ENQERE - Midûriyeta Daîreya Bacê ya Torosê li Mehmet Çelebî Çalan ê 22 salin girtî ye, zagona sala 1934'an esas girt û 3 hezar û 951 TL heqê xwarinê deyn jêre nivîsand. Çalan, bertek nîşan da û got "Ger ku dewlet dikare bide berî her tiştî bila 22 sal cezayê azadiya ji min dizîye bide min. Ger ku bedelê azadiya min da ez jî dê heqê xwarina wan bidim."
Midûriyeta Daîreya Bacê ya Torosê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Îdarî ya Bacê, ji Mehmet Çelebi Çalan ê 22 salin girtî ye û rastî cezayê muebeta giran hatiye, 3 hezar û 951 tl heqê xwarinê jê xwest. Îdareya bacê heqê 22 salan ê xwarinê hesiband û wekî deyn teblîgî wî kir. Çalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê girtî ye, li gorî rapora ÎHD'ê ya girtiyên nexweş, bi nexweşiyên behçet, prostat, astim, ulser, reflu, migren, sinuzit, alerjî, miyopî, periferikvaskuler û gele knexweşiyên din re têdikoşe. Li gorî rapora ÎHD'ê, Çalan jî di lîsteya "Girtiyê nexweş ên divê li bez bên berdan" de cih digire. Daîreya Bacê ji Çalan li gorî hêjmar 2548'an a zagona 1934'an a qanûna bedelê xwarin û xerca ji girtiyan bê stendin deyn jêre nivîsandin.
84 SALIN NEHATIYE NÛKIRIN
Ev zagona ku Daîreya Bavê ew esas girt û deyn ji Çalan re nivîsî 84 salin hêj xwe nû nekiriye. Li gorî vê zagonê girtiyên ku rastî ceza hatin mesrefa girtîgehê li ser wan tê nivîsandin. Ger ku girtiyên belgeya wan a xizaniyê neyê qebûlkirin, girtî neçar dimînin ku vi pereyî razînin. Çalan, belgeya xizaniyê ji Daîreya Bacê ya Torosê re şand û diyar kir ku nikare 3 hezar û 951 TL deynê heqê xwarinê bide. Lê Midûriyeta Daîreya Bacê ya Torosê bi gotina “Ne pêkan e ku daîreya me deynê we jê bibe" bersîvê dide Çalan. Li gorî zagonê tê xwestin ku rewşa girtî bê lekolînkirin û li gorî wê teblîgat bê şandin. Ger ku girtî nikaribe vî deynî bide Divê Daîreya maliyê vî deynî tahsil bike. Lê li gel çalan belgeya xizaniyê şand jî belge nehat qebûlkirin û belgeya Çalan hat redkirin.
Prz. Gulan Çagin Kalelelî, diyar kir ku Çalan 22 salin girtî ye û di van şertê girtî de ne pêkan e ku vî deynê xwarinê bide. Kalelelî, anî ziman ku dewlet hem rûmeta mirovan binpê dike û hem jî bi ser vê yekê de deynê xwarinê ji wan re derdixe û wiha got: "Êdî dewlet dixwaze bacê ji girtiyan jî bistîne û li ser girtiyan bacê ferz dike. Ev yek neheqî ye."
Endama Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen jî bertek nîşanî vê yekê da û got: "Ev dûrî aqilan e. Girtiyekî li girtîgehê nikare kar bike û vî heqî bide. Ev dûrî aqilan e. Girtiyekî ku malbat pereyekî hindik jêre dişîne û bi pereyê hindik dikare debara xwe bike. Ji ber vê yekê teqez divê vî deynî ji ser wî rakin.
BEDELÊ 22 SALÊN AZADIYA MIN BIDIN
Çalan jî bertek nîşanî vî cezayî da û diyar kir ku dewletê 22 sal ji azadiya wî dizîye û xwest dewlet berî her tiştî bedelê 22 salên azadiya wî bide. Çalan, da zanîn ku kengî dewletê bedelê 22 salan ên azadiya wi da, ew jî dê deynê xwarinê bide.
MA / Dîren Yurtsever