên wî yên bi rêya telefonê di çarçoveya fealiyetên rojnamevaniyê de ne. Lê belê dadgehê guh neda îfadeya Tûray ku hevdîtin bi rêya telefonê ya Tûray ku bi xizmê xwe Yûsûf Erat re kiribû. Dadgehê diyar kir ku di telefonê de wexta Erat bersivê dide Tûray pirseke din jê napirse û got: "Eleqeya vê yekê bi nûçevaniyê re tune ye."
Her wiha di biryarê de hat gotin ku, kesek ji aliyê cendirmeyan ve hatiye binçavkirin lê belê Tûray hay jê hebûye û nûçeya wê çênekiriye û ev yek wekî sûc hat hesibandin.
MA / Ahmet Kanbal