Oluç: Duh bi cemaetê re îro bi MHP'ê re dikin

img
ENQERE – Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, bertek nîşanî operasyonên li dijî HDP'ê dan û diyar kir ku operasyonên duh bi cemaatê re dikir, îro bi MHP'ê re pêk tînin û wiha got: "Kesên duh digotin 'me ji cemaatê bawer kir em hatin xapandin' dê sibê bêjin ‘Me ji MHP’ê bawer kir û em hatin xapandin'. " 
 
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç, têkildarî operasyona siyasî ya li dijî siyasetmedar û rojnaemgeran pêk hat li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Oluç, bal kişand ser binçavkirina siyasetmedar û rojnamegeran û wiha got: "Em dîsa bi bahoza binçavkirin û girtinan re rû bi rû ne. Birêz Leyla Guven hêj girtî ye. Di operasyonê de li gel wekîla me Leyla Guven girtî ye jî bi ser mala wê de girtin. Deriyê mala wê şikandin. Mala wê tar û mar kiriye. Em dîsa bang li Serokê Meclîsê dikin û diyar dikin ku polîsên bi ser mala Guven de girtin sûcê Qanûna Bingehîn kirine. Darazê sûcê Qanûna Bingehîn kiriye. Girtina Guven li dijî xala 83’an a Qanûna Bingehîn e. Divê bi lez Birêz Leyla Guven berdin. 
 
ARMANC DIKIN BI VAN OPERASYONAN HILBIJARTINA HERÊMÎ ASTENG BIKIN
 
Oluç, bal kişand ser binçavkirin û girtinên dawî û wiha got: "Hemû îdîaname bê mesnet in. Di nava kesên hatin binçavkirin rêveberên me yên navçe û bajaran hene. Kesên di hilbijartina 24'ê Hezîranê de tev li kampanya HDP'ê bûn ked dan tev hatin binçavkirin. Bi vê yekê dixwazin xebatên hilbijartina rêveberiya herêmî asteng bikin û bitisînin. Raste rast dixwazin xebatên HDP’ê yên hilbijartina rêveberiyên herêmî asteng bike." 
 
'GELÊ KURD DIXWAZE VÎNA XWE HILBIJÊRE' 
 
Oluç, da zanîn ku êdî AKP-MHP'ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de dît ku li 95 şaredariyên ku qeyûm tayîn kirine, bi qeyuman encam bi dest nexistine û wiha berdewam kir: "Erdogan rojên borî got 'Hûn hilbijêrin jî em dê dîsa qeyûm tayîn bikin' û gef li hilbijêran xwariye. Dibîne ku gel ji van gefan natirse vê carê dixwaze bi van operasyonan xebatên hilbijartinê asteng bike." 
 
'DÊ BÊJIN EM HATIN XAPANDIN'
 
Oluç, da zanîn ku AKP'ê berê bi cemaeta Gulen re li dijî kurdan operasyon pêk anîn û herî dawî got 'Em hatin xapandin' û wiha axivî.  AKP'ê duh bi cemaetê re operasyonên dikir, îro bi MHP'ê re pêk tînin. Kesên duh digotin 'me ji cemaatê bawer kir em hatin xapandin' dê sibê bêjin ‘Me ji MHP’ê bawer kir û em hatin xapandin'. Duh digotin ‘cemaatê em xapandin.' Dê sibê jî bêjin  ‘Dê sibê jî bejin MHP’ê em xapandin'. Bi van girtin û binçavkirinan nikarin HDP’ê rawestînin. Ev operasyon ne rewa ne. Di raporên navneteweyi de hat diyar kirin ku li Tirkiye Demokrasi tune. Otorîte heye. Li Almanyaye Vakafa Bertelsmann Vakfi û 32 endamên OECD nirxandin. Tirkiye di rêza dawî de nîşan dan. Li Muşê 5 kes hatin înfazkirin. Di çapemeniyê de dîmen hatin weşandin. Di dimenan de Yusuf Ok, ji maşînê daket û destê xwe rakiriye hewa. Cendirme dibêjin 'Teslîm bû gule bernedin wî' Lê dîsa ji panzêrê guleyan berdide Yusuf Ok û wî dikujin. Em dipirsin, kesên li wir mirov kuştin gelo rastî tu lêpirsînê hatin? Li wir xuya dibe ku welatiyê çek di destê wî de tune tê kuştin. Tu nirxandinên rayedaran ji bo vê yekê heye?" 
 
