Zêrê spî îsal rûyê mirovan keyfxweş nekir

img

RIHA - Cotkar Mûstafa Gokkan ku li navçeya Hewengê erd îcare kir û pembû çand, anî ziman ku li gor par berdarî ji çar paran parek kêm bûye û fiyetê pembû erzantir bûye. 

Li Rihayê îsal pembû ne berdar e. Cotkaran destnîşan kir ku ji ber nediyariya fiyetê pembû û zêdebûna mesrefên çandiniyê îsal ew xisirîne. Cotkar Mûstafa Gokkan ku li gundê Qirik ê navçeya Hewend a Rihayê 120 donim erd îcare kir û pembû çand, got li gor par berdariya pembû îsal kêm bûye û ew xisirîne. 
 
JI SALA PAR ERZANTIR E 
 
Gokan, anî ziman ku ew her sal ji Pirsûsê berê xwe dide Hewengê û pembû diçîne. Gokkan, diyar kir ku sala par wî serê donimê 700 kîlo pembû berhev dikir, lê îsal ji be rkêmbûna avê û rewşa demsalê serê donimê 200 kîlo berhev kiriye. Gokkan, destnîşan kir ku dewletê îsal 4.80 lîre fiyet li pembû xistiye, lê belê paşê ev yek revîze kiriye û kiriye 3.80 lîre. Gokkan got: "Ji ber dewlet nakire, fabrîkayan ev fiyet diyar kir. Niha fiyetê pembû di navbera 2.5-3 lîreyan de diçe û tê." 
 
Gokkan, destnîşan kir ku êdî pembû ketiye nav lepê piaseya serbest û ji ber vê cotkar dixisirin. Gokkan got: "Dema em qamyonek pembû ji vir dişînin Rihayê, em hezar lîreyî didin. Wexta em heqê karkeran, qamyonet, mazotê jî jê derxin jixwe tiştek namîne. Tona gubre 3 hezar û 500 lîre ye. Em bi Holderê derman direşînin, mesrefê wê hezar lîre ye. Em dixisirin. Lîtreya mazotê bi 4 lîreyan bû, lê niha bûye 6 lîre û nîv. Par gubre bi hezar û 500 lîreyî bû, niha bûye 3 hezar û nîv. Sala par mesrefê holderê 150 lîre bû, niha 600 lîre ye. Fiyetê telîsan 5 lîre bû, niha 12 lîre û nîv e. Dema em pembû biçinînin tiştek namîne." 
 
QEYÛM HAT AV QEDIYA 
 
Gokkan, destnîşan kir ku berî qeyûm bê tayînkirin yekîneyên avê bi hilbijartinê dihatin peywirdarkirin, lê belê piştî qeyûm hat di warê avê de pirsgirêkên wan zêde bûne. Gokkan got: "10 sal in vî karî dikim. Tu salê pirsgirêka me ya avê çênebû. Lê piştî qeyûm hat tayînkirin av hat qutkitin. Min tu tişt ji 500 donim erd negirt. Ji bo çandiniyê destek didin. Lê perê destekê heqê avê dernaxe. Par ji bo 300 donimî min 90 hezar da. Lê desteka dan min 100 hezar lîre bû. Ez vî pembûyê ji bo destekê datînim. Lê tiştek ji min re namîne. Heta meha Îlonê destekê nadin. Bi vî awayî dikeve ber 90 hezar heqê ceryanê. Tenê 10 hezar ji min re dimîne, wî jî di Îlonê de didin." 
 
'COTKARÎ MIR' 
 
Gokkan, anî ziman ku ew û zarokên xwe salekê dixebitin û ji bo karê xwe bikin xanî kirê dikin, lê belê niha nikarin heqê kirê jî bidin. Gokkan got: "Ji ber ku xwediyê xanî xizmê min e alîkariyê dike. Wexta sal diqede bi awayekî poşmaniyî em berê xwe didin malê. Me nexwend, tenê em ji cotkariyê fêm dikin. Lê niha ew jî miriye. Halbûkî eger pembû bi heqekî baş bê firotin, em ê karibin pere zêde bidin karkerên xwe jî. Her duşemê fabrîkator li Rihayê li hev kom dibin. Heta ji destê wan tê fiyetê pembû kêm dikin."

Sernavên din

09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
16:54 Gelek rêxistinên pîşeyî serdana Emîne Şenyaşarê kirin
16:28 Li Geverê deynên ji qeyûm mane hatin daliqandin
16:20 Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin
16:10 Der barê Şaredariya Sûrê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:48 ÎHD'ê Ermenên windakirî bi bîr anî û got: Xwedî li mafên zanînê derkevin
15:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Kaya û Guvel bên berdan
15:13 Ji bo bendava Cizîrê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’ a 255 parselan
15:02 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran hatin bahev: Bila faîl bên darizandin
14:58 Civîna Dema Navberê ya KNK’ê dest pê kir
14:25 Mihrîcana Şanoyê ya Amedê: Gotubêja ‘Di şanoyê de dîroka guherînan’
14:02 Aqûbeta Keremoglû yê beriya 29 salan hate windakirin hate pirsîn
12:09 Şaredarê YRP’î bi micirkirina pêşiya avahiyê xwe dest bi kar kir
12:07 Li Colemêrgê hezaz çêbû: Pez di bin axê de man
11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Meleyê li zarok daye hate berdan
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin