Temellî li Lîcê ye: Operasyon kampanyeya hilbijarinê ya AKP’ê ye

img

AMED - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Lîcê axivî û got: “Operasyonên pêk tên, kampanyeya hilbijartinê yên AKP’ê ne. Ji sala 1925’an û vir ve li Lîcê sûc tê kirin.”

 
Şandeyek ji Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Sezaî Temellî, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ê Berdan Ozturk, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û parlamenterên HDP’ê pêk tê, piştî gehiştin navçeya Lîcê ya Amedê, derbasî avahiya HDP’ê bûn. Şandeyê li vir bi endamên partî û waltiyan re hatin gelhev.  
 
‘EM Ê BI PISTÛKA WE VE BIMÎN IN’
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, li vê derê axistina kurt kir.  Temellî, bal kişand ser operasyonên navenda wê Amed û wiha got: “Daraz bi fermana siyasete biryar dide. Di winda civakê de tu cihekê van biryaran tuneye. Em bang li hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn,  dikin ku li hemberî pêvajoyê bi hestiyarî tevbigerin. Ev kampanyeya AKP’ê ye. Ev kampanya dispêre tundî û zilmê. Ev kampanya dispêre dijminantiya li dijî HDP û Kurdan. Carek din derket holê ku, bi îşkencê û êrîşan operasyonan pêk tînin. Emê hesabê van hemûyan bipirsin. Hêzên ewlekariyê yên dewletê, peywira wan ew ku gel biparêzin. Lê ev peywira xwe ji bîr kirine, ketine bin fermana qesrê û terorê li ser gelê me dimeşînin. Qet ji bîr nekin emê bi pıstûka we ve bimînin.”
 
‘JI SALA 1925’AN VE LI LÎCÊ SÛC TÊN KIRIN’
 
Temellî, derbarê qedexeya derketina derve ya li Lîcê hat îlankirin de jî axivî û wiha bilêv kir: “Îro li Lîcê sûcê herî mezin tê kirin. Ji sala 1925’an ve ev sûc tê kirin. Ev sedsaleke ev sûc tê kirin. Mirov tên qetilkirin. Em niha bi tabloyek nû re rû bi rû ne. Ligel van hemûyan jî Lîcê tu carî teslîmê vîna siyasî nebû û dê nebe. Ev desthilatdar ji bilî şkandina vîna gel tiştekê din nake. Xebatên hilbijartinê jî tîne vê yekê ve girê dide.” 
 
‘EMÊ ŞAREDARIYÊN XWE JI WAN BISTÎN IN’
 
Temellî, di dewama axaftina xwe de behsa rojeva hilbijartina herêmî jî kir û  wiha rêz kir: “Qeyûm tayînê şaredariyên DBP’ê kirin. Bi qeyûman êrîşî vîna vî gelî kirin. Mirov li cihên dijîn û hatin dinê, xwestin bi vîn û daxwazên xwe rêveberiyên xwe bi rêve bibin. Gotin emê xwe û bajarê xwe bi rêve bibin. Niha wer dizanin ku bi qeyûman, şaredarî ji me standin e. Lê nizanin ku wan tenê avahiyên şaredariyan dagirkirine. Em ê wan avahiyan jî di meha Adarê de ji wan bistînin. Emê betonên li hemberî wan jî rakin. Emê cardin gel bixin van şaredariyan. Dê gel bi xwe bajarê xwe bi rêve bibe.”
 
‘QEYÛM TIŞTEKÊ NADE GEL’
 
Temellî, banga li beşên civakê yên Tirkiyeyê jî kir ku beşdarî têkoşîna bi rêve dibin, bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Qeyûm tiştekê nade we. Hemû cihên çûyînê kirine beton. Wisan hêvî dikin ku bi qetilkirina mirov û xwezayê dê hebûna xwe ava bikin. Bes emê welat ji vê şermê rizgar bikin. Aboriya welat têk çûye. Siyast dinava krîzê deye. Li dijî van hemûyan emê bi civaka xwe re têbikoşin û êrîşan têk bibin.”
 
Piştî axaftina Temellî, şandeya HDP’ê ji welatî û endamên partiyê, têkildarî binpêkirinên mafan ên di dema operasyona leşkerî ya çolterên navçeyê hat destpêkirin de hat jiyîn, agahî girtin.  
 
Şande dûre çû serdena dikandarên navçeyê û dê piştre civîna çapemeniyê pêk bîne. 

Sernavên din

20:27 Li Colemêrgê 30 herêm hatin qedexekirin
20:19 Li Desteya Giştî ya Enqereyê bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê
19:55 Tedawiya girtiyê nexweş Salîh Gun bi derengî tê xistin
18:38 Rojên Wêjeya Berawirdiyê bi çalakiyên cur bi cur didome
17:29 Erdogan bêyî behsa HDP’ê bike deng ji Amediyan xwest
17:28 Parlamenterê HDP’ê û aborînas Katircioglu: Em dikevin krîzek kûr
16:51 Parêzara Ocalan: Divê li dijî tecrîtê em xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin
16:44 Namzeta ODAV'ê Keskîn: Em ne esker em hiqûqnas in
15:38 ‘Girtiya nexweş Sîsê Bîngol berdin'
15:37 ÎHD: Girtiyê nexweş Aksû serbest berdin
14:52 Turkdogan: Hewl didin mirovan winda bikin
14:43 Ji girtiyê nexweş Atli re azadî xwestin
14:37 Pervîn Bûldan: Demokrasî bêyî jinê pêş nakeve
14:11 Diwarê atolyeya tekstîlê hilweşiya: 2 karker mirin
14:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosun û Aydemîr pirsîn
12:59 Lijneya Giştî ya Baroya Stenbol bi çalakiyê dest pê kir
12:26 Doz li rêveberên Amedsporê vekirin
11:58 Temellî: Çareserî demokrasiya radîkal e
Turk: Berî her tiştî divê em yekîtiyê xurt bikin
11:50 Wênegir Ara Guler tê oxirkirin
11:31 Şêniyên Amedê: Heke gel ji qeyûman kêfxweş be lê ev tirs çi ye?
11:01 Îfadeya şahidê doza Safiturk: Erê, Na!
10:38 Mihrîcana Şanoyê ya Wanê didome
10:30 Li Wanê di ‘Roja Muxtaran’ de 16 muxtar ji kar hatin avêtin
10:11 Karkerên jin ên rastî dijwariya krîzê tên: Ev ne edalet e
10:00 Ji bo Erdogan ketina Sûrê qedexe kirin
09:51 Miduriyeta Perwerdehiyê ji bo hatina Erdogan seferber bû
09:39 Girtiyê nexweşiya Wernicke Korsakoffê nayê berdan
09:20 Li Hezoyê 9 keya ji peywîrê hatin girtin
09:19 ‘Divê hemû kesên xwedî wijdan piştgiriyê bidin çalakiya Dayikên Şemiyê'
09:18 Girtiya hat sewqkirin: Di rê de em hatin derbkirin
09:18 Gelê Wanê: Em ê şopdarê doza Bekir Kaya û hevalên wî bin
09:17 Ergîn Xelikan: Muzîk deryayek bêbinî ye
09:16 Êdî kes nikare di dawetan de jî xwarinê bide
09:15 Ji ber JES'an berdariya zeytûn û hejîran ji sedî 50 kêm bû
09:15 Colemêrgî dixwazin Leyla Guven li kuçe û kolanên bajêr be
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2018'AN
19/10/2018
19:00 Koç: Di salek dawî de çend eskeran întîhar kiriye?
18:10 Serlêdana wasiyê Ocalan a ji bo hevdîtinê hat redkirin
16:58 Gulser Yildirim a HDP'î nehat berdan
16:28 Dozger îtîrazî berdana kesên li Amedê hatin berdan kir
15:59 Kursiya Mafê Mirovan a Tahîr Elçî tê danîn
15:23 Li zeviya vala 6 saetan îşkence lê kirin
14:39 Oluç ji Erdogan re got: Xwezî te li Tirkiyeyê jî xweserî biparasta
14:26 Rapora ÎHD'ê: Girtî ji ber fikrên polîtik rastî binpêkirina mafan tên
13:58 Piştî Doza Nisêbînê polîsan parêzer û parlamenter Gunay tehdît kir
13:52 Togrul: Zanîngeha Dilokê 4 milyon û 984 hezar û 488 TL li ku xerç kiriye?
13:35 Cezayê Mamoste Ayşe hat taloqkirin
13:33 Bi ziyareta gora Tahîr Elçî dest bi xebatên xwe kirin
13:21 Wasiyê Ocalan ji bo biçe Îmraliyê li dozgeriyê serlêdan kir
12:58 Rojnamegera pirs ji wezîr kir rastî gefa wezîr hat