Oluç, bal kişand ser krîza aborî û anî ziman ku fatûraya krîzê ji pişta gel derdixin û butçeya Serokomar a 20197an 3 qat zêde kirin û 3 milyon lira zêde kirin. 

Sernavên din

09:15 Çelîk: Em ê di 31'ê Adarê de bersiva wan bidin
09:12 Ji bo HDP'iyan fezleke bi lez, lê ji bo AKP'iyan nayê amadekirin
09:10 Qeyûm projeya şaredariya DBP'ê wekî ya xwe nîşan da
09:08 Firingiyên bexşî mexazeyên tanzîmê hatin kirin bi pereyan firotin!
09:06 Qeyûm deverên aîdî şaredariyê yeko yeko dewr dike!
09:05 Temellî: AKP, nikare welat bi rê ve bibe
09:03 Cotkar: Em deyn dikin didin deynan
09:01 'Astengkirina dengdayîna jinên li sitargehan binpêkirina mafan e'
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2019'AN
08:03 Berxwedana Leyla Guven di roja 102'yemîn de berdewam dike
16/02/2019
19:35 Girtina Kaya û Karaaslan hat şermezarkirin
18:40 Bi deh hezaran kurd beşdarî mîtinga Strasboûrgê bûn û berxwedana Leyla silav kirin
18:25 Dayika Şemiyê Baskin li cem kurê xwe hat veşartin
18:17 Hevserokê HDP'a Hewengê hat girtin
16:57 6 kesên li Amedê hatin binçavkirin hatin berdan
16:09 Aqubeta rojanemger Abayay û Tekdag pirsîn
15:50 ÎHD: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan
15:41 'Girtiyê nexweş Îmam Çelîkdemîr bila bê berdan'
15:29 Li Stenbolê avahiya 4 qatî hilweşiya
15:28 11 kes li Bûrsayê hatin binçavkirin
14:24 Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:18 Dayikên Aştiyê nobeta xwe bi dawî kirin
14:17 Dayikên Şemiyê: 24 salên din jî derbas bibe em ê têbikoşin
14:03 Bi deh hezaran Kurd li dijî tecrîdê li Strasbourgê dimeşin
13:44 Gotin întîxar kir û cenaze teslîmê malbatê kirin
13:43 Çiya Firat: Têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê didome
13:37 Dayika Şemiyê Meryem Baskin jiyana xwe ji dest da
13:35 Bûldan: Dîrok 101 rojin şahidiya berxwedanê dike
Temellî: Tirkiye dinava krîzek pirhejmarî deye
13:04 HDP'ê beyannameya hilbijartina herêmî aşkere kir
12:35 Li 5 bajarên qeyûm bi rê ve dibin HDP ji sedî 60 partiya yekemîn e
11:52 Dirûşmeya hilbijartinê ya HDP’ê: Bi hevre ber bi demokrasiyê ve
11:49 Malbatên girtiyan: Beyî ku kes bimirin dengê xwe bilind bikin
11:40 Çalakî qediya lê dorpêç ranebû
11:28 13 kes li Edenê hatin berdan
10:58 KJAR'ê name ji Leyla Guven re şand: Faşîzm di şexsê we de careke din têk çû
10:38 Komeleya Komisyonvanan: Em buha dikirin em buha difiroşin
10:17 Fermandariya Pêngava Bagera Cizîrê dê di saetên peş de daxuyaniyek girîng bide
09:07 3 sal û meh û 15 roj ceza li rojnamevan Paksoy hat birîn
09:06 DMME'yê got 'cezayê muebeta giran' îşkence ye
09:05 Girtiyê 63 roj in di greva birçîbûnê de: Ji xeynî berxwedan û serketinê wekî din tu rê tune ye
09:05 Di doza gundê Xerabê Bava de dadgehê Wezareta Karê Navxweyî mehkûmî tazmînatê kir
09:04 Jinên ciwan ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê li hev dicivin
09:03 KA.DER: Eger partiyên din jî samîmî bin divê wekî HDP'ê pergala hevserokatiyê pêk bînin
09:02 Girtiyê 32 roj in di greva birçîbûnê de: Em ê bi bedena xwe li ber xwe bidin
09:00 Bi paqijkirina berfa li ser banan debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2019'AN
15/02/2019
23:51 Ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
23:26 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
22:20 'Dema Ocalan diaxive rê li ber aştiyê vedibe, dema tê bêdengkirin şer û faşîzm bilind dibe'
20:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê Kaya hat girtin