Temellî: Werin li ser maseyê rûn in

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di civîna koma partiya xwe de bal kişand ser tecrîta li ser Ocalan û got: “Aştî îro dibin tecrîtê deye. Em carek din dibêjin; An hûnê li ser maseyê rûnin, an jî hûnê şer bidomînin. Werin li ser vê maseyê rûn in. Em ji bo piştgiriyê amaden e.”
 
Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), civîna koma xwe ya heftana li dar xist. Rêveberên Enstîtûya Kurd a Stenbolê ya bi KHK’ê hat girtin, dayika nûçegihana Ajansa Mezopotamaya Seda Taşkin a girtî Fatma Taşkin, rêveberiya Komeleya Ebaxê ya Wanê, rêvberên HDP’ê yên Edene û Enqerê û rêberên Komeleya Mirinên bi Guman ên Qişleyên Leşkerî beşdarî civîna vê heftê bûn. 
 
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di civînê de axivî û gengeşiya dinavbera AKP û MHP’ê de wiha nirxand: “Pev ketin. Em ê van bavêjin ser zibaleya faşîzmê. Di demek nêz de emê van qeyûman bavêjin. Ji xwe pev ketin. Bi bazariyên ji gel qût, nikarin pirsgirêkên gel çareser bikin. Bêguman dê aştî û demokrasî li Tirkiyeyê pêş bikevin. HDP dê vê aştiyê li Tirkiyeyê pêş bixe.”
 
‘MUXTAR JI KAR AVÊTIN’
 
Temellî, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Bi hinceta ‘Têkiliya wan bi rêxistinên terorê heye” li Kurdistanê muxtar ji kar avêtin. Di hefteya çûyî de 259 muxtar ji kar avêtin. Gelo kîjan muxtar ji kar avêtin. Bêguman muxtarên Kurd ji kar avêtin. Muxtarên ji bo aştiyê li ber xwe didin ji kar avêtin. Ev feraset cudakariyê dike û sûcê kîn û nefretê ye. Ev hewl didin mirovan bikin dijminên hev.” 
 
"JI MIFTIYAN RE DIBÊJIN HERÊMÊ VALE NEHÊLIN’
 
Temelli, anî ziman ku ji miftiyên herêmê re dibêjin, herêmê vale nehêlin û wiha pê de çû: “Ma gelo li van deran miftî tune ne? Ma bila bi zimanê xwe ibadet nekin? Ma nasnameya wan tuneye. Li dijî wan emê tim bi zimanê xwe îbadetê bikin û emê tu carî dev ji vê înada xwe bernedin. Erdogan li Moldovayê got ‘Ez li dijî nijantperestiya çandê me.’ Gelo tu dikarî vê li Amedê jî bêjî? Tenê dikare TOMA’yan bike xelat.” 
‘XWENDEKAR BILA LI DIBISTANAN ŞÎR VEXWIN, NE SONDÊ BIXWÎN IN’
 
Temellî, bertek nîşanî biryara Sonda Xwendekaran a Şureya Bilind jî da û wiha rêz kir: “Cardin Sonda Xwendekaran anîn pêşberî me. Ji xwe kes vê napirse. Ji ber ku li Tirkiyeyê zarokên me niha sond naxwinin, ma Tirkbûna wan kêm dibe? Êdî fêr bûne li ser netewperestiyê siyasetê bikin. Li şûna ku xwendekar her serê sibê li dibistanan sond bidin, bila şîr vexwin. Ji ber ku li vî welatî xizantiya  zarokan heye.”
 
‘SEROKKOMAR NIHA DERKETIYE BÛYERA KAŞIKÇI VEDIBÊJE’
 
Temellî, destnîşan kir ku Serokkomar niha derketiye, bûyera Cemal Kaşikçi vedibêje û wiha rêz kir: “Di 2’yê Cotmehê de hemû kesan dizanîbû. Ev rewşa we ya di dîplomasiyê de dide xuya kirin. Berî her tiştî divê hûn bersiva pirsa gelo çima Kaşikçî li Tirkiyeyê kuştin hûn bidin. Bersiva vê pirsê, bêguman di rojhilatê Firatê de veşartiye, di Efrîn û Idlibê de vejartiye. Ji bo ku temenê desthilatdariya xwe dirêj bikin, şer ji rojevê dernaxin. Me bi hezaran zarokên xwe winda kir. Kesên besha şer dikin, zarokên me ji digirin. Êdî dem hatiye hemû malbat dayik ji bo zarokên xwe yên winda kirin bên gele heve. Ger em vê nekin emê nekarin şer bi dawî bikin û emê dîsan zarokên xwe winda bikin. Emê nekarin gorekê ji wan bikulin, emê nekarin biçin ser gorên wan û emê nekarin cenazeyên wan bibîn in. Divê em li dijî desthilatdariyê têkoşîna xwe ya aştiyê bi rêve bibin. 
 
‘WERIN EM TECRÎTA LI SER OCALAN BI DAWÎ BIKIN’
 
Temellî, behsa tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî kir û wiha bilêv kir: “Heya tecerîta li ser Ocalan bi dawî nebe, li vî welatî ne pêkane ku aştî pêş bikeve. Me ev rastî dît.  An hûnê li ser masê rûnin, an jî hûnê şer berdewam bikin. Divê hûn bi mûxataban re rûnin. Em amaden bibin navbeyn kar û piştgiriyê bidin. Werin em bi hevre vê tecrîtê bi dawî bidin.”
 
‘NE QANÛN, QESIR PIRSGIRÊK E’
 
Temellî, daxuya kirin ku îro dê budçeya sala 2019’an bînin Meclîsê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev budçeya hîn zêdetir xizan kirinê ye. Îro pirsgirêka emekdaran di rojevê deye. Ez ji vir, ji wan re vê bibêjim; Ne ji ber temen, ji ber qesrê, ev pirsgirêka we çareser nabe. Budçeya qesrê 3 kat zêde bûye. Ev têr nabin û têra wan nake. Ji derveyî qesrê nikarin li cihek din razin. Weke tê zanîn berdêla jiyana qesrê pir girane. Dema em li budçeya qesrê mêze dikin, em vê yekê baş dibînin. Em dibin ne ji bo qesrê ji bo, emekdaran budçeyê diyar bikin.”

Sernavên din

19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin