STENBOL – Karkerên DSG’ê ya di bin banê fîrma ÎGA ya karê Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê de dike bi boneya mûçeyê xwe nesitendin dest ji kar berdan.
Karkerên înşatê yên DSG’ê ya di bin banê ÎGA ya karê Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê dike ev 3 meh in mûçeyê xwe negirtine dest bi çalakiya dev jê berdana kar kirin. Li gorî agahiyên Sendîkaya Karkerên Yapi (ÎYÎ-SEN) da heyetek ji karkeran pêk tê bi rayedarên ÎGA’yê re hevdîtin pêk anîne.
Berbendayîna karkeran li ber ofîsa ÎGA’yê didome.
Karkerên balafirgehê di 14’ê îlonê de ji ber şert û mercên ne baş ên kar dest ji kar berdabûn û çalakî li dar xistibûn. Di heman rojê ji 600 karkerên hatin binçavkirin 27 kes di 18’ê îlonê de hatibûn girtin.