ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulkadîr Aksû yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklarê tê girtin û xwest bê berdan.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya hefteya 453’yemîn a “Bila winda bên dîtin” û “Girtiyên nexweş bên berdan” li ber avahiya Serokwezîriyê ya li avahiya Serekwezîr a navçeya Konakê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Bêdeng nemîne, nebe hevkarê sûc, va y dimirin” hat vekirin. ÎHD’ê di çalakiyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulkadîr Aksû yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklarê tê girtin.
Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli daxuyanî da û wiha axivî: “Li girtîgehên Tirkiyeyê tecrît heye. Şertên tecrîtê bandorek mezin li ruh û canê girtiyan dike. Ji ber tecrîtê jiyana girtiyan dibin gefek mezin deye. Bi taybetî ji bo girtiyên nexweş, tabloya heyî qet nebaşe. Girtiyên ne nexweş jî dema dikevin girtîgehê nexweş dibin. Li girtîgehan gelek nexweşiyên mîna pişt, stû, fitîq, dil, demar, mîde, kezeb, koah, astim, ser êşandin, tansiyona bilind, gurçik û hwd hene. Di serê van hemû nexweşiyan de jî kanser heye. Girtiyên nexweş nikarin li girtîgehan jiyana xwe berdewam bikin. Li gel ku raporên wan jî hene nayên berdan. Ji bo ku girtî baş bibin û jiyana xwe nekeve xeteriyê tu tişt nayê kirin.”
HER KU DIÇE REWŞA WÎ XERABTIR DIBE
Canli, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulkadîr Aksû yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklarê tê girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Aksû 14 sal û 2 mehin girtiye û di sala 1962’yan de hatiye dinê. Aksû bi nexweşiya kansera prostatê ketiye û di heman demê de tansiyona bilind pê re heye. Aksû ji ber nexweşiya dil, di demên derbas bûyî de anjiyo bû. Her ku diçe rewşa wî xerabtir dibe û divê bê berdan. Bêyî ku tiştek bi Aksû were, em dixwazin bê berdan.”