Qeyûmê hemû malê şaredariya Wanê firot û şaredari kir qereqol

  • rojane
  • 10:24 16 Mijdar 2018
  • |
img

WAN - 2 sal berê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di destê DBP'ê de bû kirin. Qeyûm piştî tayînî şaredariya Wanê bû, hemû mal û milkê şaredariyê firot û şaredarî di bin deynan de hişt. Li aliyê din deriyê şaredariyê li gel hat girtin û kirin wekî qereqola polisan. Rapora Dîwana Muhasebatê jî bi belgeyan vê yekê piştrast dike. 

Di ser tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re 2 sal derbas bûn. Di 17'ê Mijdara 2016'an saet di 04.00'an de li dijî Hevşaredarê DBP'î yê Wanê Bekîr Kaya û gelek siyasetmedar operasyon pêk hat û Kaya binçavkirin. Piştî Hevşaredar Kaya girtin 2 saet şûnde Wezîr Soylu Waliyê Wanê Îbrahim Taşyapan tayînî şaredariyê kir. Gel serê sibê li ber avahiya şaredaryê kom bûn û qeyûm şermezar kir. Polîsan bi ava şit gel û karkerên şaredariyê belav kir. 17'ê Mijdarê di heman demê de darbeya li dijî şaredariyên gel in. Şaredarî ji destê gel derketin û dora avahiyên şaredariyan bi blokên betonî û polisan hatin pêçan. Welatî û xebatkarên derbasî şaredariyê dibin bi dehan caran di lêgerîn û kontrolê re derbas dibin. Bi sedan karker û xebatkarên şaredariyê ji kar hatin avêtin. Bi dehan saziyên girêdayî şaredariyê hatin girtin. Mal î milkê şaredariyê hat firotin û pêşkêşî hevkarên qeyûm û AKP'îyan hatin kirin. Rapora Dîwana Muhasebatê ji vê yekê piştrast dike. 
 
DERÎ LI GEL HATIN GIRTIN
 
Qeyîm piştî hat ser kar, ewil deriyê şaredariyê li gel girt. Saziyên jin, ciwan, zarok, perwerde û çandê yên di bin baneyên şaredariyê de xizmetê didin gel, yek bi yek hatin girtin û kilît li deriyê wan hatin xistin. Navenda Jiyana Jinê, Navenda Çanda Nuda, Stargeha Jinan, Malên Piştgiriya Perwerdehiyê û Krêşên Zarokan ku her yek projeyên şaredariya DBP'ê bûn, yek bi yek hat klîtkirin. Dîsa dora avahiya şaredariyê bi dîwarên peton ên 3 metreyan pêça. Li aliyê din polîs û maşîneyên zirxî tanîn ber deriyê şaredariyê û yek bi yek di kontrola nasnameyan û lêgerînê re derbas dikin. Piştre dest bi îxrac û dûrxistina karker û personelên şaredariyê kirin. Hemû personelên ku di serdema DBP'ê de kiribûn kar tev ji kar dûr xistin. Dîsa bi KHK hemû karker ji kar derxistin. Piştî qeyûm tayîn bû, di nava şaredariyên Tirkiye de şaredariya herî zêde karker ji kar hatin dûrxistin bû Şaredariya Wanê. Nêzî 2 hezar kes hatin îxrackirin. Der barê sedan kesan de lêpirsîn hat vekirin. Bi sedan karker jî bi îdîa û sucdariya "HDP'î ne" ji kar hatin avêtin. Li şûna wan mirovên nêzî îktidarê hatin bicihkirin. Dîsa li 101 xebatkarên ku qeyûm şermezar kirin doz li wan hat vekirin û salek şûnde beraet kirin. 
 
MECLÎS FESH KIRIN
 
Meclîsa Şaredariyê piştî qeyûm tayîn bû, ji aliyê qeyûm ve hat fesihkirin. Qeyûn ku şaredardî xist bin deynan vê carê dest bi firotina mal û milkê şaredariyê kir. Gelek zeviyên şaredariyê bi erzanî firot xizm û hevkarên xwe. Qeyûm di nava 2 salan de 150 milyon TL krêdî kişand.  Qeyûmê Otopark a pir qatî ku 6 hezar û 662 metrekare erdê wê heye û nêzî 500 maşine lê bi cih dibin derxist firotinê. Dîsa kargeriyên otoparkê jî derxist firotinê. Cihê Şaredariya Wanê ku 66 hezar û 392 metrekare ye û 10 sal berê bi kiraya 17 milyon û 500 hezar tl dabû Sîteya Galerîvanan, bi kîraya 19 milyon û 500 hezar tl da VOTAŞ ku di Tirkiye de tesîsa herî mezin a sewalkarî û çandiniyê ye. Dîsa 80 dikanên ku City Van AVM jî di navde ji bo 3 salan da krê. Gelek zevî û malên şaredariyê yên biçûk û mezin di nava 2 salan de hatin firotin. 
 
FONA YE BETAL BÛ
 
Rêveberiya Qeyûmê projeya "Tesîsa Parzinandina Ava Bermahiyê" ku ji aliyê şaredariya DBP'ê ve hatibû amadekirin û Yekîtiya Ewropa (YE) 53 milyon Euro hibe dabû, belat kir. 2.5 qat faîz da Banka Bajaran û 100 milyon TL kredî kişand. Rêveberiya Qeyûmê projeya hîbeyê betal kir û kredî i Banka Bajaran kişand. Hîbeya 53 milyon Euro ya YE'ê red kirin. Bi vî şiklî 250 milyon TL deyn li şaredariyê çêkir. 
 
OTOPARK KIRIN AVM 
 
Rêveberiya Qeyûm Otoparka pir qat a ku di serdema DBP'ê de bi 7 milyon TL hat avakirin, derxist firotinê. Qeyûmê otopark kir qada AVM'ê. Qeyûm avahiya şaredariya berê jî derxist firotinê. Lê piştî gel bertek nîşan da dest ji firotinê berda. Di rapora Dîwana Muhasebeyê de jî hat xuyakirin. Di rapora 2017'an de hat diyar kirin ku gelek mal û milkê şaredariyê hatiye firotin. Dîsa hat diyar kirin ku gelek kedî bi faiza zêde hatiye kişandin. 
 
MAL Û XIZMET DA HEMAN KESAN
 
Dîwana Muhasebatê di raporê de diyar kir ku qeyûm mal û xizmet daye heman kesan û li dijî pîvan û rêgezên îhaleyê daye û nelirêtî kiriye. Dîsa di raporê de hat diyar kirin ku di çêkirina rêyên bejayî de nelirêtî û dijqanûnî kirine. 
Di sala 2017'an de Serokatiya Daîreya Çêkirina Rê ji xeynî KDV 163 milyon û 291 hezar 913 TL li çêkirina rêyan hatiye xerçkirin. Lê çêkirina rêyan nehatiye şopandin. 

Sernavên din

22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin